Nexşeya zimanê kurdî li ser erdnîgariya Şahname û Kurdgalnamekê

A. Destpêk: Kurd wekî endamekî malbata gelên aryayînijad B. Kurdî wekî endamekî malbata zimanên aryayî C. Awireke giştî li serdemên zimanê aryayî 1. Serdema Pîşdadiyan: Aryayiya pêşîn û geşedana dengsaziya wê 2. Serdema medoparsî/keyanî: Niviştên “Bîstûn”ê û fermîkirina zimanê aryayî yê kevnare 3. Serdema eşkanî: Bandora dagirkeriya romiyan li ser qelsbûna zimanê aryayî û zêdebûnaContinue reading “Nexşeya zimanê kurdî li ser erdnîgariya Şahname û Kurdgalnamekê”

Şûnwara zimanê kurdî li ser etlesa zimanên cîhanê

Destpêk Beriya ku mirov şûnwara zimanê kurdî li ser etlesa zimanên cîhanê nîşan bide, di destpêkê de divê ziman û etlesa wî bên destnîşankirin; piştre şûnwara kurdan û nexşeya belavbûna zimanê kurdî bên eşkerekirin. Di vê xebata destpêkî de, mijara gotarê li ser du beşan hatiye parevekirin: bi gelemperî “ziman” û bi taybetî “zimanê kurdî”.Continue reading “Şûnwara zimanê kurdî li ser etlesa zimanên cîhanê”

Par vî çaxî derketibûm Bazîda Jorîn

Par derketibûm Bazîda Jorîn, çûbûm serdana Xanîyî, jêra gorê kendal eKeçekê duaya mirazan dinehwirand; gava li min fetilî, min dît ku Kejal e Qederê em anîbûn cem pîrê mamosteyan, lê armancên me cuda bûn ji hevLi vê cîhanê rasthatineke seyr bû, lewra min gote dilê jar: “Êdî menale!” Min merhebatî da Kejalê bi xatirê bavContinue reading “Par vî çaxî derketibûm Bazîda Jorîn”

Di berhemên latînî de Çiyayê Agiriyê wekî çiyayê herî bilind ê welatê kurdan

Pêşek Îro lêkolînerê kurd Rohat Alakomî li ser hesabekî xwe yê medyaya civakî nûçeyek weşand û rê li ber vê lêkolînê vekir ku sipasdarê cenabê wî me. Alakomî digot ku lêkolînerê fînî Ericus Erici Tigerstedtî sala 1679an tezeke latînî ya bi navê “De inclutis montibus Ararat”1 (Derbarê Çiyayên Navdar ên Araratê de) amade kiriye; xebataContinue reading “Di berhemên latînî de Çiyayê Agiriyê wekî çiyayê herî bilind ê welatê kurdan”

Keşfeke nû ji bo dîroka kurdan: Di berhemên latînî de kurd û welatê wan Kurdistan

-Awireke nûjen li dîroknasiya ewropî ya berî Ronesansê: Bikaranîna ferhengên latînî yên erdnîgariya Încîlê wekî çavkaniyên dîroka kurdan a kevnare- Pêşek Berî çend rojan lêkolînerê kurd Dara Gimgimî du rûpelên berhemeke latînî li ser rûpela xwe ya medyaya civakî weşandin û keşfeke nû ji bo dîroka kurdan a kevnare da destpêkirin. Lêkolînerî bi van herContinue reading “Keşfeke nû ji bo dîroka kurdan: Di berhemên latînî de kurd û welatê wan Kurdistan”

Heke demokrasî tiştekî pir xweş be, divê bi kurdî û ji bo kurdan be I

-Di çarçoveya bîr û baweriyên serdema xwe de şîroveyeke zanistî ya nûjen ji bo “Mem û Zîn”a Ehmed Xaniyî- Pêşek Bi texmîna min, beşeke rewşenbîriya kurd “Mem û Zîn”a Ehmed Xaniyî şaş şîrove dike; ji peyamên wî yên kûr “mafê zinaya bêsînor”, “çavsoriya hevşabûnê” û “wêrekiya li hemberî serwerên kurdan” fêm kiriye. Bêguman pêwistî biContinue reading “Heke demokrasî tiştekî pir xweş be, divê bi kurdî û ji bo kurdan be I”

Di sedsala 19an de hişmendiya giştî ya Rûsya û Kurdistanê

-Awireke giştî li heyama Lev Tolstoy û Mele Mehmûdê Bazîdî: Bingehên nijadperestiya rûsî û neteweperweriya kurdî- Pêşek Her wekî di gotarên pêştir de jî hatibû gotin, ji bo berawirdkirina jînenîgariyên Lev Tolstoy û Mele Mehmûdê Bazîdiyî pêwistî bi naskirina dem û dewranên wan heye; vê carê jî em awireke giştî li hişmendiya giştî ya RûsyaContinue reading “Di sedsala 19an de hişmendiya giştî ya Rûsya û Kurdistanê”

Di sedsala 19an de rewşa wêjeyî-hunerî ya Rûsya û Kurdistanê

-Awireke giştî li rewşa wêjeyî-hunerî ya serdema Lev Tolstoy û Mele Mehmûdê Bazîdî- Destpêk Bêguman ji bo berawirdkirina du kesayetên dîrokî naskirina dem û dewranên wan karekî pêwist e; me jî di çarçoveya rêzegotarekê de hewl daye ku awireke giştî li rewşa wêjeyî-hunerî ya serdema Lev Tolstoy û Mele Mehmûdê Bazîdî bigerînin. 1. Di sedsalaContinue reading “Di sedsala 19an de rewşa wêjeyî-hunerî ya Rûsya û Kurdistanê”

Rêbaza şêwazî-rêjeyî ya nirxandina wêjeyî

-Sepandinek li ser strana “Gênc Xelîl” û helbesta “Zahidê Xelwetnişîn” a Ehmedê Xaniyî- PêşekHer dara ku tê kesaxtin bejn diavêje û zêdetir bilind dibe; her dara bê xwedî peraş dide û bi erdê ve dizeliqe. Wêje jî bi nirxandin û rexneyê bi pêş ve diçe; lê divê rê û rêçikên van nirxandin û rexneyan hebin.Continue reading “Rêbaza şêwazî-rêjeyî ya nirxandina wêjeyî”

Create your website with WordPress.com
Get started