Di sedsala 19an de hişmendiya giştî ya Rûsya û Kurdistanê

-Awireke giştî li heyama Lev Tolstoy û Mele Mehmûdê Bazîdî: Bingehên nijadperestiya rûsî û neteweperweriya kurdî-

Pêşek

Her wekî di gotarên pêştir de jî hatibû gotin, ji bo berawirdkirina jînenîgariyên Lev Tolstoy û Mele Mehmûdê Bazîdiyî pêwistî bi naskirina dem û dewranên wan heye; vê carê jî em awireke giştî li hişmendiya giştî ya Rûsya û Kurdistanê ya serdema her du kesayetên dîrokî digerînin û hewl didin ku paşperdeya bîrdoziyên wan ronî bikin.

1. Qeyserîtiya Rûsyayê: Berfirehbûna erdnîgariyê û polîtîkayên nijadperestiya rûsî

1.1. Berfirehbûna erdnîgariyê

Qeyserîtiya Rûsyayê di sedsala 19an de împaratoriyeke pirzimanî û pirayînî bû; tenê bi qasî nîvê serjimariya wê bi zimanê rûsî diaxivî û bi mezheba ortodoksî ya filetiyê bawer dikir. Li gorî fileyên din, ortodoks çîneke serdest û bijarte bûn, ango îmtiyazeke wan hebû; statûya fileyan ji ya misilmanan bilindtir bû û rewşa yên mayîn ên wekî cihûyan jî ewqasî ne xerab bû. Bingeha rewatî û meşrûiyetê pabendbûna bi qeyserî (çar) bû: wekî nimûne Nîkolayî dixwest ku hemî bindestên wî bi fermana wî rabin, lê hêvî nedikir ku kesên nerûs bibin rûs. Rast e, wî ji Polonyayê nefret dikir; lê sedemeke wê nefretê hebû: ji ber ku wan dilsoziya xwe ya li hemberî qeyserîtiyê şikandibû û li dijî wî serî rakiribûn. Lewre kêfa Nîkolayî bi ramana “serweriya rûsan” re dihat; li gorî vê ramanê divê statuya rûsan ji ya gelên din ên qeyserîtiyê baştir bibûya û vê neteweperweriya rûsî bi raporeke Mîr Ûvarovî piştgiriyek bi dest xist. Ûvarovî sala 1832an rapora xwe ya navdar pêşkêşî qeyserê rûs kir; li gorî wî “rûsê rasteqîn” bi sê prensîban dihat naskirin: ortodoksî, otokrasî û xeta neteweyî (narodnost). Sala 1833an Ûvarovî li Kîyevê zanîngeheke nû ava kir ku armanca wê li parêzgehên rojavayê Rûsyayê belavkirina ziman û çanda rûsî bû. Ji bo meşandina vê siyasetê, divê ev zanîngeh bibûya navendeke perwerdehiya kadroyan û li ser hesabê zimanê polonî zimanê rûsî bi pêş ve bibira. Ji ber ku polonî serhildêrên sûcdar bûn, Nîkolayî ev rapor erê kir û sepandina pêşniyarê dest pê kir; lê belê qeyserê rûs nepejirand ku almanên parêzgehên Deryaya Baltîkê bikevin ber vê siyasetê. Li gorî Nîkolayî almanên Baltîkê welatiyên dilsoz bûn; karmend û rayedarên hêja pêşkêşî rûsan dikirin. Lewre destûr hat dayîn ku alman çanda xwe ya germenî biparêzin; serdestiya xwe ya çandî û civakî li ser estonî û letoniyan bidomînin.

Di wê hengameyê de nijadperestê slavî û axayê ciwan Yûrî Samarîn rayedarekî rûsan ê li Rîgayê bû û ev toleransa ji bo almanan nedipejirand; lê belê qeyserê rûs ev karmendê xwe yê pilenizm bi tundî şermezar kiribû, her wiha ew hişyar kiribû ku careke din li dijî siyaseta qeyseriyê çalakiyên dij-germenî li dar nexe. Dîsa pêşengê herî tund ê Şoreşa Çileyê Pavel Pestel israr dikir ku ji bilî poloniyan hemî gelên nerûs ên qeyseriyê “divê neteweya xwe bi neteweperweriya serdest re bikelijînin û bi tevahî bihelînin”.

Ji aliyekî din ve komeke şoreşgerên Şoreşa Çileyê di bin banê “Komeleya Slavên Yekgirtî” de rêxistinek damezirandibû; hinek endamên komeleya navbihurî di bin desthilatdariyên awistiryayî û osmanî de dijiyan, lê dîsa jî baweriya wan bi federasyoneke azad a gelên slavî hebû. Di bin bandora vê baweriyê de sala 1845an li Kiyêvê rêxistineke temenkurt a bi navê “Biratiya Keşe Kîrîl û Keşe Metodiyûsî” jî hatibû avakirin. Ev rêxistin çend sal berî Bihara Gelan a rojhilatê Ewropayê derketibû ser dika dîrokê û gelê ûkraynî ji rûsan cuda dihesiband; rêxistinê gazî biratiya kevneşopî ya ûkrayniyan dikir, hewl dida neteweperweriya ûkraynî vejîne û di nava federasyona slavî ya azad û wekhev de xweseriyeke neteweyî bi dest bixîne. Lê belê di Adara 1847an de ev biratiya rêxistî ji hêla qeyserîtiyê ve bi lez û bez hate tepeserkirin û çendek endamên wê bi sirgûn an jî zîndanan hatin cezakirin; di encamê de deng, îdeal û daxwazên wê tevgerê hê di destpêka zîlvedanê de hatin tepisandin. Di nava vê komê de helbestvanê ûkraynî yê navdar Taras Şevçenko jî hebû, ji ber doza neteweperweriyê hatibû sezadan û wekî leşkerekî ber bi Ûralê ve hatibû şandin; bi ser vê sezadanê de, qeyser Nîkolayî fermaneke taybet dabû fermanberên xwe ku qedexeya nivîsandin û nîgarkirinê li ser Şevçenkoyî bê sepandin. Divê bê gotin ku qedexeya li ser helbestên Şevçenkoyî bandoreke berbiçav li ser zimanê ûkraynî yê wêjeyî nekir; ji ber ku neteweperweriya ûkraynî bi destî çîneke xwenda ya biçûk bervepêş dimeşiya.

Rûsya di nîvê yekem ê sedsalê de li Asyayê gihişte destkeftiyên girîng; li Kafkasyayê Keyaniya Gurcistanê sala 1801ê bi dilxwazî kete bin per û baskên Rûsyayê û mîrekiyên biçûk ên gurcî jî piştre hatin dagirkirin. Îran sala 1813an ji bakurê Azerbaycanê (li gel deşta Bakûyê) û sala 1828an jî ji parêzgeha Rewanê vekişiya; her wiha gelên çiyayî yên bakurê Kafkasyayê ji nû ve ketin nava rewşeke aloz û dilsoj. Çeçenan di navbera salên 1834-1859an de bi pêşengiya Şêx Şamilî li dijî êrişên rûsî berxwedaneke demdirêj meşand; çerkez jî di sala 1864an de hatin perçiqandin. Di sala 1840î de serweriya rûsî li ser gelên rêncber ên Qazaxistanê hate ferzkirin; keştiyên rûsî yên ku li rojhilatê Asyayê digeriyan, sala 1849an gihiştin qeraxên jêrîn ên çemê Amûrê, êdî wan tengavên navbera Saxalînê û erdnîgariya Asyayê kifş dikirin. Şirketa Rûsî-Amerîkî ya ku sala 1799an hate damezirandin, beşeke peravên Alaskayê û giravên derdorê bi dest xistin.

