Heke demokrasî tiştekî pir xweş be, divê bi kurdî û ji bo kurdan be I

-Di çarçoveya bîr û baweriyên serdema xwe de şîroveyeke zanistî ya nûjen ji bo “Mem û Zîn”a Ehmed Xaniyî-

ahmedê xanê (@ahmedxan1) | Twitter

Pêşek

Bi texmîna min, beşeke rewşenbîriya kurd “Mem û Zîn”a Ehmed Xaniyî şaş şîrove dike; ji peyamên wî yên kûr “mafê zinaya bêsînor, “çavsoriya hevşabûnê” û “wêrekiya li hemberî serwerên kurdan” fêm kiriye. Bêguman pêwistî bi sererastkirina vê şaşiyê heye; lê ev sererastkirin ne karê nivîsekê û diduyan e, ne karê pirtûkekê û ansîklopediyekê ye, ne jî karê rêxistinekê û çend saziyan e. Ev karê pergal û sazûmana kurdî ya giştî ye ku divê ji heft saliyan heta heftê saliyan her kes û sazî tê de cih bigirin. Dibe ku hinek kes bibêjin “madem pergal û sazûmaneke kurdî ya yekgirtî tuneye; wisan e, bila ev pêşniyar bimîne wê roja ku derfet çêdibin”. Bi rastî heke Ehmedê Xanî jî wiha bifikiriya, dê hizrên xwe veşartana û projeya xwe ji nifşa paşerojê re bihişta; lê wî wisan nekir, bi meşa kûsiyekî teral rev û tevgerek bi kêvrîşkê re da destpêkirin. Em ê di rêzegotarekê de hewl bidin ku beşeke “Dîbace”ya “Mem û Zîn”ê şîrove bikin; dibe ku sernav cuda bin û tu têkiliyeke wan sernavan bi manîfestoya helbestvanê gewre re tunebe, lê di dawiyê de şopînerên hêja dê bigihêjin çend mebestên “Mem û Zîn”ê, ew dê bi xwe jî hinek şaşiyên xwe û kesên din sererast bikin.

Destpêk

Beriya ku Ehmedê Xanî qala “sedema nivîsîna pirtûkê bi zarê kurdî” bike, tam 5 (pênc) gav avêtine; ango piştî pênc astan dest bi armanca nivîsandina berhema xwe ya kurdî kiriye û çarçoveyeke giştî ya dîwanî daye pêşberî xwendevanên xwe. “Hostayê qelemê” û xwediyê “pênûsa zêrîn” dikaribû wê çîroka navdar wekî ku bihîstiye bi pexşankî binivîsanda; lê wî wisan nekir, zimanekî dîwanî yê giran hilbijart, çîroka xaskurmancî ya rewan veguhaste zimanekî desthilatdariyê yî têkel, pexşana çîrokî bi zimanê helbesta dem û dewrana xwe hûnand û zimanê kurdî derxiste asta zimanên wêjeyî yên ku sê çandên îslamî yên serdema wî bi kar dianîn: erebî, farsî û osmanî. Wê serdemê her helbestvanê hosta li ser kêşa erûzê ya erebî berhemên xwe dihûnandin û wî jî wisan kir; her kesî bi pesna Xwedê û Pêxemberê Îslamê -silav lê bin-, li gel pêşkêşeke tijî gazin û duayan dest bi axaftinê dikir û wî jî wisan kir. Wisan e, berî ravekirina mesnewiya bi navê “Mem û Zîn”ê divê mirov ji heyama me ya niha veqete; bi makîneyeke nîgaşî biçe sedsala 16an, li gorî bûyer û çemka (feraseta) wê çaxê dest bi vereşandina şîfreya “Da Vinci”ya kurdan bike.

1. Li ser navê şahkara wêjeya kurdî çend gotin

Her çiqas mesnewiya “Mem û Zîn”ê ji serdema nivîskarî bi xwe û pê ve bi vî navî were naskirin jî, di kevneşopiya destxetî ya Bazîdê de navê wê “Dîwan’ul-Edeb” e. Wisan e, li gorî barkêşên wêjeya Bazîdê yên wê serdemê: ev berhem ne tenê mesnewiyeke çîrokî bûye, ne tenê helbesteke dirêj a “eşq û meşq”ê bûye, ne jî tenê destaneke helbestî bûye; li gorî wan, ev berhem namzedeke “dîwana rêveberiya wêjeyê” bûye ku her ayîn û baweriyê karibûye nûnerên xwe tê de bibînin, alaveke pêşbaziyê ya destnivîskarên Bazîdê bûye ku wan berhema helbestvanê xwe ji ser hemû şahkarên din ên kurdî û biyanî re girtiye. Bi vî navê erebî wan xwestiye ku bibêjin “ev pirtûk ji aliyê alimekî misilmanan ve hatiye nivîsandin, namzedê mîraniya edebiyatê ye, dikare dîwana umeta misilman berhev bike û bi rê ve bibe, di çarçoveya şaristaniya misilmanan de dikare bi zimanê kurdî jî dîwanê bigerîne, va ye qad û karwan, va ye pêşniyara bendeyê rehmanî li hemberî tarîbana ramanên şeytanî”. Her çawa hebe, li hinekan jî xweş hatiye ku navê wê bişibihînin dîwanên farsî yên navdar, loma bi mafdariyeke ku wêjeya kurdî ne kêmî şahkarên farsî ye, dibêjinê “Memozîn”. Ji aliyê zanistî ve heke xebatên pêştir navê kevneşopî yê destnivîskarên Bazîdê bipeyitînin û biçespînin, divê navê wê yê resen “Dîwan’ul-Edeb” be û tu şermeke wê jî tuneye; ji ber ku gelek berhemên rojavayî bi navên xwe yên latînî navdar bûne û wisan jî amaje bi wan tê kirin, her wiha di wêjeya tirkî û farsî de jî gelek nimûneyên wê hene.

