Hosteyê Çeqçeqokan: Postnişînê jûra mêvanan

Gava bav û kalên kurdan digot ku “aş xera kiriye, li pey çeqçeqokê ketiye” wan rewşa kesekî topavêtî (îflaskirî) û pilûtbûyî (di qumbarê de mal jê çûyî) diyar dikir. Îcar gava kesekî aşê xwe ji dest dabe û piştre bûbe hosteyê çeqçeqokan, divê tu hişyar bî; ji ber ku wî ji xwe re tu malContinue reading “Hosteyê Çeqçeqokan: Postnişînê jûra mêvanan”

Komediya neteweyî: Geşt û gerên Birêz Takela û alîkarê wî Maşela

Danteyî berhema xwe ya bi navê “Komediya Xwedayî” di sedsala 14an de nivîsîbû; pirtûk ji beşên dojeh, berzex û bihuştê pêk dihat. Di beşa “dojeh”ê de Dante di şevekê tarî de riya xwe şaş dike û dikeve daristaneke tarî. Bi sibehê re rastî Vergilius tê. Li gorî teswîra Danteyî dojeha 9 qatî kortaleke li binContinue reading “Komediya neteweyî: Geşt û gerên Birêz Takela û alîkarê wî Maşela”

Dasa kapîtalê û kaj

Berê li derveyî Bazîdê qadeke fireh a çopên bajêr hebû ku jê re digotin “kaj”. Vê kajê wekî gilêşdankeke gelemperî kar dikir û çopên saziyên fermî li vê derê kom dibûn, carinan çop tenê dihatin avêtin û carinan jî dihatin şewitandin; lê xizanên gundan û bajêr jî carinan diçûne ser vê gilêşdanka navendî, sûd jiContinue reading “Dasa kapîtalê û kaj”

“Ez her tiştî dizanim” an jî Trumpîzma zimannasên kurd

Piştî weşandina alfabeya kurdî û belavbûna torên medyaya civakî hejmara kurdên zimannas ewqasî zêde bûye ku ji bo kontrolkirina kalîteya gotinên wan pêwistî bi saziyeke nalbendiyê çêbûye û divê ev sazî li gorî her simê nalekî taybet û bizmarên cihê bi kar bîne. Bêguman zimannasên ku ji piraniya zaravayên kurdî haydar in, ji farsiya kevn-tezeContinue reading ““Ez her tiştî dizanim” an jî Trumpîzma zimannasên kurd”

Du bazirganên bazara kesad: Xanî û Tolstoy

Rewşa gelek xebatkarên qada wêjeya kurdî dişibihe Qudsa Şerîf, hinek li ber Dîwarê Girînê ne û hinek jî li ber Mizgefta Eqsayê ne; lê her du beş jî parsek in û parsên wan naşibihine hev. Yên ku li ber Mizgefta Eqsayê ne, tasekê datînin û dest bi dua-dirozgeyan dikin. Heke van kesan ji ereban parsContinue reading “Du bazirganên bazara kesad: Xanî û Tolstoy”

Çendîn rojên gewr li ber muzexaneya wehşetê?

Nizanim ev çendîn sal in ku kurd bi cil û bergên xwe yên rengîn li benda “trêna demokrasîyê” ne? Trêna demokrasiyê ya ku kurd li bendê ne bi tu awayî ji Adrîanoyê, ango ji Edirneyê derbas nebû. Sê pireyên şahkar bi xwihdana hezaran karkeran -ku gelekên wan kurd bûn- li ser Deryaya Marmarayê hatin avakirin,Continue reading “Çendîn rojên gewr li ber muzexaneya wehşetê?”

Heft stranên hirçekî no!

Ez dizanim gava ez behsa girîngiya zimên dikim, radibim-rûdinim û dibêjim “ziman” û ev tevgera min -ji dijminên zimanê kurdî zêdetir- gelek dost-nasên min ên kurd aciz dike. Bawer bikin, carinan wisan difikirim ku muxatabê min bi çavekî biçûkxistinê li min dinêre û di dilê xwe de dibêje “heft stranên vî hirçê no hene ûContinue reading “Heft stranên hirçekî no!”

Şerê bi sifirê re encam dîsa sifir e (a.0=0)

Min hê fehm nekiriye bê ka çima kurd “xîreta awarte” li dijî hev bi kar tînin? Bêguman Şerefxanê Bedlîsî di “Şerefname”yê de û Mele Mehmûdê Bazîdî jî di “Rusûmatnameya Ekradiye”yê de qala vê kambaxiyê kiriye; lê ne wan camêran ne jî profesorên kurdan ên hevçerx heta niha dermanek jê re nedîtiye. Ne tenê kurd, herContinue reading “Şerê bi sifirê re encam dîsa sifir e (a.0=0)”

Kurd li kê dera demokrasiyê ne?

Helbet piraniya demokratên kurd negihiştine ber dergehê demokrasiyê; beşa mayîn jî gihiştiye ber dêrî, li ser pêlika yekem a (tîpa Dyê) pêlekana nehpêlikî ezberên xwe dubare dike. Ew ên ku negihiştine dergehî şagirdên demokrasiyeke neteweyî ya neteweyeke din in; Xwedê hez bike ew dê ji mamosteyên xwe hin tiştan hîn bibin, wan hîndekariyên xwe biContinue reading “Kurd li kê dera demokrasiyê ne?”

Bi kurdkujiyê kî kêfxweş dibe?

Şerê di navbera kurdan de kê kêfxweş dike? Helbet xêrnexwazên dagirker û nezanên kurdan ji şerekî kurdî-kurdî kêfxweş dibin. Gava xêrnexwazên dagirker kurdekî dikine nêçîr, nezanên kurdan bi dilsozî dibine tajiyên nêçîrê û li pey kurdên şerkar dikevin. Bi rastî stratejiyeke kevn a şeran dibêje ku “dijminê xwe bike du paran, yekî berde qirika yêContinue reading “Bi kurdkujiyê kî kêfxweş dibe?”

Create your website with WordPress.com
Get started