1. 2. Bingehên nijadperestiya rûsî

Piştî Şerê Kirimê Qeyserîtiya Rûsyayê kete nava hin hewldanan; pergaleke rêveberiyê ya nû ji bo Polonyayê da amadekirin û xwest ku pergala xwe bi pêşengiya kesayetekî polonî yê rûspî Aleksander Wiyelopolskî li gelheya polonî bide pejirandin; lê belê bernameya alîgirê rûsan Wiyelopolskiyî ji aliyê poloniyan ve rastî bertekeke neyînî hat, tengezarî zêde bûn û di Çileya 1863an de serhildaneke çekdarî dest pê kir. Ev serhildana polonî hate pûçkirin; li deverên nêzikî tixûbê Lîtvanya û Ûkraynayê jî tevgera serhildanê bi tundî hate tepeserkirin. Piştî serhildana beravêtî, rayedarên rûs dest bi cezakirina welatparêzên polonî kir û dubendiyek avête nava gelê polonî; ji aliyekî ve beşdarên serhildanê ceza dikirin û ji aliyekî din ve jî bi riya “çaksaziya mêrg û zeviyan” şert û mercên gundiyên polonî pir xweş dikirin. Di rastiyê de amadekar û nivîskarên wê stratejiyê Nîkolay Mîlyûtîn û Yûrî Samarîn bûn; wan hem dixwest ku ji gundiyan sûd wergirin hem jî plan dikir ku bi riya “çaksaziyeke siyasî” polîtîkayeke dij-polonî li ser dezgehên perwerdehiyê û rêveberiyê bişopînin. Ev her du çaksazî bi qasî 15 salan bi rijdî hatin kudandin û heta sala 1880î polonî gihiştin sînorekî xeternak: ne tenê li deverên pirneteweyî zimanê perwerdehiyê vegeriyabû rûsî, li dibistanên seretayî yên deverên polonînijad jî tenê bi zimanê rûsî perwerdehî hebû. Di destpêkê de, hemû çînên polonî rexne li têkçûna xwe girtin û demildest bi ziman û hişmendiya xwe ya netewî ve zeliqîn; di encama vê berxwedana çandî de salên 1890î du partiyên siyasî yên xurt xuya bûn: Neteweperwerên Demokrat û Partiya Sosyalîst a Polonî. Bêguman ev partî derveyî qanûnên sepandî hatibûn rêkxistin û li ser bingehê dijayetiya Rûsyayê hatibûn damezirandin. Rayedarên rûs, piştî serhildanên sala 1863an hemû çalakiyên neteweperweriya ûkraynî bi tundî tepisandin û nîşaneyên neteweyî yên ukraynî hatin qedexekirin; di sala 1876an de jî hemû weşanên bi zimanê ûkraynî hatin astengkirin û tenê ji belgeyên dîrokî re destûr hate dayîn. Lê belê li rojhilata Galîçyayê ya li ser sînorê Awistiryayê bi qasî çend milyonan gelheyeke ûkraynî hebû; ne tenê ziman, lê çalakiya siyasî jî li wê derê ber bi geşbûnê ve diçû, dîroknasê mezin ê ûkraynayî Mîxaîl Hrûşevskî û nivîskarê sosyalîst Mîxaîl Drahomanov berhemên xwe li wê derê diweşandin û wêjeya siyasî ya Ûkraynayê bi qaçaxî ji sînorî derbas dibû. Di salên 1890î de ji demokrat û sosyalîstên ûkraynî komên biçûk ên nepen (derveyî qanûnên sepandî) li ser axa Rûsyayê hebûn.

Ji salên 1860î û pê ve Qeyserîtiya Rûsyayê li deverên sînorî yên welêt polîtîkayeke “rûskirin”ê (Russification) meşand; ji bo xurtkirina pêgeha ziman û neteweya rûsî ketibû nava liv û tevgeran, ji bo hêsankirina rêvebirina qeyseriyê girîngî dabû ferzkirina zimanê rûsî. Her çend dezgehên fermî yên rûsî bi zelalî daxwaz ji welatiyên xwe yên nerûs nedikir ku dev ji ziman, netewe û ayînên xwe berdin; lê belê bi rijdî plan dikir ku zimanê rûsî bibe zimanê serdest (lingua franca), bi dilxweşî abala (mezhebguherîna) ber bi ortodoksiyê ve pêşwazî dikir, destûr nedida kesî ku ji ortodoksiyê derkeve û dîsa vegere ayîn û mezheba xwe ya berê.

Polîtîkaya qeyserîtiyê ya rûskirinê rengedengekî berwarkî (paralel) dît; ji çend rojname û kovarên naskirî yên neteweperest piştgiriyeke eşkere wergirt. Di vê navberê de bîrdoziya “filetiya neteweyî” (national messianism/национальный мессианизм) bala civaka rûs jî kişand û piştî çend salan Nîkolay Yakovlevîç Danîlevskî (1822-1885) bi berhema xwe ya bi sernavê “Rûsya û Ewropa”yê (1869) xwedî li vê ramanê derket; li gorî teoriya Danîlevskiyî her nijad di astên ciwanî, navseretî û pîrbûnê re derbas dibû û di dawiya dawîn de ji holê radibû yan jî ji hêz diket. Îcar Danîlevskiyî nijada slavî di qonaxa ciwaniyê de destnîşan dikir û nexşeyeke civakî-siyasî ji bo pêşketina ramana xwe pêşkêş dikir: “Divê yekîtiya cîhana slavî pêk were, paytextê wê yê paşerojê bibe Konstantînopolîs (Stenbol) û ji hêla qeyserekî ortodoks ve were rêvebirin. Heke nijadên din nikaribin çandên xwe bilind bikin û ji bo hebûna xwe berxwedanekê bimeşînin, divê cîhana slavî di nava wan de rola Îsayê Mesîh (rizgarker) bilîze; lê belê divê bê zanîn ku pêşketineke rasteqîn an jî bêkêmasî tuneye, ji ber ku çerxa dîrokê bi dorvegerî dizivire.”1 Piraniya alîgirên rûskirinê armanceke sereke dabû pêşiya xwe û ev siyaseta qeyserîtiyê diparast; di vê çarçoveyê de: divê li navenda qeyserîtiyê nasnameyeke neteweyî ya rûsî hebûya, her kes ji bo parastina vê nasnameyê bi dilsozî tevbigeriya, li hemberî neteweperestiya gelên kêmjimar bertek nîşan bidaya û li dijî gefeke potansiyel a perçekirina qeyserîtiyê şer bikira.