2. Li ser navê afirînerê “Mem û Zîn”ê çend gotin

Carinan di çapemeniya kurdî û civaka nûjen a Bazîdê de rastî hinek navan têm ku axêver dixwazin navê afirînerê “Mem û Zîn”ê Ehmedê Xaniyî li gorî kêf an jî bihîstinên xwe yên kevneşopî vebêjin; mebestên wan ên rastîn nayên zanîn, lê dibe ku hinek sedemên wiha li paşperdeya wê navandinê hebin: Kesên ku dibêjin “Ehmedê Xanê”, tu dibêjî qey vî helbestvanê kurd dişibihînin dengbêj Resoyê Gopala û dixwazin gundê bav û kalên wî yên bi navê “Xanê” bidin ser navê wî, bi ravekeke navdêrî nîşan bidin ku xelqê wê derê ye. Diyar e ku ev navandineke gelêrî ye; kesên ku nikarin derkevine pêgeha zanayekî xwenda, wî dişibihînin dengbêjekî an jî kesayeteke civakî ya gerok, bêrêziyê li meqama wî dikin, wî tînin asta xwe, dikine mêvanê kolika xwe ya jihevdeketî û hevalê derbederiya xwe. Îcar hin kes li Bazîdê û doraliya wê dibêjin “Xanî Baba”, teqlîda tirkên osmanî û komarî dikin; wekî ku tirkên laîk “baba”yekê didine ser navên derwêşên xwe yên navdar û pêwendiya wan bi “babayên mafyayî” ve girêdidin, tu dibêjî qey kurd jî xwe bêxwedî dihesibînin, xwe dispêrin “zatê Xwedê” yî ku “bavtî”ya wî dişibihe rola derwêşên tirkan ên ku civaka wan qedr didinê û wî wekî “bavê menewî” (dermansazê derûnî) dipejirînin. Nayê zanîn bê ka ev navandin li cem bazîdiyan çawa peyda bûye, lê divê bê gotin ku di çanda tirkan de (û carinan li ba kurdan jî) wateyeke “baba”tiyê hebû; derwêşên wekî “Baba Ishaq” li dijî siltanên sitemkar derdiketin û desthilatdariya fermî nedipejirandin, piştre dema ku civaka oldar ber bi civakeke laîk ve hate guhastin pêşengên mafyayî yên derqanûnî ev rol wergirtin, li dijî sitemkariya karmendên dewletê yan jî hêzdaran bi darê zora xwe çareserî dîtin ku “Kurd Idrîs” yek ji wan bû, di nava gel de wekî “baba” hatiye navandin û wî bi xwe jî di çapemeniyê de sipasiya Xwedê kiriye ku li kêleka bavtiya dewletê de bavtiya wî jî hatiye rojevê. Li nava civaka gundewar a Bazîdê û temenmezinan navê wî hertim “Ehmed Efendiyê Xanî” û “Hezretî Xanî” ye û diyar e ku ev her du navandin ji serdema wî bi kevneşopiyeke devkî gihiştine roja îroyîn; îcar navên karmendên fermî yên sivîl bi “efendî”yekê dihate vegotin, “beg” û “axa” payeyên pergala hozdarî bûn, “mîr”, “xan” û “paşa” jî piranî payeyên leşkerî û desthilatdarên mezin bûn. Heçî ku navê “Hezretî Xanî” ye, navandineke resen a devera Bazîdê ye ku bi meqama wî ya rûhanî re digunce.

…dê bidome…

Published by Omitê Mistefê (ئۆمتێ مستەفێ)

OMITÊ MISTEFAYÊ Bekirê Brahîmê Evdilahê Qelenderê Nêçîrvanê Eşrefê Keleşê SAKÎ CELALÎ 197?, Bazîd, KURDISTAN ئۆمتێ مستەفێ ئۆمتێ مستەفایێ بەکرێ براھیمێ ئەڤدلاھێ قەلەندەرێ نێچیرڤانێ ئەشرەفێ کەلەشێ ساکی جەلالی ١٩٧؟، بازید، کوردستان

Leave a Reply

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out /  Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out /  Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out /  Change )

Connecting to %s

Create your website with WordPress.com
Get started
%d bloggers like this: