Blog

“Antropolojiya kurd, kurdî û Kurdistanê” (2023) li ser vê lînkê ye:

Ev berhem encama deh salên xwendin û lêkolînan e ku me di qalibê mirovnasiyê (antropoljiyê) de ro kiriye; bêguman berî me jî hinek hewldanên antropolojiyê yên destpêkî hatine amadekirin. Hêjayî diyarkirinê ye ku “Adat û Rusûmatnameyê Tewayifê Ekradiye” (Mela Mehmûdê Bazîdî, 1859) ji bo mirovnasiya kurdî çavkaniyeke girîng e; lê dîroka nivîsandina wê vedigere berî…

Ziman wekî rengvedana rêveberiya gewherî

Pêşek Gava em behsa zimên dikin, gelek kes mirûzê xwe tirş dikin û diperçifin; lê em neçar in ku rabin û rûnin û bibêjin “ziman”. Ji ber ku ziman bi xwe pergalek e û pergala rêveberiya her neteweyê jî li ser zimanê wê tê avakirin. Bifikirin ku dikaneke we heye û tê de hemû keresteyên…

Paşeroja fêrkirina werziş, wênesazî û muzîkê li Rojavaya Kurdistanê

-Awireke zanistî ya berawirdkirî ligel rexneyeke çaksaziyê: dagirtina naveroka pirtûkên dersê li gorî zanistên perwerdekariyê û çend pêşniyar ji bo sererastkirina şaşiyên kevn- Pêşek Bêguman perwerdekarî plankirina jiyaneke xweş a di nava aştî û aramiyê de ye, ne ku mirineke birûmet a di nava şer, tengasî û kêmderfetiyan de ye; di nava mirovan de jî…

Paşeroja fêrkirina zimanê kurdî li Rojavaya Kurdistanê

-Awireke zanistî ya berawirdkirî ligel rexneyeke çaksaziyê: dagirtina naveroka pirtûkên dersê li gorî zanistên perwerdekariyê û çend pêşniyar ji bo sererastkirina şaşiyên kevn- Pêşek Bêguman ji aliyê dîtbariyê ve şaristanî li ser hêma (sembol), alfabe û jimareyan ava dibin; lewre pergala fêrkirina her zimanî neçar e ku van her sê hêmanan bi hev re bi…

Îzoglosa zimanê kurdî di navbera rêziman û rewanbêjiyê de – 1

Pêşek Em vê gotarê bi ser xatirê Dr. Behrûz Şucaî dinivîsinîn; camêrî berî çend rojan li ser hesabekî xwe yê medyaya civakî em hişyar kiribûn ku sernava gotarê ya wekî “Di zimanê kurdî de axaftinên şîfrekirî” şaş e û teqlîdeke zimanê tirkî ye. Li gorî nirxandina wî, divê sernav wekî “Axaftinên şîfrekirî di zimanê kurdî…

Mîrateya kevneşopî ya mantiqa kurdî 

            -Awireke giştî li bingehê zimanî-çandî yê mantiqa kurdan digel rexneyeke çaksaziyê-             Destpêk             A. Li gorî astên dîrokî çarçoveya giştî ya hişmendiya kurdan             1. Li gorî “Kurdgalnamek”ê kurdê heyamên kevnare û çarçoveya mantiqa wî ya jiyanê             2. Li gorî çavkaniyên hedîsî-dîrokî kurdê serdema îslamê û çarçoveya jiyana wî ya dînî            …

Nexşeya zimanê kurdî li ser erdnîgariya Şahname û Kurdgalnamekê

A. Destpêk: Kurd wekî endamekî malbata gelên aryayînijad B. Kurdî wekî endamekî malbata zimanên aryayî C. Awireke giştî li serdemên zimanê aryayî 1. Serdema Pîşdadiyan: Aryayiya pêşîn û geşedana dengsaziya wê 2. Serdema medoparsî/keyanî: Niviştên “Bîstûn”ê û fermîkirina zimanê aryayî yê kevnare 3. Serdema eşkanî: Bandora dagirkeriya romiyan li ser qelsbûna zimanê aryayî û zêdebûna…

Şûnwara zimanê kurdî li ser etlesa zimanên cîhanê

Destpêk Beriya ku mirov şûnwara zimanê kurdî li ser etlesa zimanên cîhanê nîşan bide, di destpêkê de divê ziman û etlesa wî bên destnîşankirin; piştre şûnwara kurdan û nexşeya belavbûna zimanê kurdî bên eşkerekirin. Di vê xebata destpêkî de, mijara gotarê li ser du beşan hatiye parevekirin: bi gelemperî “ziman” û bi taybetî “zimanê kurdî”.…

Loading…

Something went wrong. Please refresh the page and/or try again.


Follow My Blog

Get new content delivered directly to your inbox.

Design a site like this with WordPress.com
Get started