Di dawiya sedsala 19an û destpêka sedsala 20an de encamek ji encamên rûskirinê yên herî navdar mijara qerf û henekan bû; ew kesên ku ji qeyserîtiyê re dilsoziyeke domdar nîşan dabûn, di vê maweyê de rastî polîtîkayên “pişaftina tîr” hatibûn; ji mafên xwe yên neteweyî û îmtiyazên çandî bêpar mabûn. Wekî mînak: almanên parêzgehên Baltîkê ji zanîngehan bêpar mabûn û dibistanên wan ên navîn ên kevneşopî jî bi zimanê rûsî perwerdehî dida. Rast e, alman xwediyên erdê û niştecihên dewlemend bûn û sedemeke wan a beraqil jî hebû ku ji rûsan hez nekin; lê belê gelên letonî û estonî nerazîbûn nîşanî çalakiya qeyserîtiyê ya li dijî almanan nedabû. Her çawa hebe, dema ku zimanê rûsî li şûna zimanê almanî hate bicihkirin, letonî û estonî bi xurtî ji vê polîtîkaya zimanguhertinê tengezar bûbûn; êdî wan jî nedixwest ku dev ji baweriya xwe ya lûterî berdin û di bin pest û fişara ortodoksiyê de bijîn.2 Her wiha dema ku statuya xweser a Fînlandiyayê hate betalkirin, gelek aliyên fînlandî di sala 1890î de li dijî siyaseta St. Petersbûrgê derketin; di sala 1904an de kurê senatorekî fînlandiyayî parêzgarê giştî yê rûs kuşt û li dijî polîtîkayên Rûsyayê berxwedaneke pasîf li her derê dest pê kir. Destwerdanên rûsan berdewam dikir û rayedarên rûs vê carê jî dest danîn ser çalakiyên rêxistina dêrên ermenî û dibistanên girêdayî wan dêran; piştî daxistina dergehên van rêxistin û dibistanan, berxwedaneke pasîf a xurt û berfireh hate nîşandan. Ev destwerdan li Kafkasyayê jî nehate pejirandin û di nava ermeniyên kevneşopî yên rûsyahez de jî tirs û fikar peyda bûn.

Di vê sedsalê de misilmanên tatar ên geliyê Volgayê ji aliyê aborî û çandî ve gelekî pêşketî bûn; ber bi dawiya sedsalê çîneke bazirganiyê ya berbiçav û destpêkeke rewşenbîriya neteweyî pêk anîbûn, lê herî zêde wan ji polîtîkaya rûskirinê ya qeyserîtiyê ziyan dîtibû. Dêra ortodoksî jî hertim hewl dida ku misilmanan ji ayîna wan vegerîne û ji bo vê yekê hevrikiyek ketibû navbera misilman û ortodoksan. Hin komên biçûk ên neteweyî jî di encama vê hevrikiyê de dihatin pişaftin; wekî nimûne neteweyên fînî-ûgarî yên pûtperest ayînên xwe bi ser ortodoksî û misilmaniyê ve diguherandin û ayînguhertinê rê li ber girjiya dijminatiya her du aliyan vedikir. Dîsa jî bazirganên tatarî ji kîsên xwe dibistanên nûjen vekiribûn; bi vî awayî li ser bingehê ramanên demokratîk ên nûjen çîneke bijarte ya perwerdekirî diafirandin. Divê bê gotin ku li Asyaya Navîn jî jiyaneke nûjen bi zorê dihate sepandin; lê belê polîtîkaya rûskirinê ewqasî ne xurt bû û li erdên nû dagirkirî rêveberiya kolonyalîst a rûsî sînorkirî bû. Ev dever bi “serweriya nerasterast” ji dûr ve dihate rêvebirin; her wiha qeyserîtiyê hewl nedida ku tevna civakî ya kevneşopî bi pergaleke nûjen re biguherîne, rêveberiya wê ya dûreke dişibihî kolonyalîzma împaratoriyên brîtanî û frensî.

Ji ber sedemên dîrokî û kevneşopiyên ayînî rewşa cihûyan pir dijwar bû; bi sedsalan pêrgî cudakariyeke civakî û aborî hatibûn, bi giranî li ser pîşeyên bazirganî û rewşenbîriyê bûbûn pispor. Lewre cihûyan çîneke karsaz a xurt û tevgereke radîkal a siyasî afirandibû; her wekî hemû sermayedaran wan ji çînên jêrîn nefret dikir, her wiha wan jî wekî sosyalîstan ji burokratên qeyserîtiyê hez nedikir. Piştî kuştina Aleksanderê Duyem li deverên cihêreng çend bûyerên lînçkirinê li dijî cihûyan qewimîn; di encamê de rûs ji xewnên pişaftina cihûyan hişyar bûn, wan civaka cihû ya Rûsyayê jî hişyar kir ku dev ji xewnên rewşenbîriya li ser şêwaza Ewropaya rojavayî berde. Piştî van bûyerên lînçkirinê di nava refên rayedaran de nefreteke gelemperî li dijî cihûyan peyda bûbû; ber bi dawiya sedsalê êdî cihû û şoreşgerên sosyalîst bi heman şêwazî dihatin pêşwazîkirin, ji bo hebûna qeyserîtiyê wekî “kesên xeternak” dihatin pênasekirin.3

Mahmud Beyazidi - Vikipedi

2. Mîrgehên Kurdistanê: Tengbûna erdnîgariyê û helwestên neteweperweriya kurdî

2.1. Sedemên tengbûna erdnîgariya Kurdistanê

Berî nirxandineke dîrokî ya neteweperweriya kurdî divê sedemên tengbûna erdnîgariya Kurdistanê bên ronîkirin ku pêşengên kurdan ên wê sedsalê, armancên wan ên şopandî, vegotinên tevlihev ên derbarê wan de û tevgerên li dijî wan xebitandî jî derkevin holê. Wihareng divê bê gotin ku heta destpêka sedsala 19an mîrekiyên kurdan kar û barên xwe yên hundirîn bi awayekî kevneşopî dimeşandin; hem ji bo şerên hundirîn hem jî ji bo şerên derveyîn diçûne hawariya dewletên navendî yên osmanî û qecerî.

2.1.a. Geşedanên li Ewropayê: Di sedsalên 18 û 19an de ewropiyan derfeteke bêhevta bi dest xistibû; hem alav û amûrên pêşketî yên teknolojîk hildiberandin û difirotin hem jî sermayeyeke zêde li Ewropayê berhev dikir. Ev Şoreşa Pîşesaziyê ya ku li Keyaniya Brîtanyayê derketibû holê, hêdî hêdî li rojavaya Ewropayê, bakurê Amerîkayê û Japonyayê belav bûbû; piştre van dewletên pîşesaz hem hilberînên xwe li çar nikarên cîhanê bazar kirin hem jî welatên paşvemayî ji bo dabînkirina keresteyên pêwist dagir kirin ku kanên wan ên madenan û materyalên xam veguhêzin fabrîqeyên xwe.

Ji aliyekî din ve, Şoreşa Frensî (1789-1799) û şerên Napolyonî yên ji bo hinerdekirina rêgezên şoreşê jî bûyerên pir girîng ên sedsalên 18 û 19an bûn. Şoreşa Frensî ne tenê keyaniya mutleq a Fransayê hilweşandibû; her wiha li şûna kavilên wê komarek ava kiribû, Dêra Katolîk mecbûr kiribû ku reformên cidî pêk bîne, bi vî awayî li tevahiya cîhanê rêberiya tevgerên neteweperwer kiribû, serdemeke nû di dîroka Ewropa û cîhanê de dabû destpêkirin.

