“Ez her tiştî dizanim” an jî Trumpîzma zimannasên kurd

Piştî weşandina alfabeya kurdî û belavbûna torên medyaya civakî hejmara kurdên zimannas ewqasî zêde bûye ku ji bo kontrolkirina kalîteya gotinên wan pêwistî bi saziyeke nalbendiyê çêbûye û divê ev sazî li gorî her simê nalekî taybet û bizmarên cihê bi kar bîne. Bêguman zimannasên ku ji piraniya zaravayên kurdî haydar in, ji farsiya kevn-teze fêm dikin, piçekê erebî dizanin û haya wan ji zimannasiya kurdî û cîhanê heye derveyî kontrola vê saziyê ne; her wiha ew dikarin alîkariya teknîkî jî bidin vê saziyê:

1. Haya min ji geşedanên zimanî yên aliyên din tuneye; lê ji bakurê Kurdistanê çend tiştên xweş û beletewş dizanim. Li gorî gotina gotindaran rehmetî Mûsa Enter ferhenga xwe di zindanê de amade dike ku Feqî Hisên Sagniç jî digel wî ye. Dema ku Apê Mûsa peyvekê dinivîse û ji hevalan dipirse, pirî caran Apê Feqî îtiraz dike û dibêje ku “dayîka min jî wiha digot”. Îcar rojekê hişê Apê Mûsa diçeliqe, peyvekê dibêje û berê xwe dide hevalan “welleh min ev peyv wiha tomar kir, heke dayîka kekê Feqî jî wisa dibêje em qebûl bikin û derbasî yeke din bibin”. Mala mezinan ava bibe, bi henek û tinazeyan dilên hev bişkandana jî şaşiyek sererast dikirin. Dibe ku ev salix ne rast be jî; lê tiştekî hînî me dike ku divê meriv nebe kelemê pêşiya vegotina rastiyekê.

2. Ji mamosteyên min ên pêşîn Zana Farqînî di destpêka karê xwe yê ferhengsaziyê de -wekî piraniya xwendayên kurd- ji bilî tirkiyeke şkestî tu ziman nizanibûn; her wiha li ser zimannasiya tirkî û zimannasiya giştî jî ne pispor bû. Wî camêrî ewqas peyvên çêkirî avêtin nava ferhengên xwe ku neheqiyeke mezin li xebatên xwe kir û ew xebat kirin bin şikê. Di dariştina piraniya peyvên xwe de serî li torneya peyvdariştinê ya Komara Tirkiyayê da, wê torneyê çawa peyv hilberandibûn wî jî wisan da pey wan û bi sedan (dibe ku bi hezaran) peyv avêtin nava kurmanciyê. Helbet ev peyv dê rojekê ji bo “dariştinên çewt û rast” bên bikaranîn; lê cihê daxê ye ku gelek kes wan wekî peyvên resen ên zimên dihesibînin, ne ku hilberînên atolyeyeke derveyî mercên tenduristiyê. Divê bê gotin ku rewşa mamosteyî ya kevn û teze jî nabin yek, niha mastera xwe li ser kurmanciyê amade kiriye, hay ji zimannasiya giştî ya kurdî û cîhanî (qe nebe yên bi tirkî û ingilîzî) heye; lê ew karê wî yê destpêkî dişibihe “keçrevandinek” û “kebîneke (nikaheke) neçariyê” û êdî ew bi xwe jî nikare şûna şaşiyên xwe bişo.

3. Elî Hisên Kerîm li ser etîmolojiyê gelekî serê xwe diêşîne û nizanim çiqasî serkeftî ye; lê duh êvarê bi etîmologekî kurd re bûme hevnas. Camêrê ku li ser Facebookê navê “Qandil Amed” bi kar tîne, li ser peyva “razan”ê nivîseke dirêj nivîsiye û şanenava mamoste Qendîl Şêxbizinî jî li binî xistiye. Di dawiyê de gotiye ku ev peyv ji pehlewiya kevn tê ku reh û rîşeyên wê digihêjin lêkera “açîten”ê, ango “çandin”ê. Îcar min jî şîroveyek jê re şand û agehdar kir ku celaliyên Bazîdê, bi taybetî milê rojhilat ê Çiyayê Agiriyê peyva “razan”ê taybet ji bo “zarokanîn”ê bi kar tîne. Li gorî xwe, min got “dibe ku ev agehî ji bo derxistina reh û rîşeyên peyvê alîkar bin”; lê camêrî ji camêriya xwe bersiveke dirêj da û pê kutan erdê ku gotina wî rasttir e. Bi rastî, ez ferhengsazekî heweskar bim jî ne rîşenas im (min da ser şopa mamosteyê xwe Z. Farqînî û peyva “rîşenas”ê li şûna “etîmolog”ê bi kar anî). Camêr Qendîl Şêxbiziniyî di dawiya lêkolîna xwe ya berawirdkirî de gotiye ku “ev mijar cara yekem ji aliyê min ve dikeve ber lêkolînê” û min xwest ku mijara wî ya patentkirî bi ezmûna zimannasên kurd ên din re jî derbas bikim. Bêguman gotina min ji lêkolîna wî re tuneye; lê ez ê jî li ser “reşekurmancî”ya xwe israr bikim:

a. Camêrî gotiye ku lêkera “razan”ê ji “ra+az+an”ê hatiye û nimûneyên wekî /rakirin, rawestin, raxistin../ dane. Li gorî min nimûne rast in; lê dabeşkirina morfeman şaş e. Ji ber ku reha peyvê ji “zayîn”ê tê. Ez ê jî mîna Apê Feqî bibêjim ku dayîka min Xatûna Eysayê Ehmedî beytar û ceraha şikestekên ajelan bû, ev pîşe ji kalikê min ê Eysa (wekî Eysayê Pitê jî tê naskirin) wergirtibû. Wê canikê gava pez û dewar biketana tengasiyê, bi gotineke din gava kar, berx, golik, dehşik û cehnî di pizdankê de biziviriyana û maka wan nikaribûya têjikê biavêje derve diya min beytarî dikir û ew derdixistin; heke dereng pê bihesiya têjik mirar dibû. Diya min ji wê beytariyê re digot “min filan mî/bizin zewand”, ango “zayand”. Li nav celaliyên bereka Çiyayê Agiriyê gelekî navdar e ku “zan/zayîn” ji bo ajelan e û “razan/razayîn” jî ji bo jinan e. Her wiha li ba me lêkera “razan/razayîn”ê ya bi wateya “nivistin”ê tuneye, em dibêjin “paldayîn: min pal da, ez ketim xewê”. Rast e, lêkera hevedudanî ya “paldayîn” li aliyê me şaş an jî mecazî tê bikaranîn, ji ber ku rastiya wê tê wateya “pal û pişta/kêleka xwe sipartin cihekî/tiştekî” ye; lê belê ev form piranî tê wateya “jixewreçûn”ê. Ev rewş li gelek deveran heye, wekî mînak peyva “poz” a bi wateya “bêfil/difin/kepîyê ya bakurî-başûrî li başûrî tê wateya “kun/qûn”ê. Ji bo piştrastkirina wateya peyvê, ez li mamoste Seyda Goyanî geriyam û camêrî piştî şîrovekirinê qala du bûyerên seyr kir: 1. Li gorî gotina wî demekê başûriyan şerm kiriye ku kilameke Şivan Perwerî bibêjin. Ew strana ku tê de “bêhna barûdê hate pozê min” derbas dibe, ji ber peyva “poz”ê li cem wan wekî straneke şermê hatiye pejirandin. 2. Dîsa li gorî gotina wî, li Kampa Mexmûrê du cînarên ku yek ji wan goyî bûye tendûrê vêdixin, yek dibêje hevala xwe: “Ka wan çîlikê xwe bîne, ez bidime ber terikê xwe.” Hevala wê jî dibêjê: “Çima tu çîlikê xwe nadî ber terikê mêrê min?”. Li ser vê yekê şer derdikeve, hinek kes birîndar dibin, derdor gazî hêzên asayîşê dikin û rastiya mijarê derdikeve holê ku hevoka ka wan çîlikê xwe bîne, ez bidime ber terikê xwe” li cem aliyekî tê wateya “ka wî endamê xwe yê çilsipî bîne û bide ber ewkê mêrê min” û li cem aliyekî jî tê wateya “ka wan çilpî-qirşikên ziravk bîne û bide ber darikên ter ku vêkeve”.

Li ba me jî pêkenokeke aliyê Giyadînê heye ku dibêje: “Rojekê celaliyekî bazîdî bi mêvandarî diçe mala heyderiyekî Giyadînê. Dema nivistinê keça malê ya xama dibêje pîremê: ‘Apo hiltire, ez dakurkurînim te’ ango ‘veleze, ez nivînê biavêjim ser te’. Pîremêrê belengaz nizanibûye bê ka çi bibêje, lê dîsa jî bi miremir gotiye: ‘Ka di apo de hal maye ku hiltirîne te û tu jî dakurkurînî ?’.” Bi rastî di kurmanciya Bazîdê de lêkerên “hiltirandin” û “dakurkurandin” tên wateya pêwendiya zayendî. Îcar “hiltirandin” tê wateya “pêkanîna xurt a karê zayendî” û “dakurkurandin” jî tê wateya “pêkanîna sist a karê zayendî”. Li gorî mêvanî keçê jê re gotiye ku ‘apo, tu cara pêşîn a xurt biqedîne û piştre ez ê jî cara paşîn a sist pêk bînim’.

b. Mamoste Qendîlî reh û rîşeyên lêkera “açîten”ê, ango “çandin”ê gelekî xweş nîşan daye; lê belê ji aliyê watenasiyê ve peyvên kurmancî yên “aj-ajdan-ajero”yê û “çand-çandin”ê li dijî hev in, di ajdan”ê de “hêşînbûn” û “hişyarbûn”eke jixweber heye û di “çandin”ê de “nivistin” û “meyîn/havêngirtin”eke desttêwerdayî/derveyîn heye; lê divê bê zanîn ku lêkera “zayîn” û “razayîn”ê ji bo giyaneweran tê wateya “lihevzêdebûn”ê û lêkera “ajdan”ê jî ji bo rehekan tê wateya “hêşînbûn” û “lihevzêdebûn”ê. Her wekî hate gotin, di “zayîn” û “ajdan”ê de rewşeke hişyariyê heye û di “çandin” û “nivistin”ê de rewşeke xewê heye.

c. Kekê Qendîlî gotiye ku “ra+az+an” û “ra+aj+an” dişibihin lêkerên soranî yên “hellajan” û “hilazan”ê ku bi pêşgira “-hell/-hil”ê hatine çêkirin û tên wateya “xewkirin”ê. Lê belê divê bê zanîn ku lêkera “hellajan” ji “hilhejandin”ê tê ku zarok bi “hejandin”ê tê xewkirin; her wiha “hilazan” jî ji lêkera “hil+lezandin”ê tê ku wateyeke nêzik dide.

d. Birêz Qendîlî di bersiva min de jî gotiye ku tîpa /d/yê ya peyvên /pird (pire/pir), zerd (zer), şad (şa), kêrd (kêr), mêrd (mêr), ard (ar), hûrd (hûr) û zad (za)/ ketine û hatine jêbirin. Divê bê gotin ku îro tîpa /d/yê ya hinekên van peyvên pêkhatî hîn jî zindî ne /zerdeçal (rehek), şadimanî, ardxavik, hûrde-mûrde…/. Her wiha gotiye ku tîpa /d/yê ya peyvên /şêrzad, azad, newzad, ferzad, keyzad/ nehatine jêbirin û di kurmanciyê de mane. Bi rastî di hinekên wan de formê bi tîpa /d/yê ketî jî heye: /aza, nûza, mîrza, biraza, xwarza, kanza…/ Ji aliyekî din ve guhertina tîpa /d/yê bi tîpa /y/yê hîn jî di zaravayê kelhurî, feylî û şêxbiziniyê de heye û nimûneya wê ya hera berbiçav peyva “adem” (mirov) e ku wekî “ayim” tê bilêvkirin; her wiha di kurmanciya Xoresanê de jî guherîn “dekim/yekim/ekim” (dikim) û di kurmanciya Xerzan û Behdînanê de jî ketina tîpa /d/yê “ez çim/diçim)” hene.

Encam:

Hêvîdar im ku kekê hêja Qendîl Şêxbizinî (an jî Qendîl Amed) dilê xwe ji min nekiribe ku bi vê bersivê şaşiya cenabê wî nîşan didim; her wiha hêvîdar im, kesên ku navên wan di vê gotarê de derbas bûne jî rexneyên min wekî dijûnekê nepejirînin, lewre ji pêş ve lêborîna xwe dixwazim. Dema ku ez ciwan bûm, min jî ferhengokeke bi navê “Ferhenga Destî -kurdî bi kurdî- “bi reklameke pişpişî ya “di dîroka kurdên bakurî de yekem ferhenga kurdî bi kurdî” weşandibû; lê belê di domana demê re dost û nasan rastiya qeysa bejna min nîşanî min da. Min ew rexne wekî cixareyeke vênexistî di ber guhên xwe re kirin û da ku di demeke tenahiyê de bi kêfa xwe bikêşim (şaşiyên xwe sererast bikim).

Di rexneya pêşîn de hevalekî ku navê wî nayê bîra min digot ku watedayîna peyvan werger e; gotina wî rast bû, min li ferhengên ingilîzî, erebî û tirkî nihêrî bû; piştre min bi mantiqeke kurdî wate dabû peyvan. Rexneyên herî kêrhatî yên mamosteyên hêja Samî Tan, Abdullah Keskîn û Ehmedê Dirihî bûn. Mamoste Samî gotibû ku “ji bo destpêkê karekî baş e, lê xwezila zayend û cureyên peyvan bihatana destnîşankirin”. Abdullah Keskînî digot ku “mirov nizane gelo ev ferhenga hevwateyan e yan ferhenga peyvên tarîfkirî ye”. Rehmetî Ehmedê Dirihî jî got ku “ev ferhengeke kurmancî ye, ji bo ku bibe kurdî divê peyvên zaravayên din jî hilde nava xwe”.

Heke em vegerin sernava nivîsê û dawiyê li gotarê bînin, divê bê gotin ku “kurd di destpêka fêrbûnê de ne û pisporê herî zana jî bi kêmasiyan ve dagirtî ye”. Lewre divê kesek nebêje “ez her tiştî dizanim” û êrişî hevalê xwe neke, bi sebr û tehemula biratiyê rexneyên hatî analîz bike û kêmasiyên xwe têkûz an jî rastiyên xwe perçîn bike. Heke na, em ê bikevin rewşa Trumpî bibêjin “ez her tiştî dizanim, min got û hewû di hilbijartina pêşîn de rekorê bidin destê reqîbê xwe. Jixwe di vê pêşbirka me de dost-reqîb jî tuneye, armanc nirxandina zanyariyan û gihiştina encamên zanistî ye, bi gotineke din armanca me xizmeta zimên e û qezenca me rastfêmkirina zimanê me ye.

Published by Omitê Mistefê (ئۆمتێ مستەفێ)

OMITÊ MISTEFAYÊ Bekirê Brahîmê Evdilahê Qelenderê Nêçîrvanê Mihesorê Eşrefê Keleşê SAKÎ CELALÎ 197?, Bazîd, KURDISTAN ئۆمتێ مستەفێ ئۆمتێ مستەفایێ بەکرێ براھیمێ ئەڤدلاھێ قەلەندەرێ نێچیرڤانێ ئەشرەفێ کەلەشێ ساکی جەلالی ١٩٧؟، بازید، کوردستان

Leave a comment

Design a site like this with WordPress.com
Get started