Rêbaza şêwazî-rêjeyî ya nirxandina wêjeyî

-Sepandinek li ser strana “Gênc Xelîl” û helbesta “Zahidê Xelwetnişîn” a Ehmedê Xaniyî- PêşekHer dara ku tê kesaxtin bejn diavêje û zêdetir bilind dibe; her dara bê xwedî peraş dide û bi erdê ve dizeliqe. Wêje jî bi nirxandin û rexneyê bi pêş ve diçe; lê divê rê û rêçikên van nirxandin û rexneyan hebin.Continue reading “Rêbaza şêwazî-rêjeyî ya nirxandina wêjeyî”

Tê bîra te Pîroze?

Tê bîra te Pîroze, havînekê ez hatibûm serfêza Bacgîranê bi mêvanî Li bintarê Eşkava dixuya, te kêf û şahî radixistin ser sifreya xoresanî Bi dengê qoşmeyê ra xort û xama radibûne semayê, bi eşq direqisîn Bi destmal, dêre û tûmanên rengrengî li hev dizivirîn keçen zeferanî Salarê birayê te bi cil û bergên kumsoran derketibûContinue reading “Tê bîra te Pîroze?”

Ez ê îşev bigirîm ji kenan

Ez ê îşev bigirîm ji kenan bo xatirê hatina yarekêA ku hat ji pala Laçînê û qayîl bû bi mal û halekê Bazîd bi meş û sekna wê xemilî, geşeve hatLê Laçînê stûyê xwe xwar kir mîna şilêrekê Ask û xezalên Nexciwanê jî li ber çemê ErezBi keser li vî alîyî dinêrîn bi hêvîya serdanekêContinue reading “Ez ê îşev bigirîm ji kenan”

Diyasporaya kurd wekî xweperestiyeke neteweyî

Pêşek Di navbera salên 1925-1938an de li bakurê Kurdistanê 5 bûyerên girîng ên dîrokî qewimîn: Şoreşa Serxwebûnê ya bi pêşengiya Şêx Seîdê Pîran, damezrandina Komara Kurdî ya li Çiyayên Agiriyê bi pêşengiya Biroyê Hesikê Têlî, betalkirina statûya Kurdistana Sor bi fermana Stalîn, Serhildana Dêrsimê ya bi pêşengiya Seyîd Riza. Her wiha di navbera salên 1920-1946anContinue reading “Diyasporaya kurd wekî xweperestiyeke neteweyî”

Rêwî gihişte mala xwe ya rasteqîn: Egîtê Çerkez (Bêken) pêrar van çaxan çû ber dilovaniya Xwedê

Hengameya şer û dozan bû; birçîtî, tazîtî, rev û bezê sala 1941ê hingaftibû. Lê belê li gundê Derekendê yê navçeya Şerûrê, ango li Komara Nexciwanê ya Xweser şahî û kêfxweşiyek hebû; ji malbateke kurd re zarokek dihate dinyayê, navê Egît lê hatibû danîn, hêvî hebû ku rojek ji rojan camêrekî çak jê derkeve û wisanContinue reading “Rêwî gihişte mala xwe ya rasteqîn: Egîtê Çerkez (Bêken) pêrar van çaxan çû ber dilovaniya Xwedê”

Di bareya “Cejna Hevdemanê” ya kurdî de xwendineke destpêkî

Pêşek Li hinek deverên kurdnişîn cejneke kevnare ya bi navê “Hevdeman”ê (Hevdemal / Heftemol / Haftamol) tê pîrozkirin ku bala kurdnas û rojhilatnasan kêşaye. Me jî di vê kurtelêkolînê de hewl daye ku bi xwendineke destpêkî zanyariyên li ser vê cejnê bigihêjînin hev, çavkaniyan berawird bikin û encamekê ragihînin ku rastiya mijarê zelaltir bibe. JiContinue reading “Di bareya “Cejna Hevdemanê” ya kurdî de xwendineke destpêkî”

Kurd çima ewqasî ji alfabe, xalbendî, rastnivîs û ferhengên duzimanî hez dikin?

Li ser medyaya civakî rastî gelek rûpelan têm ku qaşo şopînerên xwe hînî zimanê kurdî dikin. Ev rûpelên ku bi hinek navên giran ên wekî “dibistana kurdî”, “zanîngeha kurdî”, “koma xwendinê ya filan û bêvan derê” dest bi xebatê dikin, qet ji pola yekem dernakevin û vê gotina pêşiyan tînin bîra mirovî: “Navekî giran liContinue reading “Kurd çima ewqasî ji alfabe, xalbendî, rastnivîs û ferhengên duzimanî hez dikin?”

Hevpeyvîn li gel Dr. Şaşo Firofahşo li ser “Hezarpirtûka Cazê”

Hûn hemû wî nas dikin, hûn wî bi rih û simbêlên wî nas dikin, gelekan bi wî re wêne jî girtine. Carinan rihpirç û rihnêrî ye, carinan simbêlboq û simbêlqeytan e, carinan bêrih û devrût e. Bi berhemên xwe telqîna kurmancî li ser zimanên biyanî dixwîne û wan rojên han pêşangeheke nîqaşbar jî vekiribû. DemaContinue reading “Hevpeyvîn li gel Dr. Şaşo Firofahşo li ser “Hezarpirtûka Cazê””

Toterîka zimên û destpêka geşedana şaristaniyê

Bêguman mirov nikare bi xîred û namûsa kesekî din xîredkêş û binamûs bibe. Pêşiyên kurdan ji mêj ve badilhewa negotiye ku “jina xelqê ramûsanek, hespa xelqê meydanek, kinca xelqê ro û danek”. Aşkera ye ku mezinan gotiye bi jin, hesp û kinca xelqê mal çênabe; lê belê gava mirov ji kurdan hînî zimanekî biyanî bibe,Continue reading “Toterîka zimên û destpêka geşedana şaristaniyê”

Şaristaniya terazûyê li hemberî leganperestî û doxînperestiyê

Di çanda îslamî de aboriya jiyanê li ser pişta “ga” û “masî”yî hatiye destnîşankirin, ango jiyan li ser hilberînên bejahiyê û deryayî bi rê ve diçe; bi texmîna min ji ber vê yekê ye ku di çanda gelêrî de qala “ga-masî”tê kirin. Min di zaroktî û nûgihaniyê de gelek caran ji devê mezinan dibihîst kuContinue reading “Şaristaniya terazûyê li hemberî leganperestî û doxînperestiyê”

Create your website with WordPress.com
Get started