2.1.b. Têkçûnên osmanî û qeceriyan ên li hemberî Qeyseriya Rûsyayê: Artêşa Rusyayê ya bi fermandariya Mîxayîl Mîloradovîçî 2ê Hezîrana 1807an di Şerê Obîleştiyê de artêşa osmanî ya Balkanê şikand; her wiha yekîneyeke rûsî ya bi fermandariya Îvan Gûdovîçî dakete Qersa Kurdistanê û artêşa osmanî ya bi fermandariya Kor Yusuf Ziyauddin Paşayî têk bir. Di Şerê Zarûşadê yê 18 Hezîrana 1807an de 20 hezar şervanên osmanî -yên ku piraniya wan kurd bûn- li pêşberî 17 hezar şervanên rûsî têk çûn; di encama van şerên bejahiyê yên li eniyên rojava û rojhilatê de Qeyserîtiya Rûsyayê hêz û şertên xwe li ser osmaniyan ferz kirin. Ji aliyekî din ve hêzên deryavan ên rûsî bi fermandariya Dmîtrî Senyavînî deryavaniya osmanî ya bi fermandariya Seydî Elî Paşayî şikand; Fîloya Rûsî di Şerê Çanakkaleyê yê 22-23ê Gulana 1807an û Şerê Lîmniyê yê 19-22 Hezîrana 1807an de hêzên osmanî tarovaro kirin, di encamê de li Deryaya Egeyê azadiya çalakiyê bi dest xist, serdestiya xwe ya li ser Gurcistanê xurt kir û zexta xwe ya li ser çerkesan jî zêde kir. Îcar di pêvajoya van şeran de li Stenbolê aloziyekê rûda; di encama serhildana Kabakçi Mustafayî ya 29ê Gulana 1807an de Siltan Selîmê Sêyem ji ser text hate daxistin û li şûna wî Siltan Mistefayê Çaremîn derkete ser text. Lê belê di heyama Siltan Mistefayî de jî tevliheviyeke mezin çêbû, Artêşa Yenîçeriyan qesra desthilatdariyê desteser kir û Siltan Mehmûdê Duyem di sala 1808an de bi alîkariya Artêşa Yenîçeriyan li ser textê seltenetê rûnişt. Siltanê osmanî yê nû di destpêka desthilatdariya xwe de Artêşa Yenîçeriyan -a ku ji balkanî û kafkasiyan pêk dihat- şande şer sînorên rojavayî ku bi talanên nû xezîneya dewletê dagire; lê belê serketinên Rûsyayê yên di navbera salên 1806-1812an de çiviyên osmaniyan sist kirin. Ji aliyekî din ve Sirbistana ku di dema van şeran de hertim serhildan li dar dixistin û ji Rûsyayê piştgirî werdigirt, di sala 1817an de gihişte mafê xweseriyê.

Çi li ber bayê Şoreşa Pîşesaziyê-Şoreşa Frensî û çi ji ber rêveberiya talanker a osmanî, tevgerên neteweperwer ên balkanî dest bi serhildanan kir; di dirêjiya sedsala 18 û 19an de dewleta pirneteweyî ya osmanî rastî serhildanan hat, beşeke Balkanê û rojavaya Kafkasyayê ji destê osmaniyan derketin. Di nava 100 salî de ev wilayet ji bin nîrê osmaniyan rizgar bûn: Moldova (Besarabya, 1812), rojhilata Fasê (Paşatiya Cezayîrê, 1830), Yûnanistan (1832), Behreyn (Mîrekiya Behreynê, 1861), Tûnis (1881), Ûganda (Eyaleta Xeta Istiwayê, 1882), rohjilata Etyopyayê (Mîrekiya Herarê, 1882), Cîbûtî (Eyaleta Hebeşê, 1884), Erître (Eyaleta Hebeşê, 1885), Somalî (Devera Zeylayê ya Eyaleta Hebeşê, 1885).

Wihareng rojavayê Kafkasyayê û Xoresan jî di encama şerên rûsî-qecerî de ji destê qeceriyan çûn. Di nava 100 salî de deverên Daxistan, Gurcistan, Ermenistan û Azerbaycanê li gorî bendên Peymana Gulistanê (1813) û Peymana Turkmençayê (1829) ji rûsan re man; her wiha tevahiya Tirkistanê, Ozbekistan, Tacîkistan, başûrê Qazaxistanê û başûrê Qirqizistanê, Merw, Serexs û Eşkava jî li gorî bendên Peymana Axalê (1881) gihiştin rûsan.

2.1.c. Sihvedana geşedanên ewropî, têkçûnên osmanî-qecerî yên li hemberî rûsan û encama serkeftinên rûsî li ser Kurdistana osmanî, qecerî û rûsî: Bazirganiya Ewropayê, bi taybetî jî hêza pîşesaziyê ya Ingilîstanê dewleta osmanî şil û şeht kiribû; ji aliyekî din ve şerên demdirêj ên li Balkan û Kafkasyayê xezîneya dewleta osmanî vala kiribû, êdî sultanê osmanî nikarîbû berjewendiyên aborî yên bazirganên xwe biparêze. Her wiha Qeyserîtiya Rûsyayê ji aliyê bakurî ve gef li rojhilat û rojavaya Îranê dixwar; roj bi roj beşek ji axa wê desteser dikir û derhata darayî ya dewleta qecerî her ku diçû kêm dibû. Ji aliyekî din ve Şoreşa Frensî ziravê dewletên rûsî, osmanî û qecerî qetandibû; her sê împaratoriyên rojhilatî yên pirnijad divê gelên xwe yên bindest di poteyekê de bihelandana.

Lewre divê Siltan Mehmûdê Duyem ji bo têkçûnên xwe “aliyê gunehkar” destnîşan bikira, fatûreya mezaxtinên şeran li gunehkarên destnîşankirî bar bikira û pêwistiyên xezîneya dewletê ji hundir ve dabîn bikirana; lewre di destpêkê de wî bi Yenîçeriyan re hevalbendî kir ku hêza waliyên eyaletan bişkîne, piştre zivirî ser yenîçeriyan bi xwe û ev artêş jî bi tevahî ji holê rakir. Ev bûyera sala 1826an ji aliyê osmaniyan ve wekî Bûyera Xêrxwaziyê (Vaka-i Hayriye) hate binavkirin; lê pêkhateyên berhevkirî yên balkanî ku qet jê kêfxweş nebûbûn, jê re digotin Bûyera Nepakiyê (Vaka-i Şerriyye). Lewre piraniya 135 hezar şervanên Yenîçeriyan li dijî Siltan Mehmûdî serhildanek li dar xist; piştî ku serhildan hate tepisandin, piraniya Yenîçeriyan hatin daliqandin, sirgûnkirin an jî zîndankirin û li şûna wan hêzeke leşkerî ya nûjen hat damezirandin.4 Siltan Mehmûdê ku dijberên xwe tepeser kiribûn û hêzeke leşkerî ya nûjen ava kiribû, ji tirsa rûsan û windakirina tevahiya Balkanê newêribû zêdetir zext û zoriyan li ser çavkaniya xwe ya mirovîn bike; ji ber ku bi sedsalan Balkan û Kafkasya baxçeyê paşîn ê dewletê bû, her sal bi hezaran zarokên dîlgirtî bi “perwerdehiya qefesxaneyan” dibûne leşkerên artêşa osmanî û siltanê osmanî nedixwest şahrega xwe bibire. Lewre divê berê xwe bidaya hundir; bi bihaneya “pergala rêveberiyê ya nû” mîrgehên xweser ên kurdan bixesandana, derhatên wan rasterast bi paytext Stenbolê ve girêdana. Her wiha siltanê osmanî yê sunî Siltan Mehmûd bi şahê qecerî yê tirknijad Feth Elî Şah re ketibû pêşbaziyekê (dibe ku hevpeymaniyekê) û şahê qeceran ê şiî çi bikira, wî jî bi terzê sunî heman tişt dubare dikir; lewre dema ku qeceran xeneq li kurdan dişidand, wan jî hêdî hêdî tirkên qecerî teqlîd dikirin.

Dema ku Qeyserîtiya Rûsyayê dît ku osmanî û qeceriyan dest bi talankirina mîrgehên kurdan kiriye, rûsan jî bi ser erdnîgariya kurdan re êrişî her du dewletan kir. Serbazekî demên dawîn ên qeyserîtiyê, Fedorovîç Tyûtçev (kurê helbestvan Fedor Îvanovîç Tyûtçev) di rojnivîska xwe de wiha dinivîsî: “Me di nava 24 saetan de ermenî kirin berdestî û xulamokên xwe; lê kurd serhişk in, xiyanetê li gelê xwe nakin. Heta ku kurd şkestineke mezin nexwin, ji me re rêya deryayên germ jî venabe. Di şer de em her serkeftî bûn; heke kurdan ji ermenî yan jî rûsan kesek bikuşta me ji wan 10-20 kes dikuştin. Bi vî awayî, dibe ku me milyonek kurd kuştibin; lê dîsa jî wan serî netewand û heta ber deriyê Erzeromê jî li ber xwe da. Tu carî ji bîr neke ku kurd dijminên me ne; her wiha kurdên li Rûsyayê dijîn jî…”5 Piştî ku Qeyserîtiya Rûsyayê serheda kurdan (Daxistan, Gurcistan, Ermenistan û Azerbaycan) şikand, ber bi jêr daket; bi wê lez û hovîtiyê Qers, Nexciwan, Erzerom, Bazîd, Wan, Mûş, Bedlîs, Herdewêl, Culfa, Tewrêz û bakurê Xoresanê dagir kirin; rûsan di van êrişên xwe de ne tenê mîrekiyên kurdan ji holê rakirin; her wiha komkujiyên mezin jî pêk anîn, kurdên bakurî (serhedî, aranî û xoresanî) koçber kirin, li şûna wan ermenî û biyanî bi cih kirin, kurdên radestbûyî jî yan bi zimanekî tirkî pişaftin an jî sirgûnî nava tirkan û rûsîaxêvan kirin.

2.1.d Destpêka şikîna dewlet û mîrgehên kurdan

Li gorî tevahiya dîroknasên ereb û fars, damezirînerê dewleta pîşdadiyan Ferîdûnî desthilatdariya xwe di navbera sê kurên xwe yên “Îrec”, “Selm” û “Tûr” de pareve kiriye; lê belê Selm û Tûrî bi komployekê Îrec kuştiye û Ferîdûnî ev yek qebûl nekiriye. Lewre piştgirî daye neviyê xwe yê Manîçehrî ku tola bavê xwe ji her du apên xwe wergire. Manîçehr bi alîkariya hevalbendên xwe yên Qaren û Nerîman hem tola bavê xwe werdigire hem jî dawiyê li desthilatdariyên wan tîne.6

Hê di destpêkê de divê bê gotin: Hilweşîna dewleta sefewî û pêşbirka di navbera qecerî û zendiyan de îştahê rûs û osmaniyan rakiriye û dîrokê xwe dubare kiriye; têkçûna zendiyan a li hemberî qeceriyan jî rê li ber hilweşîna tevahiya mîrgehên kurdan vekiriye. Divê bê zanîn ku Aran (Gurcistan, Azerbaycan û Ermenistan) hê ji mêj ve landika gelek dewlet û mîrekiyên kurdan bû; lê belê Şah Ebasê Yekem (1571-1629) ji bo parastina sînorên bakûrê rojhilata Îranê çendek hozên kurd ji bakurê rojavaya Îranê veguhestibûn Xoresanê. Bi vê mebestê Hoza Şadî li derdora Bucnûrdê, hozên Zeferanî, Keywanî û Emanî jî li devera Qûçanê niştecih bûbûn. Cihê daxê ye ku vê polîtîkaya Şah Ebasî destê kurdan li Aranê kurt kir û valakirina deverê ji hozên kurd dawî li serweriya wî jî anî. Bi rastî ji heyama Silhedînê Eyûbî ve hejmara kurdên devera Aranê her ku diçû kêm dibû; lê koçberkirina van eşîran bandoreke neyînî li ser demografya û etnografyaya devera Aranê hiştibû û pişaftina kurdan leztir dikir. Ji aliyekî din ve şerên demdirêj ên di navbera sefewî û osmaniyan (her wiha avşarî û qeceriyan) de jî encameke neyînî derxistibû holê; destê kurdên sunî di desthilatdariyê de her ku diçû kurt dibû, lê destê tirkmen û tatarên şiî (ku paşê wekî azerî hatin naskirin) jî xurtir dibû. Li milê din kurd, tirkmen û tatar di nava hev de dijiyan; hêza zimanî ya kurdan her ku diçû lawaztir dibû, lê dîsa jî çendek mîrgehên wan ên xweser hebûn.

Piştî hilweşîna dewleta sefewî (1722), Dewleta Zendiyan a kurd hate ser desthilatdariyê û wan jî parêzgehên Kafkasyayê bi kurdan xurt nekirin; loma jî pişaftina kurdên mayî leztir bû, destê tirkmen û tataran xurt bû û serweriya navendî ya zendiyan sist bû. Dîsa cihê daxê ye ku Axa Mihemedê Qecerî hêza xwe li Aranê xurt kir û dawî li serweriya zendiyên kurd anî; piştre yek bi yek parêzgehên kurdan bi dest xistin. Osmanî û rûsan ev derfet ji bo dagirkirina deverê bi kar anî û pêşiyê Petroyê Gewre di havîna 1722an de bi êrişekê Derbend dagir kir. Osmaniyan jî piştî salekê (havîna 1723an) dest bi dagirkeriyê kir û heta sala 1725an hemû parêzgehên Kafkasyayê yên sefewî dagir kirin; lê belê, hozên kurd ên deverê bi dijwarî li ber xwe dan. Gava fermandarê Qeredaxê yê osmanî Evdirezaq Xan bajarê Herdewêlê dagir kir, di bihara 1726an de Şahsevaniyan7 li devera Muxanê û Şikakiyan jî li Meşkînê li dijî osmaniyan serî hildan; lê belê ev serhildan piştî sê şerên mezin (Gulan 1826, Cotmeh 1728, Çile 1729) şikiyan.

Di heyama avşariyan (1741-1745) de Nadir Şahê Avşarî gelek tîreyên şikakiyan sirgûnî Xorasanê kirin; lê belê piştî kuştina wî ya sala 1747an, Şikakî dîsa vegeriyan ser warên xwe yên li Meşkînê û Mîrgeha Seravê ya Kurd bi pêşengiya Elî Xanê Şikakî ava kir.8 Her wiha kurdên Qûçanê yên zeferanî xwedîyên mîrnişîniyeke xweser bûn; di karên navxweyî de serbixwe bûn, zagon û dadgehên wan ên taybet hebûn, pêwendiya wan a bi dewleta navendî re tenê şandina baca salane bû. Nadir Şah dixwest ku wan bike bin fermana xwe; loma bi keça îlxanê kurdan re zewicîbû (nasnavê mîrên kurd ji serdema sefewiyan heta qeceriyan îlxan bû) û sûdek ji vê pêwendiyê wernegirtibû. Di dawiya destelatdariya xwe de dixwest ku êrişî kurdên Xoresanê bike; lê berî sepandina biryara xwe li nêzikî Keleha Qûçanê di konê xwe de hate kuştin (1747).

Di serdema qeceriyan de (1789-1925) tevahiya Aran û Xoresanê bi hukimeta navendî ya Îranê ve hate girêdan. Li gel vê yekê parêzgehên Serav, Rewan, Tewrêz û Xoyê yên Aranê, her wiha Qûçan û Bucnûrdê yên Xoresanê teqez di destê kurdan de bûn; di dawiya sedsala 18an de Mîrê Seravê Sadiq Xanê Şikakî, mîrê Rewanê Hisên Xan, mîrê Tewrêzê Xwedêda Xanê Dunbulî û mîrê Xoyê Hisên Qulî Xanê Dunbulî bû.

2.2. Helwestên neteweperweriya kurdî

Lêkolînerê kurd Ozman Elî di berhema xwe ya bi sernavê “Tevgera Kurdan a Hevçerx/El-Hereket’ul-Kurdiyyet’ul-Mu’asire” de rewşa giştî ya kurdan (sedsala 19an) wiha dinirxîne: “Ji sedsala 16an heta serdema Siltan Mehmûdê Duyem mîrnişîniyên kurdan ên kevneşopî bi awayekî serbixwe Kurdistan bi rê ve dibir; lê belê siltanê osmanî Mehmûdê Duyem bêyî ku artêşeke alternatîf saz bike, bi pêşniyara şêwirmendên xwe yên ewropahez biryar da ku Artêşa Yenîçeriyan were hilweşandin, hemû rêveberiyên kevneşopî yên kurdan bi hukimeta navendî ve bên girêdan, karmendên tirk dest bi rêvebirina deverên kurdnişîn bikin û di encamê de valahiyeke ewlehiyê li seranserî Kurdistanê qewimî. Dema ku osmaniyan mîrgehên kurdan rûxandin, kurdan xwe siparte şêxên terîqetan ên qadirî û neqşebendî.”9 Lêkolîner û dîroknasê kurd Celîlê Celîl jî serdema piştî rûxandina mîrgehên kurdan wiha ronî dike: “Balyozê Rûsyayê yê li Erzeromê di raporekê de diyar dike ku kurd û ermeniyan -bêyî ku sedem û miqdarê bizanibin- baceke giran dida dewletê; piraniya gelheya kurdan ev tevgera dewletê fêm nedikir, tehsîldarên bacê bi bihaneya bacê malê çandiyaran talan dikir, bêyî ku serjimariya gund û sermeyayên gundiyan were hesibandin bi tundî ev bac dihate berhevkirin. Lewre çandiyar bi malbatî koçberî gund û bajarên din dibûn ku li şûna miriyan û terkewelatan jî bacê nedin.”10

Gava mirov li zanyariyên berî rûxandina mîrgehên kurdan dinêre, du pêvajoyên balkêş derdikevin pêş çavan: 1. Têkçûna osmaniyan a li Balkanê û xurtbûna qeceriyan a li Kafkasyayê 2. Teqlîdkirina osmaniyan a pêngavên qeceriyan û pêşbirka wan a li ser dagirkirina Kurdistanê. Lê belê divê bê gotin, piştî ku di navbera qecerî (Feth Elî Şah) û osmaniyan (Siltan Mehmûdê Duyem) de Peymana Erzeromê ya sala 1823an hatiye girêdan êdî heta roja îroyîn tu carî şer derneketiye. Gelo qeceriyên ku li ser kavilên Dewleta Zendî ya kurd desthilatdariya xwe ava kir çima careke din bi osmaniyan re şer nekir? Gelo di navbera wan de li ser wêrankirina Kurdistanê peymaneke veşartî hebû? Piştî ku qecerî li hemberî rûsan têkçûn fatûreya windahiyên xwe li tevahiya kurdan birîn; ji ber ku kurd hevalbend û paşmayeyên zendiyan bûn, dijminên wan ên ezelî bûn. Li gorî Mihemed Emîn Zekî Begî, çawa ku qeceriyan mîrgehên Serav, Tewrêz û Xoyê yên Aranê ji holê rakirin berê xwe dan Xoresana kurd; Feth Elî Şahî rasterast êrişî her du mîrgehên kurdan ên Xoresanê (Qûçan û Bucnûrdê) kir, lê encamek negirt û loma neçar ma ku bi wan re tifaqekê çêke. Vê tifaqê zêde nekişand û di sala 1832an de Ebas Mîrzayî bi artêşeke giran êrişî Qûçanê kir; berpirsên topxaneya artêşa qecerî fermandarên payebilind ên ingilîz bûn û berxwedana kurdan ji ber kêmasiya çekên pêşketî şikiya. Wezîrê Parastinê Ebas Mîrzayî îlxanê wê serdemê yê Qûçanê Riza Qulî Xan desteser kir; pêşiyê ew bire Tehranê, ji wir jî sirgûnî Tewrêzê kir, di dawiyê de ji holê rakir û kurê wî Sam Xan li şûnê bû îlxanê Qûçanê. Mîrnişîniya Qûçanê ava, zengîn û hêzdar bû; lê Mîrnişîniya Bucnûrdê hejartir û kêmhêztir bû, hinek eşîrên tirkmen jî beşeke vê mîrnişîniyê bûn ku navê mîrê van mîrnişîniyan “îlxan” bû.11 Qeceriyan di destpêka dijminatiya xwe de rasterast berê xwe neda Mîrgeha Erdelanê û heta sala 1868an mîrgehên kurdan ên biçûk û dorgirtî daqurtandin; ji ber ku sînorê Mîrgeha Erdelanê digihişt xaka Kurdistanê ya hevgirtî, êrişeke li ser wê di destpêkê de gelekî xeternak bû.

Di destpêka sedsala 19an de osmaniyan jî teqlîda qeceriyan kir; mîrgehên nêzikî paytextê yên kurmanc ji derba paşîn re hiştin, hêza kurdên soran a herî dûr ji paytextê perçiqand (Serhildana Evdirehman Paşayê Babanî, 1806-1808 û Serhildanên Mîr Ehmed Paşayê Babanî, 1812). Piştre vegeriyan ser deverên dimilî yên Xarpêt, Erzingan, Dêrsim, Çewlik û Amedê (1818-1820); piştî tepeserkirina dimiliyan, osmaniyan berê xwe da êzidiyên Colemêrg, Rewanduz û Şengalê û ew jî serkut kirin (1830-1833). Ji ber ku hêza deverên soran baş nehatibû kelkûtkirin, di navbera salên 1830-1833an de Serhildana Mîr Mihemed û Serhildana Mîr Mihemed Paşayê Kor jî hatin şikandin. Piştî feşkilandina serhildanên soran, dimilî û êzidiyan dor hate Cizîra Botan; ji ber ku osmaniyan per û baskên Kurdistanê rûçikandibûn, êdî dikaribûn welêt serdanpê dagir bikin û gewdeyê wê vexin erdê. Bi vê mebestê, osmaniyan di sala 1834an de bi êrişeke gelemperî desthilatdariya xwe bi ser kurdên kurmanc de sepand û berteka pêşîn ji kurdên Xerzanê hat (Amed, 1839). Ji ber van êriş û çavsoriyên neheq Bedirxan Paşayî di sala 1843-1846an de tevgereke neteweyî li dar xist; ji ber ku şoreşa wî têk çû, Mîr Yezdanşêrî li devera Hekarî û Botanê li dijî desthilatdariya osmanî rabû (1855), hêzên kurd ji Bedlîsê heta Mûsilê bi dest xist û hemû deverên di navbera Wan û Bexdayê de bi ser mîrekiya xwe ve berdan. Cihê daxê ye ku ev serhildan gişt hatin şikandin; lewre Şêx Ubeydullahê Nehrî dakete meydana berxwedanê (1880) û serhildana wî jî şikiya. Divê bê gotin ku amadekariyên serhildana Şêx Ubeydullahê Nehrî ya neteweyî berî 1880an dest pê kiribû; ji ber ku wê serdemê Osman Paşayê Bedirxanî di navbera salên 1877-1878an de li devera Cizîrê bi serhildanekê re mijûl bû û îstixbarata rûsî jî di sala 1878an de bi raporekê qala tevgera Şêx Ubeydullahî ya piralî û navneteweyî dikir: “Rapora Konsulê Rûsî yê li Tebrîzê ji bo Balyozê Tehranê yê Rûsyayê Î. A. Zînovîyev, 31 Çileyê Pêşîn 1878, Tewrêz. Birêz Îvan Alekseyevîç! Çendek berê, gotegotek gihîşt vir ku şêxê navdar ê kurd Ubeydullah dîsa girseyên hevalên xwe yên eşîrî û pir-ayînî li dora xwe dicivîne. Çawa ku min dikaribû hîn bibim, niha şêx li hemberî hukimeta osmanî zimanê hêrsê diceribîne; dixwaze ji Kurdistana osmanî dewleteke serbixwe ava bike ku bibe serokê wê û bajarê Mûsilê ji xwe re wekî paytext hildibijêre. Lê belê heta niha tenê amadekariyek dimeşe û hê jî biryar wekî çalakiyekê nehatiye lidarxistin. Wekî ku ji hin çavkaniyên pêbawer agehdar bûm, tevgera Şêx Ubeydullahî bi tevayî nehatiye dorpêçkirin; rêberê kurd bi Şerîfê Mekkeyê û Xidîvê Misirê (Mihemed Elî Paşa, o. m.) re pêwendî girêdane, lê ez nizanim bê ka ev pêwendî ber bi ku ve diçin û serwerên Mekke û Misirê di vê tevgerê de çi rolê dilîzin. Her çend ez nikarim rastiya bêkêmasî ya vê nûçeya dawîn piştrast bikim, lê dîsa jî min wekî peywira xwe dîtiye ku her tiştê min bihîstî bigihînim cenabê we. Ez benî, bi rêzgirtineke kûr û dilsoziyeke rastîn dibêjim ku şanaziya min bi cenabê te yê birêz heye. Karmendê we yî herî dilnizm Krebl.”12 Bêguman serhildanên kurdan ên li dijî sitemkarî û nepakiyan ranewestiyan; piştî Serhildana Şêx Ubeydullahî, Emîn Elî Bedirxanî jî li devera Erzinganê şoreşek meşand (1889) û bi vî awayî hejmara serhildanên kurdên Osmanistanê gihişte 12 şoreşên mezin. Cihê daxê ye ku di van tevgerên li dijî peymanşikandin û destdirêjiya osmaniyan de ziyaneke giran gihişt kurd û Kurdistanê ku heta niha jî giştpirsiya wê nehatiye kirin.

Gava mirov li wêjeya osmanî ya nîv-farsî dinêre, digihêje wê qinaetê ku osmanî hertim li hemberî farsan bi derûniyeke nefsbiçûkiyê jiyane; piraniya siyasetên wan bertekeke sunî ya teqlîdkirî ye, bêhna kompleksekê jê difûre, di nava wan de girjkirina dijayetiya mezheba şîeyê û teqlîdkirina çanda farsan kevneşopiyeke gelemperî ye. Qeceran hê di sedsala 18an de dest bi wêrankirina dewlet û mîrgehên kurdan kiribû; osmaniyên teqlîdkar jî di destpêka sedsala 19an de gihiştibûn biryareke berwarkî (paralel) ku berê xwe bidin Kurdistanê û mîrgehên wan serkut bikin. Wisa xuya dike ku di navbera qecerî û osmaniyên tirknijad de hevahengiyeke tepeserkirina kurdan hebû û her du aliyan jî hewl dida ku kurdan biavêjin nava diranên mengeneyekê; lê kurd jî vala nesekinîn û di tevahiya sedsalê de tu rehetiyek nedane her du dewletan. Ji aliyekî din ve mirov nikare hatina rûsan a Aran, Serhed û Xoresanê tenê bi dagirkeriyê şîrove bike; ji ber ku daketina rûsan a vê qadê ji ber zilma her du desthilatdariyan a li dijî gelên gurcî, ermenî û fileyên din bû ku rêberê ortodoksan ev yek qebûl nedikir. Rûsên ku ji dewleta “Altûn Orda/Konê Zêrîn” ya tataran gelek ziyan û zilm kişandibû, di heyama xwe ya hêzdariyê de dixwest bi mîrkutekî xurt serê tevahiya tirknijadan bipelixîne; lewre dest bi dagirkirina tevahiya erdnîgariya tirknijadan kiribû û dema ku qeceriyan di dawiya sedsala 18an de Aran dagir kir jî rûsan derfeteke zêrîn bi dest xist.

Gelo mirov dikare bibêje ku daketina rûsan a bakurê Kurdistanê bertekeke êrişên osmanî û qecerî bû? Ji bo bersivandina pirseke wiha divê mirov belgeyan nîşan bide ku di destê me de belgeyên rûsî yên balkêş hene. Malpera dîjîtal a Federasyona Rûsyayê “https://drevlit.ru” (Bîblîyoteka Drêvnîx Rûkopîsey/Pirtûkxaneya Destxetên Kevnare) derbarê kurdan de belgeyeke sala 1828an weşandiye ku zanyariyên rûsên wê çaxê wiha rave kirine: “Kurd neviyên Partên kevnar in ku li Aşûristan û Mezopotamyayê belav bûne. Bi zimanê aşûrî ji Partan re ‘kerad’ dihate gotin ku ev peyv paşê vegeriyaye navê ‘kurd’; welatê wan wekî Kurdistan hatiye navandin ku bi giranî niştecihên wê kurd in. Heta serdemekê beşeke Çiyayê Torosê bi navê Kurdo dihate naskirin ku bi gelemperî havînê ji aliyê hin hozên kurdan ve dihate ziyaretkirin. Ne li Qeceristanê ne jî li Osmanistanê, kurd bindestiyê ji tu kesî re nakin; lê kêmasiyeke wan heye ku qedr û qîmetekî biçûk didine serwerê xwe. Li ser xaka xwe û di bin konên xwe de dijîn… Kurd hertim pir wêrek in, di karên leşkerî de pir jêhatî ne; bi wêrekiya xwe ya domdar li hemberî hemû ceribandinan rawestiyane û Mihemedî derbarê wan de gotiye: «Ev mirovên han bi hêzên hevgirtî tevdigerin û dikarin rengekî cuda bidin tevahiya cîhanê.» Kurdên Osmanistanê, miletekî pir bedew, xwedî awireke serbilind û zindî ne. Ji heft saliya xwe de dest bi xebitandina çekan dikin û jin jî heman tiştî dikin; bi werzişê heta radeyekê hêza laşî bi dest dixînin, bi gelemperî di rêgezên sereke yên baweriyê de Şerîeta Mihemedî dipejirînin, lê mezheba wan kêmekê cuda ye. Di nava wan de çend gundên taybet bi fileyên nestorî hene ku dûrî gef û tengezariyan in, azadane dijîn. Kurd jî mîna gelê Manî yê Moreyê (Yûnanistan) xelatan nadin keçên xwe yên mêrkirî; lê ew bi xwe qelendekî ji zavayan distînin û ev jî tê wê wateyê ku malbavana keçê endameke malbatê ya kêrhatî di jiyana navxweyî de winda kiriye, lewre mafê wan heye ku şûna vê valahiyê (bi qelendekî) dagirin. Hozên kurd ên sereke li doraliya Erzerom, Dimeşq (Şam), Amed, Heleb û Mûsilê di navbera sermiyan û germiyanên xwe de diçin û tên. Kurd li bajarê Mûsilê cureyekî pêlavên kaxezî yên hêja hildiberînin ku jê re “mûsilî” tê gotin. Li gorî zanyariya ku herî zêde nêzikî pêbaweriyê ye, tenê li Osmanistanê 160 hezar konên kurdan hene; di bin her konî de herî kêm du kesên gihiştî hene ku fêrî cureyekî karên leşkerî bûne. Hemû sermayeya kurdan ji keriyên pez-dewaran pêk tê; di nava welatê xwe yê zengîn de bi taybetî çavên xwe li cihên baş digerînin, ew çêregehên guncayî (munasib) yên ku hildibijêrin divê bi gelemperî qet nêzikî peravên hişk û ziwa nebin.”13

Encam:

Gelo ev neteweya ku rûsan ewqasî pesna wan dida û koka wan digihande “Dewleta Partî” ya kevnare, çima jiyana wan a sedsala 19an bi şer, neheqî, sitemkarî û komkujiyan hate dagirtin? Bêguman ji bo bersivandina vê pirsê divê mirov ji têkçûna Dewleta Zendî dest pê bike û ber bi hilweşandina mîrgehên dawîn ên kurdan were. Lê belê divê helwesta kurdan a neteweperwer wekî bertekeke nijadperestiya osmanî-qecerî-rûsî neyê şîrovekirin; ji ber ku Ehmedê Xaniyî hê di destpêka sedsala 18an de xîmên “helwesta kurdan a neteweperwer” di “Dîbace”ya “Mem û Zîn”ê de avêtibûn, gazî “dewleteke serbixwe” ya kurdan dikir, rê-rêçikên gihiştina vê armancê diyar dikirin. Wisan dixuye ku sedsala 19an rengvedaneke xewn û xeyalên wî bûye û pêşengê wêjeyî yê vê serdemê jî bêguman Mele Mehmûdê Bazîdî bûye.

Çavkanî:

Ansîklopediya dîjîtal a “Britannica“yê (2021), “https://www.britannica.com”.

Celîlê Celîl (1979), Intifadat’ul-Ekrad 1880, wergera erebî: Siyamendê Sêrtî, Rabitatu Kawa: Beyrût.

Malpera dîjîtal a “Bîblîyoteka Drêvnîx Rûkopîcey”/Pirtûkxaneya Destxetên Kevnare (2021), “https://drevlit.ru

Mihemed Emîn Zekî Beg (2001), Zubdeyê Tarîxê Kurd ve Kurdistan, wergera farsî: Rûşen Erdelan Yedullah, weşanxaneya Tûs: Tehran.

Ozman Elî (2011), El-Hereket’ul-Kurdiyyet’ul-Mu’asire, Dirasetun Tarîxiyyetun Wesaiqiyyeh 1833-1946, Dar’ut-Tefsîr: Hewlêr.

Jêrenotên tekstê:

1https://ru.wikipedia.org/wiki/Данилевский,_Николай_Яковлевич; dema gihiştinê: 30.07.2021; 00:33.

2Ortodoksî û lûterî du mezhebên filetiyê ne.

3https://www.britannica.com/place/Russia/Russification-policies; dema gihiştinê: 04.08.2021; 05:31.

4https://en.wikipedia.org/wiki/Decline_and_modernization_of_the_Ottoman_Empire; dema gihiştinê: 01.08.2021, 04:33.

5Дневники Карса и Эрзурума, каталог воспоминаний, д. 45 / URS / krd, 1922 г.

6https://www.ancient-origins.net/ancient-places-asia/early-rulers-persia-part-i-pishdadian-dynasty-005439; dema gihiştinê: 04.08.2021; 00:02.

7https://iranicaonline.org/articles/shahsevan; dema gihiştinê: 04.08.2021; 00:13.

8https://en.wikipedia.org/wiki/Sarab_Khanate; dema gihiştinê: 04.08.2021; 00:43.

9Ozman Elî, El-Hereket’ul-Kurdiyyet’ul-Mu’asire, Dirasetun Tarîxiyyetun Wesaiqiyyeh 1833-1946, Dar’ut-Tefsîr: Hewlêr, r. 26-27.

10Celîlê Celîl, Intifadat’ul-Ekrad 1880, wergera erebî: Siyamendê Sêrtî, Rabitau Kawa: Beyrût, 1979, r. 23.

11Mihemed Emîn Zekî Beg, Zubdeyê Tarîxê Kurd ve Kurdistan, wergera farsî: Rûşen Erdelan Yedullah, weşanxaneya Tûs: Tehran, 2001, c. 2, r. 278-279.

12ВОССТАНИЕ КУРДОВ 1880 ГОДА, Донесение русского консула в Табризе послу в Тегеране И. А. Зиновьеву, АВПР, ф. «Миссия в Персии», 1877—1896 гг., д. 1202, лл. 4, 4 об; her wiha bnr.: http://drevlit.ru/docs/turky/XIX/1860-1880/Kurd1880/text.php; dema gihiştinê: 05.08.2021; 05:03.

13Текст воспроизведен по изданию: О курдах турецких и персидских // Вестник Европы, Часть 159. № 8. 1828; bnr.: http://drevlit.ru/docs/turky/XIX/1820-1840/Vestnik_Evropy_II/o_kurdach_tureckich_1828.php; dema gihiştinê: 05.08.2021; 01:23.

Published by Omitê Mistefê (ئۆمتێ مستەفێ)

OMITÊ MISTEFAYÊ Bekirê Brahîmê Evdilahê Qelenderê Nêçîrvanê Eşrefê Keleşê SAKÎ CELALÎ 197?, Bazîd, KURDISTAN ئۆمتێ مستەفێ ئۆمتێ مستەفایێ بەکرێ براھیمێ ئەڤدلاھێ قەلەندەرێ نێچیرڤانێ ئەشرەفێ کەلەشێ ساکی جەلالی ١٩٧؟، بازید، کوردستان

Leave a Reply

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out /  Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out /  Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out /  Change )

Connecting to %s

Create your website with WordPress.com
Get started
%d bloggers like this: