Nexşeya zimanê kurdî li ser erdnîgariya Şahname û Kurdgalnamekê

A. Destpêk: Kurd wekî endamekî malbata gelên aryayînijad

B. Kurdî wekî endamekî malbata zimanên aryayî

C. Awireke giştî li serdemên zimanê aryayî

1. Serdema Pîşdadiyan: Aryayiya pêşîn û geşedana dengsaziya wê

2. Serdema medoparsî/keyanî: Niviştên “Bîstûn”ê û fermîkirina zimanê aryayî yê kevnare

3. Serdema eşkanî: Bandora dagirkeriya romiyan li ser qelsbûna zimanê aryayî û zêdebûna zaravayan

4. Serdema sasanî: Zindîkirina ziman û hêmanên aryayî li ser bingehê destkeftiyên eşkanî

D. Erdnîgariya “Şahname” û “Kurdgalnamek”ê wekî sîwana zimanên aryayî

1. Di Şahnameya sedsala 15an de dîroka kevneşopî ya şahên kurdan

2. Mêjûnasiya erdnîgariya Şahnameyê li gorî zanyariyên dîrokî yên hevçerx

3. Li ser bingehê Şahnameyê sondajek ber bi Aryaya kevnare

4. Sihvedana dîroka şahên Aryayê di nava çavkaniyên dîrokî yên erebî de

5. Li ber ronahiya Kurdgalnamekê nirxandina zanyariyên çîrokî û dîrokî yên Şahnameyê

E. Rotayên dagirkeriyan û bandorên wan li ser pişaftina zimanên aryayî

1. Rizgarkirina zimanên aryayî ji mengeneya hind-ewropayî

2. Li gorî resenî û pişaftinê polînkirina zimanên aryayî

3. Zimanên aryayî yên zayendbar û pişaftî

4. Osetî wekî zimanekî berxwedêr: nasname, cih û war û taybetmendiyên rêzimanî

F. Encamname

A. Destpêk: Kurd wekî endamekî malbata aryayînijad

Rastiyeke jiyanî-civakî ye ku navê hinek dewletên neteweyî tercîheke zimanî ye û navê nijadekê destnîşan nake. Wekî mînak, Sûdan navê dewleteke neteweyî ya ereban e û endamê Kombenda Erebî ye; tê de ereb, nûbî, kurd, hebeşî û reşikên afrîqayî dijîn û bi erebî diaxivin. Lê belê ev erdnîgarî nayê wateya nijadeke erebî ya xwerû û hemû gelên niştecih di nava pota û pergala zimanê erebî de yeksan bûne.

Her çi ku peyva “kurd”ê ye, hem navê neteweyekê ye hem jî nijadeke mirovan e; her li kê dera cîhanê kurdek hebe, ew kes hem netewe hem jî nijada xwe destnîşan dike û dibe ku bi kurdî nizanibe jî. Lêkolînên pizişkî yên hevçerx li ser haplogrûpên xwîna kurdan û çendek neteweyên cînar xebitîne; neteweya kurd û xizmên wan bi awayekî zanistî eşkere kirine. Wekî mînak: desteyeke pizîşkên saziya PLOSê ya amerîkî di lêkolîneke pizîşkî ya bi navê “Lêkolîneke antîjena leokosîta mirovan (HLA/Human Leucocyte Antigen) a genetîkî li ser kurdên Iraq, Îran û Tiflîsê (Kafkasya, Gurcistan): têkilî û encamên pizîşkî” de hinek encamên zanistî weşandine: “Bi ihtîmaleke mezin kurd endamên devereke genetîkî ya kevnare ya Deryaya Spî-Rojhilata Navîn-Kafkasyayê ne; encamên heyî û yên ku berê ji nava kurdan hatine bidestxistin, dibe ku di bernameyên paşerojê de kêrhatî bin û zanyariyên pizişkî yên derbarê kurdan de hêsantir bikin… Em gihiştin vê encamê: Profîla kurdan a genetîkî nîşan dide ku kurd hem beşek ji koma gelên Deryaya Spî pêk tînin hem jî taybetmendiyên genetîkî yên Kafkasyayê dihewînin. Her wiha hêjayî gotinê ye ku gelheya Lekî ya li rojhilata Kafkasyayê dibe ku hem nêzîkî gelheya luran hem jî ya kurdan be; ji xwe navê lekan hertim digel lur û kurdan tê kişandin… Berê kurd hertim li çiyayan û bi tena serê xwe (otokton) dijiyan (6000 BZ). Huriyên ku zimanê wan kafkasî (û ne hind-ewropî) bû, dibe ku paşxaneya genetîkî ya kevnare ya kurdan bin, Di sala 1200 BZ de medî û hevalbendên wan êrişî herêma huriyan kir… Wekheviya genetîkî ya di navbera tirkan û kurdan de vedigere genên wan ên kevnare yên Anatolyayê. Her çiqas kurd û tirk bi zimanên ku di nava malbatên cuda de cih digirin biaxivin jî, lêkolînên genetîk ên kurd û tirkan nîşan didin ku her gel di nava komên Deryaya Spî de cih digire. Lêkolînên genetîkî yên ku li ser kurdên tirkiyayî, gurcistanî û îranî hatine meşandin, serdestiyeke haplogrûpên ji Rojhilata Navîn (Anatolya yan jî Mezopotamya) derketî destnîşan dikin; têkiliyeke nêzik a genên wan bi cihû, hemwelatiyên libnanî û tirkan re nîşan didin. Her wiha encamên gelheya Îranê jî nêzikî encamên kurdan in; ev jî dîsan nîşan dide ku ziman û gen bi hev re nabin, ji ber ku ziman dibe ku ji hêla hindikahiyeke genetîkî (ya desthilatdar) ve hatibe ferzkirin. Rewşa tirkan jî ev e: gelên Anatolyayê ji serdema kevnare ya berî dîrokê ve li wir bi cih bûne, lê hindikahiyeke tirkan a ku ji Asyaya Navîn hatiye, di demên dîrokî de zimanê xwe li ser doraliya xwe ferz kiriye… Encama xebata me ew e ku kurd ji aliyê genetîkî ve nêzikî gelheya Aran (Kafkasya) û Deryaya Navîn (Deryaya Spî) in û ji serdemên kevnare ve li Kurdistanê bi cih bûne…”[1] Ji aliyekî din ve li gorî lêkolîneke pizîşkî ya Fercediyan (ji Zanîngeha Şîrazê)û Qadirî “di navbera kurd û azeriyên Îranê de têkiliyeke genetîkî ya xurt nîşan dide. Encamên zanistî tu ferqeke girîng di navbera van gelhe û komên etnîkî yên din ên sereke yên Îranê de eşkere nekiriye. Di navbera azeriyên Îranê û gelên Tirkiyê û Asyaya Navîn de tu têkiliyeke genetîkî ya nêzik nehatiye dîtin. Li gorî encamên niha, kurd û azeriyên Îranê yên îroyîn di nava hewzeke hevpar a genetîkî de ne…”[2] Lêkolîna desteyeke pizîşkî ya din jî heye ku bi angaşteke xurt wiha dibêje: Profîla genetîkî ya kurdan bi yên Asyaya Navîn, Sîbîryayiyan, Deryaya Navîn û gelên din ên cîhanê re hatiye berawirdkirin; ji bo berhevdana kompîturê bi giştî 7746 kromozom hatine bikaranîn. Hem analîzên genetîkî yên cîranan û hem jî yên kurdan di koma gelheya Deryaya Navîn de ne; genên kurdan nêzikî nifûsa îranî, ewropî û kafkasî (svanî û gurcî) bi cih dibin. Dirêjeya haplotîpên HLA yên nû pir caran hatine diyarkirin; dirêjeya haplotîpên din ên kurdan jî di nava azerî û filistîniyan de tê dîtin…” [3]

            Ji aliyê dîrokî û efsaneyî ve, Şahnameya osmanî damezrînerên Dewleta Pîşdadî wekî kurd destnîşan dike (Şahname, r. 224-225); Kurdgalnamek jî şûnwarê pêşîn ê kurdên “Mad û Pars”ê deverên Azerbaycan û Kurdistanê yên îroyîn nîşan dide (Kurdgalnamek, r. 42). Pirtûka Jubîleyan a tewratî jî heman agehiyên dîrokî û efsaneyî piştrast dike û dibêje: “Madaî bi keça Şem (Sam) re zewicîbû û li ba xezûrgelanê xwe dijiya; wî nedixwest wekî mîratgirekî Yafesî li qeraxên Deryaya Reş akincih bibe. Ji ber vê yekê jî, wî daxwaz ji xezûrgelanê xwe Îlam, Aşûr Arfaxadî kir ku jîngehekî bibexşînin wî. Ew erdê ku xezûrgelanê wî danê, piştre li ser navê wî wekî <Medya> hate naskirin” (Pirtûka Jubîleyan, 10:35-36). Ev rastiya dîrokî nîşan dide ku kurd -ji serdemên pêşîn ên mirovahiyê heta roja îroyîn- bi şaristaniya xwe ya taybet ve hebûne û erdnîgariya gelên aryayînijad di serdema Darayê Yekem de gihiştiye sînorên xwe yên herî berfireh: ji Libya û Makedonyayê heta Xarezm û Çemê Îndûsê bi berahî, ji rêzeçiyayên Aranê (Kafkasyayê) heta Babilistan û Hebeşistanê bi dirêjahî berbelav bûye.

Dîsan rastiyeke dîrokî ye ku ev sînorên berfireh hertim ji aliyê rojavayê ve rastî êrişên romiyan, ji aliyê rojhilatî ve rastî êrişên sindohindiyan, ji aliyê bakurî ve rastî êrişên tirkan û ji aliyê başûrî ve jî rastî êrişên ereban hatine. Piştî belavbûna îslamê jî çendek dewletên kurdan ên serbixwe li Aran (Kafkasya), Anatolya û Misirê (Şedadiyên Aranê, Mendeşahiyên Egeyê, Leşkeriyên file yên Marmarayê, Dewleta Amasyayê ya serbixwe, Eyûbiyên Misir û Şamê…) hatine damezrandin; wihareng êpecek dewletên kurdan li navenda Kurdistanê (Merwaniyên li navenda Kurdistanê, Hesenweyhiyên li rojhilatê Kurdistanê, Hezarespiyên li Lekistan-Luristanê) ava bûne. Dîsan medoparsiyan li navenda Aryayê (Rewendiyên Azerbaycanê, Buweyhiyên ji Gîlanê heta Bexdayê, Melik Kurdên li Xoresan-Sîstan-Belûçistanê, mîrgehên belûçî yên li Belûçistanê) dewlet ava kirine. Lê belê piştî belavbûna mezhebgiriya sunî û şiî, mîrgehên kurdên sunî bi osmaniyan re hevpeymanî girêdane; her wisan mîrgehên kurdên şiî jî bûne hevpeymanên dewleta sefewî (ya ku xanedaneke kurd bû). Divê bê zanîn ku hinek mîrgehên kurdan ên elewî-mezheb li nava hevpeymaniya Osmanistanê û hinek mîrgehên kurdên sunî-mezheb jî li nava hevpeymaniya sefewî mane. Di vê navberê de gelek şer û qirên di navbera her du blokên sunî û şiî de rûdane ku şerê Çaldiranê yê sala 1514an hem bi awayekî fermî kurd ji hev veqetandine hem jî tevgereke şeran a domdar li ser erdnîgariya kurdan pêk aniye. Di pêvajoya van şeran de gelê azerî yê aryayînijad pişiviye û zimanê xwe yê neteweyî bi zimanê tirkî yê dagirkeran re guhartiye. Vê rewşê hetanî dagirkeriya wêranker a rûsî  berdewam kiriye; di sedsala 19an de qeyseriya Rûsyayê û piştre Rûsyaya sovyetî êrişeke tund aniye ser devera Aranê û tevgereke mînanî “paqijiya etnîkî” pêk aniye ku heta destpêka sedsala 20an êdî tenê gelheyeke kurdên êzidî li Ermenistan û Gurcistanê hiştiye. Kurdên misilman ên Gurcistan, Ermenistan, Daxistan û Azerbaycanê rastî tevgereke surgûnê ya dijwar û pişaftineke tund hatine; piraniya wan li Asyaya Navîn hatine bicihkirin, beşeke girîng li nava Rûsyayê belav bûye û hinek jî li serê riyan mirine.

Dîroknasê wêjeya kurdî Merûfê Xeznedar pêvajoya dagirkirina Kurdistanê ya piralî (sedsala 20an) wiha kurteve dike: “Piştî hilweşîna dewleta osmanî û destguhartina qeceriyan bi xanedana pehlewî, kurdan hewl daye ku li gorî rêziknameya Kombenda Neteweyan bigihêjin dewleta xwe ya serbixwe; lê belê serkeftiyên şerên cîhanê yên yekemîn û duyemîn tevahiya serhildan û dewletên kurdan ên avabûyî tepeser kirine, bêserûşûn kirine û komkujiyên xedar pêk anîne. Divê bê zanîn ku piştî Şerê Cîhanê yê Yekemîn (1914-1918) guhartineke cografî ya biçûk bi serê kurdên Qeceristanê de hatiye; lê belê kurdên Osmanistana hilweşiyayî ketine bin desthilatdariya çar dewletên nû: Tirkiya, Iraq, Sûriya û Rûsyaya sovyetî. Bi vî awayî erdnîgariya Kurdistanê ji aliyê sînorên siyasî û dewletan ve bi ser welatên Tirkiya, Îran, Iraq, Sûriya û Rûsyaya sovyetî ve hatiye parvekirin; lê nexşeya erdnîgariya Kurdistanê ji aliyê coxrafîk ve yekpare ye û eşkere ye ku sînorên heyî bi destan hatine çêkirin. Ew xaka yekpare ya ku kurd lê dijîn, jê re dibêjin Kurdistan, lê li derveyî Kurdistanê jî kurd hene; li kûrahiya Tirkiyayê beşeke Amasya, Çorum, Konya û paytext Enqereyê kurdnişîn e. Wihareng li piraniya bakurê Xoresana Îranê û beşeke girîng a Heleba Sûriyayê gelheyeke kurdnişîn dijî; -ji bilî van kurdan- li hemû komarên Kafkasyayê (Gurcistan, Ermenistan, Azerbaycan) û li hinek komarên Asyaya Navîn (Turkmenistan, Kazakîstan, Ozbekistan…) kurdên surgûnkirî û binecihî dijîn. Dîsan li paytext û bajarên wekî Stembol, Îzmir, Bûrsa, Tehran, Meşhed, Şam, Beyrût, ‘Eman û Bexdayê jî bi milyonan kurd dijîn. Ji salên 70yî û pê ve gelheyeke girîng a kurdan li welatên Ewropayê û Amerîkayê belavbûye ku serjimara wan bi milyonan e. Kurdistan ji aliyê erdnîgariya xwe ya suriştî ve erdekî yekser serbixwe tê hesibandin; lê belê çarçoveyeke wê ya siyasî tuneye. Mixabin bi biryarên siyasî û derewên dîplomatîk, bi zora şer û komkujiyan hatiye parevekirin. Ji ber wê yekê ye ku di nexşeya siyasî ya cîhanê de navê wê nayê nivîsandin; lê di nexşeyên xwezayî de xwediyê cihekî diyar e.” [4]

            B. Kurdî wekî endamekî malbata zimanên aryayî

            Têgihîna “zimanên aryayî” mecazî ye û ji bo dabeşkirina beşeke zimanên cîhanê tê bikaranîn; ev têgihîn pirî caran “mîrateya zimanî-çandî ya Aryaya kevnare” dinimîne. Zimanên aryayî li devereke berfireh tên axaftin ku îro welatê gelên aryayînijad ji aliyê dewletên qaşo neteweyî ve hatiye dabeşkirin; li gorî aryayînas Gernot Windfuhrî li seranserê Îran, Afganîstan, Pakistan, Hindistan, Iraq, Sûriye, Tirkiye û Tacîkistanê nêzikî 200 mîlyon axaftvanên xwemalî bi van zimanan diaxivin.[5] Mirov nizane bê ka Windfuhr çima bi zanatî qala kurd û osetiyên aryayî yên li Kafkasyayê (Rûsya, Gurcistan, Ermenistan û Azerbaycanê) nake; her wiha nayê fêmkirin bê ka çima kurd û aryayiyên din ên li penaberiyê, ango diyasporayê jî qet nayîne ser zar û zimanan. Ji aliyekî din ve aryayînas Geoffrey Haig û kurdnas Ergin Opengin zimanên aryayî li ser du şaxên sereke yên wekî “rojhilatî” û “rojavayî”, her wiha şaxa rojavayî jî li ser beşên “bakur-rojavayî” û “başûr-rojavayî” dabeş dikin. Di “malbata zimanên başûr-rojavayî” de zimanê sereke farisî ye û zimanê navdar ê “malbata zimanên bakur-rojavayî” jî kurdî ye.[6] Li gorî hinek çavkaniyên ewropî, zimanên aryayî yên kevnare li ser beşên rojhilatî û rojavayî tên parevekirin. Di beşa rojhilatî de “avestayî” û “sakayî” hene; her wiha di beşa rojavayî de jî “parsiya kevn” û “medî” hene.[7] Ji vê agehiyê tê dîtin ku bingeha zimanên kevnare yên aryayî li ser çar kujan (goşeyan) ava bûye. Dîsan li gorî van çavkaniyan, zimanên aryayî yên navîn jî li ser beşên rojhilatî û rojavayî hatine parevekirin. Vê carê zimanê avestayî yê beşa rojhilatî vegeriyaye bexterî û osetiya navîn, ango du zaravayên serbixwe jê derketine; ji zimanê sakayî (rojhilatî) jî zaravayên soxdî (saxanî), tumşuqî, xotenî û xwarezmî derketine holê.[8]Ev zanyarî heq dike ku mirov ji aliyê tevgera şer û desthilatdariyê ve li vê serdem û pêvajoyê binêre; diyar e ku devera sakayiyan desthilatdariya xwe ya siyasî ji dest daye, lewma ziman li ser gelek zaravayan belav bûye. Nexwe desthilatdariya xurt yekîtiya zimên saz dike û zimanê standard ê fermî ferz dike.

            Her çi ku zimanên rojavayî ne, ji parsiya kevn parsiya navîn zaye; wihareng ji zimanê medî jî zimanê partî derketiye holê.[9] Diyar e ku medopars di vê serdemê de xurt bûne û zimanê wan zêde neqelişiye; ji ber ku îro Çîn dewleteke gewre ye û li beranberî vê gewretiyê, çîniya îro li ser du zaravayan leva bûye û ev yek ne kêmasiyeke desthilatdariyê ye. Her wiha li gelek deverên cîhanê herî kêm du zaravayên sereke li bin banê dewletekê kom bûne; hinekên wan fermî ne û hinek jî ligel zaravayê fermî gelekî berbelav in.

            Dîsan ji zanyariyên berdest wisan dixuye ku zimanê sanskrîtî ji avestayiyê hatiye veqetandin, lê ev dabeşkirin kêmasiyeke zanistî dihewîne; ji ber ku avestayînas û sanskrîtînasê sedsala 19an A. V. Williams Jackson rêzimanên her du zimanan berawird dike û digihêje wê encamê ku avestayî û sanskrîtî ji zimanên ukraynî-rûsî yên silavî (yan jî ji zimanên almanî-holendî yên germenî) zêdetir nêzikî hev in.[10] Tekstên ayînî yên Avestaya aryayiyan û Gatayên sindohindûyan zimên û qabiliyetên axaftinê dispêrin çavkaniyeke xwedayî; ji xwe hebûna van zimanan bi serê xwe bûyerek e û pêwendiya baweriyên xwedayî yên kurd, pars, sindohindûyan û zimanên wan nîşan dide: “Zimanê avestayî, -jê re bi şaşîtî Zend jî tê gotin- bi zimanekî rojhilata îranî hatiye nivîsandin ku pirtûka pîroz a zerdeştiyê ye. Avestayî di du serdeman de hatiye nivîsandin: serdema hera kevn Gata ne ku asteke zimannasiyê (600 BZ) ya nêzîkî zimanê sanskrîtî yê Vedayên Hindistanê nîşan dide. Beşa herî zêde ya Avestayê bi rengekî nûtir ê zimanî hatiye nivîsandin û di şêwazên rêzimanî de gav bi gav sivikbûn û guherandinan nîşan dide. Dema ku tekstên Avestayê hatine sererastkirin (sedsala 4-6an), avestayî zimanekî mirî bûye ku tenê ji hêla muxan (magiyan) ve dihate zanîn. Bi îhtimaleke mezin, derdora salên 400î yên berî zayînê avestayî wekî zimanekî axaftinê yê rojane nemaye; lê gotinên pîroz bi kevneşopiya devkî derbasî nifşên peyrew bûne. Avestayî bi alfabeya pehlewiya dereng hatiye nivîsandin ku ji alfabeya zimanê aramî hatiye wergirtin.”[11][12] Divê bê gotin ku zimanê avestayî li ser du zaravayan dabeş dibe: zaravayê kevnare yê Gatayan û zaravayê ciwan ê pehlewiyê; her wiha zimanê avestayî û sanskirîtî bi qasî goranî û hewramî nêzikî hev in, lê ji aliyê dengsaziyê ve avestayî ji sanskrîtiyê zengîntir e.[13] Wekî mînak: di her du zimanan de jî 8 cureyên tewangê, 3 mêjer, 3 zayend hene û bikaranîna wan pir dişibihe hev; tewanga rengdêran a li gorî navdêran, kêşa cînavkan, kêşa lêkeran, rader û gerguhêzî-negerguhêzî hema hema mîna hev in.[14] Bi me, sedema vê “dabeşkirina berovajî” pesendkirina dagirkeriya ewropiyan a li ser Hindistanê bû; heke aryayînijadên sindohind û medoparsê wekî eqrebayên pir nêzik bihatana hesibandin, mafê dagirkeriya ewropiyan a li ser parzemîna Hindistanê nedima û mafê parastina medoparsiyan a vê parzemînê çêdibû. Lewre bi pêşengiya ingilîzan ev her du destebirak ji hev hatin veqetandin, bi navên cuda hatin tomarkirin û her du sêwî wekî zarokên ewropiyan hatin nîşandan.

            C. Awireke giştî li serdemên zimanê aryayî

            Wekî ku çavkaniyên tewratî, Şanhname û Kurdgalnamek radigihînin, lan û şûnwara gelên aryayînijad “Aran” e û çiyayê “Ararat”ê jî tê wateya “çavkaniya ariyan” (“Arya”+“rad” = “pir, zehf, comerd”: ferhenga Dêhxuda). Jixwe devera “Aran”ê (di çavkaniyên erebî de: “El-Lan/Er-Ran”) hertim ji doraliya vî çiyayî re hatiye gotin; peyva “lan”ê jî di kurdî de tê wateya “şûnwar”ê ku di hinek peyvên wekî “mozelan, Erdelan, kovelan, Bacelan…” xuya dibe.

Madem ku “her giya li ser koka xwe şîn dibe”, divê zimannasiya kurdî devera “Aran”ê wekî maka zimanên aryayî bipejirîne; her wiha xîmê zimannasiya xwe li ser sê çikilan biçikilîne, zanyariyên serdema dagirkeriya piralî dagerîne rastiya zanistî û bi hewldaneke navneteweyî agehiyan wiha rojane bike: “aryayiya navendî” (kurdî), “aryayiya rojhilatî” (hindoparsî) û “aryayiya rojavayî” (ewroamerîkî). Ji ber ku çavkaniyên tomarkirî yên serdema klasîk dîroka Aryayê li ser çar heyaman dabeş kiriye, em ê jî geşedana zimanê aryayî li gorî serdemên pîşdadî, medoparsî/keyanî, eşkanî û sasanî binirxînin.

            1. Serdema Pîşdadiyan: Aryayiya pêşîn û geşedana dengsaziya wê

Nasnameya arkeolojîk a aryayiyên pêşîn nîşan dide ku hozên aryayî yên pêşîn û hozên hindo-aryayî nêzikî salên 2000î BZ ji hev veqetiyane. Gelên aryayî yên medî, parsî û sakayî bi çend pêlan û bi riyên cuda ber bi deşta navendî ya Aryayê ve koçber bûne; hozên aryayî di destpêka hezarsala yekem de li seranserî deştê bi cih bûne û belgeyên arkeolojîk piştrast dikin ku aryayiyên başûrî ji mêj ve li şûnên xwe hebûne.[15]

Li gorî zanyarên zimannasiyê zimanê aryayî yê pêşîn di sedsala 6an BZ de dest bi guhertinê kiriye; lê belê pergala dengî ya hevpar li der devera aryayîaxêv hatiye parastin. Cihêrengiya dengsaziyê ya zarava û devokên aryayî di dengdarên /k, g, x, n/, /ç, c/, /p, b, f, m/, /t, d, n/, /ş, j/ û /y, r, l, w, h/yê de xuya dibe; bi gotineke zelaltir, dibe ku dengdara /ş/yê di zaravayekî din de wekî /j/yê were bilêvkirin. Divê bê gotin ku di bin bandora zimanên cîran de dengsaziya hinek zaravayên aryayiyê guheriye; hem di zimanên hindoaryayî de hem jî di zimanên kafkasoaryayî de ev babet qewimiye û nimûneya herî berbiçav di zimanê osetî de qewimiye ku bi bandora zimanên kafkasî hinek dengên cihêreng derketine holê.

Bêguman di encama guherînên dengan de /k, g, x/yên hindewropî vegeriyane /s, z, j/yên hindoaryayî; heman deng di avestayiyê de wekî /s, z, “z”ya stûr/ û di parsiya kevnare de wekî /“s”yabi serê zimên, d, “d”ya stûr/ derketine holê. Wekî mînak, peyva “kmto” (100/sed) ya hindoewropî di hindoaryayiya kevnare de “sata” (bi “s”ya stûr), di avestayiyê de “sata” û di parsiya kevnare de “sata” (bi “s”ya serê zimên) e. Wisan e, ji deverekê heta devereke din ciyawaziyek di heman dengî de rûdaye (“s”ya serê zimên, d, s, z). Ev guherîna /k/yê ya ber bi /s/yê herî baş di peyva “hesp”ê de tê dîtin; wekî mînak, ev bêje di hindoewropî de “ekuo” ye, di hindoaryayiya kevnare de “asva”, di avestayî û medî de “aspa”, di parsiya kevnare de “asa”, di xoteniyê de “assa”, di wexiyê de “yas”, di osetiya digorî û îronî de bi wateya “mehîn”ê ye û wekî “afsa” û “yafs” tên bilêvkirin. Di serdemên kevn de ev pergala bingehîn a dengsaziyê hema hema li her deverê dihat parastin; lê carinan bi yek-du dengdêrên lêzêdekirî dihate bilêvkirin.[16]  

Bêguman sedema sereke ya guherîna zimanê aryayî yê serdema pîşdadiyan êrişên tûranî û silaviyan e; ji agehiyên mîtolojîk diyar e ku heyama wan a demdirêj bivê-nevê zimanê aryayî guhartiye. Dîroknasên misilman ên wekî Teberî, Belamî, Sealebî û Dînewerî heman çîrokê vedibêjin ku çîroka wan bûye bingehê “Şahname”ya Firdewsiyî. Li gorî dastanê Fereydûn (Aferîdûn) cîhanê di navbera her sê kurên xwe yên bi navên Tûr, Selm û Îrec de belav dike. Li gorî Teberiyî, Aferîdûn erdnîgariya tirkan, xezeran û Çîn-Maçînê dide Tûjî (Tûr); erdnîgariya Rûm, Slav û Gurcistanê ji Sermî (Selm) re vediqetîne. Lê belê Aryanşehr, ango “navenda cîhanê” dibe warê Îrecê ku kurê wî yê bijarte ye (Shahbazi 2004, r. 200–202).[17]

Teberî dibêje ku Serm û Tûjî bi kompoloyeke hevpar birayê xwe Îrec kuştiye û piştî kuştinê, wan bi qasî 300 salî li ser rûkalê erdê wî serwerî kiriye; lê belê piştre Manîçehrê ji binemala Îrecî dibe padîşah û bi kuştina Serm û Tûjî, tola kuştina kalikê xwe hildide. Desthilatdariya Manîçehrî wekî serdemeke dadperwer û comerd hatiye binavkirin; di dawiya desthilatdariya xwe de, Manîçehr rastî êrişên Ferasiyabê padîşahê Tûranê (ango xaqanê tirkan ê ji neviyên Tûjî) tê. Piştî şer û qirênan di navbera aryayî û tûraniyan de peymanek tê girêdan; bi vî awayî çemê Amû Deryayê (Ceyhûn) wekî sînorê navbera her du aliyan tê pejirandin û aryayî bajarê Belxê yê stratejîk ji bo parastina sînorî ava dikin.[18] Teberî dibêje ku piştî mirina Manîçehrî, Ferasiyab li devera Parsê dibe serdest û ev pêvajo heta padişahiya Zawê (Zû) ji binemala Manîçehrî berdewam dike. Zaw bi darê zorê Ferasiyabî ji tevahiya erdnîgariya Aryayê derdixe, li ser xîmê dadweriya kevneşopî ya aryayî rêveberiyeke dadwer dadimezrîne û li hemberî welatiyên xwe baş tevdigere; piştî wî jî, padîşahê yekem ê Keyaniyan (Medoparsiyan) Key Qubad li ser textê seltenetê rûdine.[19]Ji van agehiyan diyar e û qinaetek ji mirovî re çêdibe ku êrişên tûrano-slavî “qelşa pêşîn” di zimanê aryayî de pêk aniye; lê belê qeware û taybetmendiya vê serdema kevnare û bandora wê ya li ser pişaftina zimanê aryayî baş nehatiye zelalkirin û şopandin.

2. Serdema medoparsî/keyanî: Niviştên “Bîstûn”ê û fermîkirina zimanê aryayî yê kevnare

Li gorî zimannasên îroyîn, serdema “aryayiya kevnare” salên navbera 1350-350î yê BZ ye; ev ziman bi piranî li ser deşta Aryayê belav bûye ku erdnîgariya wê devereke berfireh e: ji aliyê bakurî ve bi xeta nîgaşî ya Merw-Heratê (Tirkmenistana îroyîn), Deryaya Hezareyê û çiyayên Kafkasyayê ve tê sînorkirin; li aliyê rojhilatî ve digihêje çemê Sindohindê (Indus), li başûr bi Kendava Aryayiyan (Persian Gulf) qut dibe û li rojavayê jî devera Mezra Botan (Mezopotamya) û doraliya wê dihewîne. Ji aryayiya kevnare “avestayî” û “parsiya kevn” bi nivîskî hatine parastin. Her çiqas çavkaniyên yûnanî û helenî derbarê zimanên medî, partî (ya kevn), soxdî, kardoxî û sakayî de hinek agehiyan bidin jî, çarçoveyeke giştî dernakeve holê; lê belê hinek hêma, navên erdnîgarî û deynên ferhengî-çandî yên van zimanan bi alîkariya zimanên din hatine îsbatkirin.[20] Ev serdema navbihurî di çavkaniya tekane ya kurdan Kurdgalnamekê de wekî “serdema medoparsiyan, <li gorî dîroknasên wê deme jî wekî “serdema keyaniyan”>” hatiye binavkirin.

Wekî ku berê jî hate gotin, Kurdgalnamek diyar dike ku piştî serdema pîşdadiyan desthilatdariya medoparsiyan dest pê kiriye: “Dîroknivîsan navçeya Madiyan bi navê <Kiyan/Keyan> û malbata Madiyan jî bi navê <Kiyanî/Keyanî> dane nasîn. Piştî têkçûna desthilata Pîşdadiyan, bi giştî serek û serdarên hozên kurd ên Madiyan û serekên hozên Pars, Gîl, Deylem û Hezareyê piştî pirs û rawêjkariya dûr û dirêj gihiştine wê encamê ku serekê mezin ê madên kurd Key Qubad ku bi dadperwerî û karzaniyê navdar bû, ji bo desthilatdariya textê seltenetê hilbijêrin.”(r. 115)

Derbarê zimanê fermî yê vê serdemê de jî dibêje ku “Kurdên rojhilatî yanî kurdên Madê bi eynî zimanî axivîne ku Avesta pê hatiye nivîsandin. Dema ku kurdên Biraxoyî, Edreganî, Kirmanî û Mamîlî hatine nav erdê Tûran û Mekranê, her bi wî zimanî axivîne. Ji ber vê yekê, xelqê xwemalî navê wan kiriye <Kurdgal>, yanî ew <xelqê ku bi kurdî diaxive>. Salixdar neqil dikin ku dema Key Qubadê paşayê Madê welatê Tûranê dagir kir û kurdan desthilata wilayeta Tûran, Mekran û Zabilistanê girtin destê xwe, hinek hozên tûranî, Tûran terk nekir û neçûn Suxdistanê ku niştimanê eslî yê bapîrên wan bû û wan fermanrewatiya kurdan qebûl kir. Ew hozên tirkan ên ku koç nekirin, navên wan wiha ne: Girgawî, Gindarçî, Hengasartî, Mucark, Rezendak, Semîxan, Sûrxan, Mendxan, Dahîmak, Retgasartî, Mîmûcandik, Cûgman, Hûnak, Cesfak, Bezincek, Elyatûn, Kawkan, Erzeng, Sarxûn û Kaldaş. Ev hozên tûranî bi tirkî diaxivîn û piştre teslîmî desthilata kurdan bûn, tev li civaka kurd bûn û pêwistiya wan bi hev re çêbû. Vê jî mebesta pêwendiya biratiya navbera wan xurtir kir. Ev tevliheviya kurdên biraxoyî bi hozên tûraniyan re bûye sedema guherîna zimanê wan. Van her du zimanan, yanî tirkî û kurdî tesîr li hev dikir û bi rewşa serdemê re, kurdên biraxoyî peyvên kurdî û tirkî bi pêş ve birin.” (r. 107)Dîsan li gorî Kurdgalnamekê, serdema medên “mux-endiş” (mîtrayî) û parsên “hexam-endiş” (cihûhez) bi qasî 500 salî kêşaye û zimanê wan ê fermî kurdî bûye: “Kurdên biraxoyî yên Tûranê û kurdên edreganî, mamilî û kirmanî yên Mekranê hevnijad bûn. Ji ber vê yekê, di serdema fermanrewatiya wan de pêwendî û danûstandinên navbera wan gelekî nêzik, birayane û hevrêyane bûne. Ev pênc tîre neviyên yek bapîrî bûne ku ew jî Madê Biçûk e. Yanî ev neviyên du kurên Madê Biçûk: Bûd û Estirûşat in. Tîreyên biraxoyî û zengeneyî neviyên du kurên Bûdî yên bi navên Biraxm û Zengan in. Jixwe tîreyên edreganî, mamilî û kirmanî ji sê kurên Estirûşatî yên bi navên Edregan, Mamil û Kirman in. Van tîreyên kurd nêzikî pêncsed salî li Mekran û Tûranê di du serdemên paşayên malbata Madê û Hexamenişiyê de fermanrewatî kiriye; di vê serdema dûr û dirêj de duçarî hevraz û nişûvên zeman, şoreş û bûyerên awa awa yên rojgarê bûne. Li gel vê jî, bêhnfirehî, dilêrî, wêrekî, mêrxasî û camêrî ji dest nedane û wan li hemberî van neyîniyan li ber xwe daye. Lewre wan karibûye tevlihevî û şeran bidin sekinandin û bi hev re yekgirtî bin. Bi vî awayî, wan bi hevbeşî fermanrewatî li Tûran û Mekranê kiriye û tu wextî rê nedane dijayetî, durûtî û biyanîtiyê. Nijad, ziman, dîn û urf û adetên van kurdan wekî hev bûne û xwediyê civateke hevawa bûne. Ji bo derbaskirina pêvajoyên tengasî, bela, nehezî û eziyetê yek ji yê din re bûye destgir û hevkar.” (r. 122)

Ji van agehiyan xuya ye ku zimanê aryayî yê kevnare kurdî bûye; her wiha zimanê kurdî yê ku Kurdgalnamek qala wê dike, ew ziman e ku îro wekî aryayiya kevnare tê zanîn û hem zimanê Avestayê û zend-şîroveyên wê hem jî zimanê dîwanên Med û Hexamenişan (Parsiyan) bûye. Bi rastî ji hev veqetandina serdema mediyan û hexamenişiyan hema hema ne mumkin û zanistî ye; ji ber ku serdema hexamenişiyan berdewamiya mediyan e, tenê desthilatdariyê dest guheriye.

Ji destpêka sedsala 20an vir ve, bi gelemperî tê pejirandin ku erdnîgariya Avestayê Xwarezm bûye; di serdemên kevnare de hem Merw hem jî Herat di nava sînorên wê de bûne ku roja îroyîn Merw li Tirkmenistanê û Herat jî li bakurê rojavayê Efxanistanê ye. Avestaya pêşîn bi aryayiya kevnare û zend-şîroveya wê jî bi aryayiya navîn (pehlewî) hatine nivîsandin. Beşa hera kevn a Avestayê bi navê Gatayan tê naskirin; dîroka nivîsandina Gatayan ne diyar e, lê bi kevneşopî wekî hilberîneke sedsala 7-6an BZ tê hesibandin. Zend-şîroveyên wê yên bi navê “Xurde Avesta” (“Avestaya Biçûk”) derdora sala 400î ya BZ hatine nivîsandin, beşên wê yên herî kevn in; zimanê Xurde Avestayê di gelek hûrgiliyan de ji zimanê kevntir ê Gatayan cudatir e û dişibihe devokeke ciyawaz. Gelek nezelalî li dora şîrovekirina berfireh a Avestayê hene ku di encama “rêbaza veguhastinê” de derketine holê. Zimanê Avestayê yê ku tenê bi destî muxên (magiyên) zerdeştî ve hatibû tomarkirin, destnivîsên wê yên heyî vedigerin sedsala 13an û pê de; lê belê rêbaza tomarkirina Avestayê dişibihe kevneşopiya muxan ku bi alfabeya avestayî ya taybetî sedsala 6an hatiye berhevkirin.[21]

Nimûne û taybetmendiyên serdema Hexamenişan cara yekem di nivîsarên Darayê Yekem (Daryûs I, desthilatdarî: 522-486 BZ) de hatine îsbatkirin; bêşik û guman nimûneya herî dirêj, herî kevn û herî girîng a vê serdemê “Niviştên Bîsitûnê” ne.[22] Her wiha li kêleka nivîsên aryayî yên Bîsitûnê, guhertoyên heman nivîsê yên bi zimanên îlamî û babîlî nivisandî jî hene; çend perçeyên guhertoya aramî li ser belgeyên papîrosî yên Elephantine (girava Aswanê ya îroyîn, Misir) jî hatine dîtin. Her wiha çendek peyv û navên aryayî yên kevn jî di çavkaniyên îlamî yên di wê serdemê de hatine dîtin; dîsa di belgeyên aramî yên sedsala 5an BZ de hejmareke mezin a peyvên ji aryayiyê deynkirî hene.

Divê bê zanîn ku aryayiya kevnare wekî du şaxên zimanî hatiye tesbîtkirin; yek zimanê avestayî yê zayendbar e û yê din jî makezimanê parsiya navîn a şkestî (zimanê fermî yê serdema sasanî; pehlewî/fehlewiyat) ye. Her çawa hebe, ev her du şax jî ji aliyê axêverên xwe yên wê serdemê ve wekî “ariya” hatiye binavkirin; nimûneyên zimanî yên wê serdemê ji nivîsar, tablo û gilmohrên serdema Hexamenîşiyan (600-300 BZ) xuya dibin.[23] Her wiha erdnîgariya van nimûneyan netewedewletên îroyîn ên wekî Îran, Romanya (Gherla), Ermenistan, Behreyn, Iraq, Tirkiye û Misir in; ji bilî belgeya hera girîng Niviştên Bîsitûnê (525 BZ), lêkolîneke dawîn a sala 2007an (Persepolis Fortification Archive, Oriental Institute, University of Chicago) destnîşan dike ku aryayiya kevnare zimanekî nivîskî bûye, ji bo tomarkirina kar û barên rojane jî hatiye bikaranîn û ne tenê zimanekî fermî yê xanedana desthilatdar bûye.[24]

Dîsan divê bê gotin ku nimûneyên zimanî yên serdema Xişayarşahî (mîratgirê Darayê Gewre, desthilatdarî: 486-465 BZ) meylên zimanî û taybetmendiyên pêşketina ji aryayiya kevnare ber bi aryayiya navîn nîşan didin. Piştî Xişayarşahî, hilberîna nivîsên kevnare yên aryayî kêm bûye; dibe ku sedema vê yekê berfirehbûna aramî û îlamiyê ne ku wekî navgînên nivîsandinê yên gelemperî hatine bikaranîn. Bi rastî navê “Aryaramna/Aria-aramnes”ê kalikê hexamenişan delîleke vê yekê ye,[25] piştî çend nifşan navê “arî” li ser navên şahan rabûye û bi serdema Erdeşîrê Sêyem re (Artaxşaşah/Artaxerxes III, desthilatdarî: 359/358-338 BZ) nivîsên aryayiya kevnera hema hema qediyane; wisan e, divêmirov encama zimanî-ferhengî yaşikestina aryayiyan a li hemberî artêşa romayî û hilweşandina Persepolîsê ji aliyê Îskender ve (sala 330 BZ) baş lêkolîn bike, her wiha hem rola aramî-îlamiyê ya li ser kurdiyê zelal bike hem jî bandora greko-romayiyê ya li ser tevahiya zimanên aryayî ji nû ve binirxîne.

Mixabin kurdan heta niha bi çavê mîrateya xwe ya çandî li zimanên kevnare yên Aryayê nenihêriye û ev mîrate bi dilxwazî yan jî bi nezaniyeke korane radestî parsîaxêvan kiriye; gava mirov li zimanê wê serdemê dinêre, tu pêwendiyeke zimanî di navbera parsiya nû û zimanê Hexamenişan de nabîne, lê gelekî dişibihe zaravayên kurdî yên koma zazakî-goranî. Wekî mînak: di berdenivişteke li ser goreke Pesergedeyê (Persepolîs) de Erdeşîrê Duyem (an jî Sêyem) hemwelatiyên xwe wekî akincihên van deveran dide naskirin: “iyam Pârsâ, iyam Mada, iyam Ûvja, iyam Parthava, iyam Uvarazmiya, iyam Zraka, iyam Harauvatiya, iyam Thataguiya, iyam Gadaraya, iyam Hiduya, iyam Saka haumavarga, iyam Saka tigraxauda, iyam Babîrûş, iyam Athuriya, iyam Arabaya, iyam Mudraya, iyam Arminiya, iyam Katpatuka, imay Spardiya, iyam Yauna, iyam Saka paradraiya, iyam Skudra, iyam Yauna takabara, iyam Putaya, iyam Kûşaya, iyam Makiya, iyam Karka.” (Ev parsî ye, ev medî ye, ev îlamî ye, ev partî ye, ev aryayî ye, ev bexterî [belxî] ye, ev soxdî ye, ev xarezmî ye, ev drangî ye, ev arakosî ye, ev satagoyî ye, ev gandarî ye, ev sindî ye, ev sakayiyê amorgî ye, ev sakayiyê kum-beş e, ev babîlî ye, ev aşûrî ye, ev ereb e, ev misrî ye, ev ermenî ye, ev kapadokî ye, ev sardî ye, ev îyonî ye, ev sakayiyê parderyayî [piştderyayî] ye, ev skudrî ye, îyoniyê kum-ji-cîl e, ev lîbyayî ye, ev etiyopî ye, ev mekeyî ye, ev karyayî ye.)[26] Hêjayê gotinê ye ku di vê tekstê de peyva “iyam”ê ya aryayî (di cihekî de jî “îmay”) dubare dibe û îro di zaravayên goranî û kurmanciya xwarê de wekî “ême” û “îme”yê [cînavka “ev”ê] hê jî zindî ye; lê heman peyv di farsiya nû de “în” û “an” e ku gelekî ji aryayiyê bi dûr ketiye.  

3. Serdema eşkanî: Bandora dagirkeriya romiyan li ser qelsbûna zimanê aryayî û zêdebûna zaravayan

Kurdgalnamek serdema damezirandina dewleta eşkanî wiha radigihîne: “Îskender di sala 323an BZ de hat Babîlê û her li wir jî koça dawiyê kir. Piştî mirina wî, di navbera serleşkerên wî de astengî, dijîtî û şerên giran li ser cihnişîniya wî berpa bûn; di netîceyê de serleşkeran selteneta fireh û mezin di navbera xwe de parve kir. Beşa rojhilata seltenetê ku ji Mad û Parsê pêk hatibû, dan destê serleşker Sîlukus. Sîlukus û malbata wî, Mîr Birsan û neviyên wî li ser Mîrnişîniya Zabilistanê hişt. Ji ber wê yekê, piştî Mîr Birsan, kurê wî Feyrûz, kurê Îspîbûd, kurê Kureng û kurê Bûrgan Begê li pişt hev li ser textê Zabilistanê fermanrewatî kir û ji ber kirinên xwe yên dadperwerane nav û deng vedan. Piştre Mîr Eşkê desthilatdarê Belxê yê ku yûnaniyan jê re “Baxtirya” (Bactria) gotiye, di sala 245an BZ de, bingeha fermanrewatiya xwe damezirand û malbata wî bi navê “Eşkanî” nav û deng veda.” (r. 48) Ji vê zanyariya Kurdgalnamekê wisan dixuye ku di navbera mirina Skenderê Romî û damezrandina dewleta eşkanî de tenê 78 sal derbas bûne; îcar bi awayekî zelal nayê zanîn bê ka şkestina zimanê aryayî û windabûna zayenbariyê encameke dagirkeriya romiyan e yan sedemeke navxweyî ya din hebûye. Her wekî berê jî hate gotin, “piştî Xişayarşahî, hilberîna nivîsên kevnare yên aryayî kêm bûye; dibe ku sedema vê yekê berfirehbûna zimanên aramî û îlamiyê be ku wekî navgînên nivîsandinê yên gelemperî hatine bikaranîn.” 

Bi rastî gava mirov digihêje serdema eşkaniyan (247 BZ – 242 PZ), tê dîtin ku zimanê dîwanî û fermî yê desthilatdariyê êdî zimanekî pişaftî yê bêzayend e; her çiqas ji aliyê peyvan ve bişibihe kurdî jî, ji aliyê rêzimanê ve dişibihe parsiya heyama sasaniyan ku delîla vê yekê jî helbesta “Dirext-ê Asûrîg”[27][28], beşeke destana “Ayadgarê Zerîran”[29] û çendek berhemên din in.[30] “Dirextê Asûrîg” (“Dara Babîlonê”) çîrokeke hevpeyvînî ya navbera dara xurmeyê û bizinekê de ye; di destpêkê de dar behsa faydeyên berhemên xwe dike, piştre bizin sûdweriya berhemên xwe dijmêre û di dawiya dawîn de bizin bi ser dikeve. Di vê helbesta 120 peyvî de hinek peyvên wekî “şax” (qiloç, strû, şax), “yadho” (heta), “waj” (di zazakî “vaj” hema “axaftin” e), “burz” (berz, bilind), “kîj” (kîj, kîjan), “hawîj” (ew jî), “mast” (tomastê hişkirî yê ku bi ingilîziyê <curd>, bi hindî <kurd>, bi jawayî <curd>, bi osetiya îronî <kiêdor> û bi zimanên Asyaya Navîn <kurt, qurut> de bi navê kurdan derbas dibe [31]), “keşk”, “zîh” (jî, zîq), “meşk” (eyar, meşk), “emban” (heban), “kuştîg” (kuştî, qurban), “destarxwan” (destexan, sifre). Bêguman zimanê serdema eşkaniyan jî wekî aryayiya kevnare ji aliyê zimannasên kurd ve bi berfirehî nehatiye nirxandin; her wiha ligel zaravayên kurdî yên bêzayend (soranî, kelhurî, lekî, lurî, belûçî, şahzênî/şêxbizinî, feylî) ve jî nehatiye berawirdkirin. Li gorî lêkolîneke Elî Paksirişt a bi navê Gelo Pehlewiya Eşkanî Heman Kurdiya Navîn e?”[32], ihtimal heye ku pehlewiya eşkanî bingehê zaravayên kurdî yên bêzayend be jî; lê mixabin ji bo piştrastkirina vê zanyariyê xebatên piralî pêwist in. Dîsan “Ayadgarê Zerîran” jî bûyereke destpêka dînê zerdeştî ye; gava Wişthespê aryayî “dînê pak ê mazdaperestan” (dên-î abizag-î mazdisnan) dipejirîne, rastî êrişa mîrê hûnên tirk Erchespî tê û di vî şerî de tê kuştin. Zerîrê birayê Wişthespî jî êrişê dibe ser hûnan û bi qehremanî şer dike. Her çiqas serbazê hûnî Widrefş di vî şerî de Zerîrî bikuje jî, Bestwarê kurê Zerîrî (yê ku ji ber nûciwaniyê beşdarî şer nebûye) li ser termê bavê xwe sond dixwe, biryara kuştina Widrefşî digire û bi kevana xwe tîrekê di dilê wî de diçikilîne. Her wiha kurapê wî Spanyadê kurê Wişthespî jî Erchespî dikuje û dawiyê li serwerî û dijberiya wî tîne.

Îcar zimannasiya ewro-amerîkî maweya zimanî ya serdema eşkaniyan wekî aryayiya navîn (parsiya navîn) dide nasandin; her wiha çendek zaravayên wê yên sereke wiha rêz dike: partî (zimanê fermî yê Şahînşahiya Eşkaniyan), bexterî, soxdî, toxarî, xwarezmî, tumşuqî û xotenî.[33] Lê belê aryayiya nivîskî ya vê maweyê ne xwerû ye; pirî caran wekî aryayiya pehlewî û manewî jî tê dabeşkirin ku bi riya pirtûka “Fehlewiyat”ê û tekstên dînê “Manî”yî (216–274) tên naskirin. Belge û lêkolînên berdest nîşan didin ku aryayiya navîn a ku wekî partî jî tê binavkirin, -her wekî aryayiya kevnare- zimanekî bakurê rojhilata Aryayê bûye; wekî mînak: dîroka  tekstên manewî vedigere her sê sedsalên pêşîn ên zayînî û ji şêwazê nivîsan dixuye ku cudahiyeke girîng di navbera zimanê tekstên bakurê rojhilata Aryayê û bakurê rojavaya wê de tuneye.[34]

4. Serdema sasanî: Zindîkirina ziman û hêmanên aryayî li ser bingehê destkeftiyên eşkanî

Kurdgalnamek pêvajoya damezrandina dewleta sasaniyan jî wiha radigihîne: “Tê neqilkirin ku dema Behmen Hexamenişî yê paşayê Mad û Parsê, li gorî dînê zerdeştî bi xweha xwe Humayê re zewicî û kurek jê çêbû, navê wî danî Dara. Hatina dinyayê ya Darayî bû sedem ku Sasanê birayê Behmenî ji mîrateya text û tacê bêpar bimîne. Sasan di rewşeke perîşaniyê de çû çiyayên Kurdistanê û jiyana li goşeyekî rûniştinê hilbijart û xwe bi xwedîkirina pêz re mijûl kir. Piştî demekê paşayê eşkanî Papikê kurê Sasanî bi pileya fermanrewatiya Parsê hilbijartiye ku fermanrewayeke eşkanî bûye. Piştî ku Papikî li vê navçeyê paşatî kiriye û miriye, Şahpûrê kurê wî li şûna wî derketiye ser textê Parsê. Lê fermanrewatiya wî gelek nekêşaye; dîwarek bi ser de hilweşiyaye, miriye û Erdeşêrê birayê wî derketiye ser textê paşatiya wilayeta Parsê. Piştî koça dawiyê ya Şahpûrî, Erdeşêrê ku birayê wî û neviyê Sasên bû derket ser textê wilayeta Parsê û bingeha selteneteke bihêz û xurt li Parsê damezirand. Dema ku hat ser postê wilayeta Parsê, selteneta Mad û Parsê bi ser 140 wilayetan hatibû parevekirin; her yek ji wan wilayetan jî xwediyê fermanrewatiya xweser bû ku tevahiya wan di bin desthilatdariya paşayê eşkanî Erdewanê Pêncem de bû. Dema ku Erdeşêrî paşatî ji Erdewanê Pêncem wergirt û dawî li selteneta eşkanî hat, hinek ji fermanrewayên wilayetên Mad û Parsê paşatiya Erdeşêrî qebûl nekir. Ji ber wê yekê, Erdeşêrî biryar da ku wan bîne bin desthilata xwe. Di vê navberê de, fermanrewayên wilayetên bakurê rojhilata welêt li dijî wî rabûbûn; Erdeşêr ber bi navçeyên Xorasan, Merw, Belx û Xîwayê kete rê. Dema ku Erdeşêr mijûlî dagirkirina wilayetên van navçeyan bû, sefîrên fermanrewayên Koşan, Tûran û Mekranê ji bo pejirandina paşatiya wî hatin û peyama taetkariyê ragihand. Piştî qebûlkirina taetkariya nûnerên wan, Erdeşêrî ew bi diyarî û xelatan ve şandin; bi vî awayî ew jî ber bi welatê xwe ve vegeriyan.” (r. 171-172)

Aryayiya navîn a ku eşkaniyan bi kar dianî, di navbera sedsalên 3-8an de zimanê dîwanî û fermî yê Şahînşahiya Sasaniyan jî bû; piştî têkçûna vê dewleta aryayiyan a li hemberî hêzên ereban, zimanê aryayî heta sedsala 10an jî zimanê hevpar ê erdnîgariya gelên aryayî bû. Nivîsên vê serdemê nîşan didin ku aryayiya vê serdemê gihiştiye asteke kemilî; bi her du zaravayên wê yên partî û sogdî tekstên manewiyan hatine berhevkirin.[35][36] Divê bê zanîn ku wêjeya devkî ya aryayiya navîn ji aliyê çînên “gosan” (hozan, helbestvan) û “xunyager” (çîrokbêj) ve jî hatiye veguhastin.[37]

            D. Erdnîgariya “Şahname” û “Kurdgalnamek”ê wekî sîwana zimanên aryayî

            Dîroknivîsên hevçerx û klasîk girîngiyeke zêde dane xebata Firdewsî ya bi navê “Şahname”yê; lewre ji bo naskirina bûyer, kesayet û erdnîgariya Aryayê hertim nusxeyên “Şahname”yê dane pêş çavan. Divê bê zanîn ku ev berhem ji bûyer û tevger-berteka kesayetên erdnîgariya Aryayê hatiye hûnandin; di hûnaka wê de vegotinên devkî yên çîrokî û çavkaniyên erebî yên ji vegotinan tomarkirî hatine bikaranîn. Lê belê -ji bo ronîkirina dem û dewranên nediyar ên Aryayê- dîroknas, arkeolog, civaknas û gelek pisporên din bi baldarî ev tekstên mîtolojîk xwendine. Wekî ku ji navê wê jî diyar e, “Şahname” serdema şahên Aryaya kevnare vedibêje û divê zimannas û dîroknasên kurd jî jê sûd wergirin. 

            1. Di Şahnameya sedsala 15an de dîroka kevneşopî ya şahên kurdan

            Li gorî agehiyên ku amadekarê tezê Dr. Mustafa Kugu dide, ev Şahname di sedsala 15an de (854 k./1450 z.) ji farsiyê bo tirkiya osmanî bi pexşankî hatiye wergerandin; wergêrê wê ne diyar e, lê ji bo siltanê osmanî Muradê Duyem (1421-1451) ê bavê Fatihî hatiye xelatkirin. Li pirtûkxaneyên Tirkiyayê 3 nusxeyên wê yên wênedar hene û li Pirtûkxaneya Muzeya Seraya Topkapiyê ne (TSMK, H. 1116, H. 1518, B. 248); her wiha nusxeyeke wê jî li Pirtûkxaneya Neteweyî ya Awistiryayê ye (Cod. Mixt. 709 Han).[38] Hevoka pêşîn (r. 14) û paşîn (r. 853) ên Şahnameyê gelekî balkêş in. Di hevoka pêşîn de nirxê dîroknasî û sexbêriya zanyariyan wiha hatiye vegotin: “Wî hişmendî wiha got: Merivê dîroknenas û nepijî kaşî refa pêşîn neke û tu carî pê ewle mebe, jê bawer meke; her wiha tu car ji dijminê kevn hêvîdar mebî.” Îcar hevoka ku dibêje “ev Şahname ji aliyê Firedewsiyê Tûsî ve sala 400î ya koçî bo Siltan Mehmûdê Xeznewî hatiye nivîsandin û sala 854an a koçî jî bi fermana Siltan Muradî li zimanê tirkî hatiye wergerandin”, şoreşeke zanyariyan e; ji ber ku şik û gumanê datîne ser hemû nusxeyên Şahnameyê yên farsî û bi zimanên din ku “gelo guhartin û destwerdanek di metnê Şahnameyê de hatiye kirin ku navê kurdan wekî desthilatdar û damezirîner derbas nabe?”

2. Mêjûnasiya erdnîgariya Şahnameyê li gorî zanyariyên dîrokî yên hevçerx [39]

Şahname tenê qala şahaniyên Aryayê, bûyer, kesayet, tevger û bertekên şahan nake; her wiha gelek mijarên exlaqî, erdnîgarî, siyasî, aborî û dîplomatîk jî tîne rojevê. Lewre divê mirov nexşeya hera fireh a Aryayê bîne ber çavan û panoramayekê nîşan bide ku vegotinên Şahnameyê baş bên fêmkirin.

100 hezar sal BZ: Depoyên şikeftan li çiyayên Zagrosê yên rojavayê Aryayê hatine vedîtin; destkeftiyên van vedîtinan nîşan didin ku ji serdema Paleolîtîka Navîn û pê ve ev dever cih û warên mirovan bûne.

8000 BZ: Li devera Zagros û şûnwarên wekî Serav, Goran û Elî Koş belgeyên derbarê geşedana jiyana çandiniyê de hatine bidestxistin; li gorî belgeyan, gundiyên akincih ajel kedî kirine û rehek hêşîn kirine.

5500 BZ: Şûnwarên kevnare yên Siyelkê li nêzîkî Kaşana Espehanê hatin vedîtin.

4500 BZ: Li Girê Hecî Fîrûz kûpekî şerabê hatiye vedîtin; li gorî angaştan ev kûp amûra hilberandina şerabê ya herî kevnare ye.

4200 BZ: Bajarê Sûsayê li başûrê rojavayê Parsê hatiye damezirandin.

3500 BZ: Li Sûsayê, kelûmelên boyaxkirî yên Îlamê hatine dîtin; destkeftî nîşan didin ku ev dever gihiştiye asteke pêşkeftî ya xêzkirina hêmayên geometrîk û şêwazên mirov û ajelan.

3200-2700 BZ: Serdema pêşîn a şaristaniya Îlamê.

3000 BZ: Li Kermanê çanda “cîroft”ê hatiye vedîtin; ji kevirê kesk ê nerm gul û hin tiştên din hatine xêzkirin ku rolyefên resen û balkêş pêşkêş dikin.

2700 BZ: Padîşahiya Îlamê hatiyee damezirandin û Sûsa wekî paytext hatiye pejirandin.

2700-1600 BZ: Serdema Îlamê ya paşîn.

2094-2047 BZ: Îlam ji aliyê Şûlgî ve (ji xanedana sêyemîn a Ûr) hatiye dagirkirin.

2004 BZ: Îlamê di dawiyê de Împaratoriya Ûr hilweşandiye.

2000 BZ: Stranên herî kevnare yên sanskrîtî Rîg-Veda hatine bestekirine.

1900 BZ: Niştecihên deşta Sindohindê li Harapayê (Pakistana îro) cara pêşîn ji pembûyî pirtiyên qumêş hûnandine.

1595 BZ: Hîtiyan Babîl dagir kiriye, artêşa wê şkandiye û zengîniya wê talan kiriye.

1500 BZ: Şaristaniya Harapayê ji hêla aryayiyên bakurî ve hatiye dorpêçkirin.

1500-1100 BZ: Serdema navîn a Îlamê dest pê kiriye.

1400 BZ: Di vê serdemê de devera Aranê di destê hîtiyan de bûye; belge nîşan didin ku cara yekem li vê derê hesin hatiye hilberandin.

1350 BZ: Nivîseke vedîtî ya li Bogazkoya Anatolyayê tomar dike ku peymaneke zewacê di navbera qralê hîtiyan û mîrê mîtaniyan de hatiye girêdan; di peymanê de xwedawendên hindoaryayî Mîtra-Varûna, Indra û Nasatyas hatine gazîkirin û ev yeka han bi eşkereyî nîşan dide ku pêla baweriyên hindoaryayî gihiştiye bakur-rojavayê Aryayê.

1350 BZ: Pêlên koçberiya hozên Aryayê ji devera Belx û Merwê ber bi rojavayê ve kişiyaye; li deşta Aryayê û rojavayê wê bi cih bûye.

1244-1208 BZ: Di navbera Îlam û Aşûristanê de nakokî zêde bûne; qralê aşûrî Tukultî-Ninurta I êrişî çiyayên bakurê Îlamê kiriye û Îlamê jî di bin desthilatdariya qral Kidin-Qutran de êriş biriye ser Babîlê.

1100-770 BZ: Anşan hîn jî di beşa Îlamê de bûye; di navbera Îlam û Babîlê de li dijî aşûriyan tifaq çêbûne.

1100-539 BZ: Serdema Îlama nû dest pê kiriye.

1000 BZ: Li gorî hin texmînan, pêxemberê aryayiyan Zerdeşt di vê pêvajoyê de ji dayik bûye. (Zanyariyên derbarê dîroka jidayikbûna Zerdeştî de nakokbar in; lê belê texmîna xurt ew e ku di navbera 1200-600 BZ de ye).

835 BZ: Navê Medan cara yekem di nivîsareke qralê aşûrî Şalmaneser III de derbas bûye.

770-646 BZ: Hozên parsiyan îlamiyên Anşanê ber bi Sûsayê dane koçberkirin.

708 BZ: Diyako padîşahiya Medyayê li paytext Hegmetanê damezirandiye.

705 BZ: Hexamenişê pêşengê Xanedana Hexamenî (li gorî texmînekê jî derdora sala 675an) ji dayik bûye.

675 BZ: Li gorî Heredotî, padîşahê Medyayê Ferîburz (Phraortes) derketiye ser têxt.

639 BZ: Qralê aşûrî Aşûrbanîpal hêzên îlamî şikandine û Sûsa talan kiriye. Îlam êdî careke din wekî hêzeke serbixwe nemaye.

633 BZ: Sakayiyan Medya dagir kiriye.

625 BZ: Qralê aşûrî yê hêzdar û wêrankarê Îlamê Aşûrbanîpal miriye.

624 BZ: Mediyan sakayî têk birine û ji axa Medyayê qewartine.

624 BZ: Padîşahê Medyayê Key Xusro (Kyaxares) derketiye ser têxt.

612 BZ: Key Xusroyî bi babîliyan rehevalbendiyek girêdaye û êrişî paytexta aşûriyan Nînawayê kiriye; hêzên hevpeyman ên medobabilî li dijî Aşûristanê bi ser ketine û dewleta aşûrî hilweşandiye.

584 BZ: KeyXusro miriye û kurê wî yê bi nasnavê Dehak (Astyages) li şûna wî derketiyeser textê Medyayê.

561 BZ: Croesos bûye qralê Lîdyayê.

558 BZ: Kûroşê Mezin li Anşanê derketiye ser textê desthilatdariyê; paytexta Hexameniyan a ku li Fars û Xuzistanê bûye, bar kiriye Sûsayê.

550 BZ: Kûroşî keyê Medyayê Dehak têk biriye û Hegmetan zeft kiriye; bi vî awayî ketiye şûna keyê medî û yekîtiya medoparsî ava kiriye.

549-548 BZ: Kûroşî Partava (Pehlew, Parsûa), Gurgan (Hyrcania) û bi ihtimalekê Rewan bi ser merzê Aryayê ve berdane.

546 BZ: Kûroşî êrişî Lîdyayê kiriye, qralê Lîdyayê Croesos têk biriye û paytexta wî Sard bi ser merzê Aryayê ve berdaye.

539 BZ: Kûroşî piştî ku li peravên Dijleyê artêşa Babîlê têk biriye, -bêyî berxwedanek zêde- bajarê herî dewlemend ê rojavayê Asyayê Babîlon bi dest xistiye.

539 BZ: Kûroşî destûr daye cihûyên sirgûnkirî ku vegerin Qudsê (Orşelîmê); her wiha alîkarî daye cihûyên rizgarkirî ku Perestgeha Silêman Pêxemberî li Orşelîmê ava bikin. (Diyar e ku ji vê rojê pê de qelşek ketiye navbera medên li ser ayîna xwe û parsiyên ku bûne hevalbendên cihûyan. Tiştê balkêş ew e ku parsiyên îroyîn dîroka xwe bi serdema xwe ya hexambûnê ve girêdidin û serdema Hexamenişê <Achamenid> wekî destpêka dîroka xwe dihesibînin. Ji ber ku “hexam+eniş” komepeyveke ibranî ye û tê wateya “kesê ku li hişê hevalê xwe siwar dibe û wî dike bin bandora xwe” û peyva “hexam” bi xwe jî “hevrê, heval” e.)[40]

529 BZ: Kûroşî êrişî hozên sakayî yên li bakur-rojhilatê Aryayê kiriye û di şerê li dijî Masyakatayê (Masîgirtan) de hatiye kuştin; piştî ku li Pasargadayê hate veşartin, kurê wî Kambîz li dewsa wî derketiye ser têxt.

525 BZ: Artêşa Aryayê di bin serfermandariya Kambîzî de Misir feth kiriye, an jî fetha xwe temam kiriye.

521 BZ: Kambîz dema ku ji Misirê vegeriyaye, di rê de miriye; muxê (magiyê) bi navê “Gaumata”yî navê “Smerdisê (Bardiyayê) kurê Kûroşî” li xwe kiriye û bi sextekarî text û tacê Aryayê desteser kiriye.

521 BZ: Darayê ji binemala Kûroşî ji hin giregirekên Aryayê alîkarî wergirtiye; di qesra şahaniyê de êrişek li dijî Gaumatayî li dar xistiye, ew kuştiye û bi xwe derketiye ser têxt.

519 BZ: Hejmareke mezin a satrapiyên Aryayê li dijî Darayî serhildan li dar xistine; Darayî piştî wergirtina text û taca Aryayê, ev serhildanên berbelav tepeser kirine.

518 BZ: Darayî ji bo aryayiyan li Textê Cemşîdî (Persepolîs) paytextekî nû ava kiriye.

514 BZ: Darayî li bakurê Kafkasyayê û li qeraxên Behra Reş êrişî sakayiyan kiriye.

494 BZ: Yûnaniyan piştgirî daye serhildanên Îyonya (Asyaya Biçûk) û Milawatayê (Miletus); di encamê de bajarê Sardê hatiye talankirin û şewitandin.

494 BZ: Fîloya deryayî ya Aryayê di bin fermandariya serleşker Mardûniya de yûnanî li girava Ladeyê (Miliwata/Milet) têk birin û Yûnanistan dagir kir; bi vî awayî Trakya û Makedonya bi ser merzê Aryayê ve hatin berdan û welatê Aryayê ji aliyê rojavayê ve gihişte tixûbê xwe yê herî berfireh.

            3. Li ser bingehê Şahnameyê sondajek ber bi Aryaya kevnare

            Beriya her tiştî, divê bê eşkerekirin ku ev nusxeya Şahnameyê dîroka şahaniyên Aryayê wekî dîroka xanedanên kurd nîşan dide, ne ku dîroka şahên parsînijad; li gorî naveroka wê ya dirêj, ji destpêka Xanedana Pîşdadî heta şahê dawîn ê Xanedana Sasanî hemû desthilatdarên aryayînijad (pîşdadî, keyanî, eşkanî, sasanî) ji heman nifş û nijadê ne, gişt jî kurd in û ji zuriyeta Ferîdûnê Kurd in.

            Di hevdîtinekê de Ristemê Zal û Isfendiyar li ser reh-rîşe û kar-xebatên xwe diaxivin: “Îsfendiyar ji Ristemî re dibêje <heke şaşiya min hebe, demildest sererast bike bê ka nijada min digihêje kîjan şahî: Ez Îsfendiyarê kurê Goşthesp im, Goşthesp kurê Şah Lohresp, Lohresp kurê Şah Erwend, Erwend kurê Beşîn û Beşîn jî kurê Key Qubad e. Bi vê şecereyê reh û rîşeyên me digihêjin Şah Ferîdûnî. Her çi ku diya min e, ew jî keça Qeyser e, Qeyser kurê Selm e û Selm jî kurê Ferîdûnê Kurd e.” (Şahname, 224-225)

            Şahname diyar dike ku piştî kuştina Darayî ji aliyê Skenderê makedonî ve û dagirkirina Aryayê (r. 318) şahên gewre nemane; li her goşeyekê begek hebûye, li devereke taybet serwerî kiriye û ji wan re <begên peregende/tewayifê milûk> hatiye gotin: “Welatê Aryayê tam 200 salî di vê rewşa awarte de maye û şahaniyeke yekgirtî tunebûye; tu dibêjî qey li rûkalê cîhanê şahek tunebûye, text û tac vala mane, ji wan began tu kesî li ber yekî din danexwariye, her yekî serxwebûna xwe ragihandiye û bi vî awayî rûkalê cîhanê ji aloziyan rizgar bûye. Di rastiyê de ev tevdîreke siyasî û îdarî ya Skenderî bûye ku şahekî gewre dernekeve, ji bo tolhildanê berê xwe nede Romayê û vê deverê dagir neke. Di vê serdemê de pehlewanekî navdar ê bi navê Abtacaş hebûye ku ji Amûriyeyê veqetiyabûye; Skenderî deverên Fihistan (Kuhistan/Qehistan), Şîraz û Bexda dabûne bin fermana wî, kesî ji tirsa wî destdirêjiya wê deverê nekiribûye. Darayê ku di şerê ligel Skenderî de hatibû kuştin, kurekî wî yê bi navê Eşk hebûye; dema ku bavê wî tê kuştin, ji romayiyan direve û di nava şert û mercên jiyaneke mişextî de dijî. Piştî ku Skender û Abtacaş dimirin, Eşk doza şahaniyê berz dike û dibe şahê Aryayê; piştî Eşkê kurê Darayî di rêzê de Şapûr, Behram, Bilaş, Ermuzd, Resîgerd û Erdewan şahtiyê dikin. Şah Erdewanê ku dibe şahê Aryayê, ji nifşa Key Kawisî ye û jê re Erdewanê Bozorg (Gewre) jî dibêjin; di serdema wî de gur têkilî miyê nebûye (dadwerî hebûye) û piştî wî, birayê wî yê bi navê Bilaş bûye şah. Ji Bilaşî kurekî bi navê Guzerd û ji Guzerdî kurekî bi navê Nersî çêbûye. Piştî wî (ne diyar e bê ka piştî Bilaşî yan jî piştî Nersiyî) Xusro bûye şah û piştî Xusroyî jî Erdewan li ser textê şahaniyê rûniştiye; bi vî awayî di serdema Erdewanî de Şahaniya Eşkaniyan a <begên peregende/tewayifê milûk> qediyaye. Serdema şahên eşkanî gelekî kurt bûye; lewre navên wan di <dîwana şahan> de nehatiye tomarkirin.” (r. 388-389)

            Şahname serdema eşkaniyan û sasaniyan, her wiha destguhertina desthilatdariyê û destpêka serweriya sasaniyan wiha vedibêje: “Gava ku Erdewanê Dawîn bû şahê Aryayê, navên şahan dîsa bilind kirin û pergala şahaniyê vejand; serwer û giregirekên parêzgahan dihatin ber dergehê wî, ji parêzgehên Bexda, Pars, Espehan û Kuhistanê qasid dihatin û diçûn. Bi fermana wî Babekê kurê Sasan bûbû parêzgarê Istexrê; wî jî tevahiya deverê bi rê ve dibir ku ji nifşa Behmenê kurê Îsfendiyarî ye. Behmenê kurê Îsfendiyarî di heyama xwe de şahanî nedabû kurê xwe yê Sasan; lewre Sasan gelekî tengezar bûbû, koçî Nişawerê kiribû û li wê derê jî miribû. Sasanî navê kurê xwe jî danîbû Sasan û vî Sasanî jî heman navê Sasan li kurê xwe kiribû; hetanî heşt zikan (nifşan) vê malbatê navê Sasan li zarokên xwe yên kurînî dikir, binemala Sasanî ji derdorê re şivantî dikir û berî ku bibe parêzgar Babek bi xwe jî serşivan bû.” (r. 388-340)  Divê bê gotin ku Qelqeşendî jî dibêje ku “şahê pêşîn ê sasaniyan Erdeşîrê kurê Babekê kurê Sasanê kurê Erdeşîr Behmenî ye û ji nifşa Darayî ye”.

            Em dîsa vegerin bûyerên Şahnameyê: “Rojekê li hafa Şah Erdewanî qala Erdeşîrê kurê Babekî hate kirin; di vê galegalê de ewqasî behsa mêranî û hişmendiya Erdeşîrî hate kirin ku Erdewanî nameyek ji Babekî re şand ku kurê xwe bişîne koçk û seraya şahaniyê, bila di nava kurên wî de hînî kar û barên rêveberiyê bibe. Babek kurê xwe ji bo vê rêwitiyê amade dike û dişîne; lê belê ji ber nakokiyeke di navbera Erdeşîr û kurê Erdewanî de, hêrsa şahî tê û Erdeşîrî dişîne serayeke li kêleka tewleyên hespan. Di heyama ku Erdewan di nava kêf û şahiyan de ye, Erdeşîr bi keça Erdewanî ya bi navê Gulnar re dibe hevnas; dema ku Erdeşîr li vê xerîbistanê ye, Babekê bavê wî dimire; Erdewan gelekî li ber mirina wî dikeve; lê li şûna ku Erdeşîrî bişîne ser textê bavê wî, kurê xwe yê Behmen dike parêzgarê Istexrê. Li ser vê yekê Erdeşîr gelekî tengezar dibe û dixwaze ku ji serayê bireve; bi alîkariya Gulnara Erdewanî direve, hêzên xwe berhev dike, di dawiyê de desthilatdariyê ji destê eşkaniyan derdixe, dewleta sasaniyan dadimezirîne û dibe şahê yekem ê Şahaniya Sasanî.” (r. 390-401)

            Ji xwe di nakokiya di navbera Xusroyê Sasanî û serdarê wî yê bi navê Behramê Çopîn de jî ev yek derdikeve holê: “Behramî gote Xusroyî: – Hey dagirkero, kesekî wisan sezayî şahaniyê ye ku têxt û tacê ji destê te derxe! Erdeşîr ji keça Babekî hate dinyayê û bû destgirê (xulamê) eşkaniyan. Piştre dema ku Erdeşîr bendeyê dergehê Erdewanî bû, şah kuşt; pergala şahtiyê û textê serweriyê desteser kir. Ji wê heyamê heta niha 300 sal derbas bûne û serdema sasaniyan êdî kuta bûye. Li vê cîhanê şahanî sezayî eşkaniyan bû; heke ji wê malbatê mîratgirek hebûya, ew dê layiqî têxt û tacê bûya. Madem ku ji wê xanedanê kesek nemaye, êdî text û tac layiqî min in.” (r. 734-735)

            4. Sihvedana dîroka şahên Aryayê di nava çavkaniyên dîrokî yên erebî de

            Piştî van zanyariyên Şahnameyê divê em vegerin çavkaniyên erebî; ji ber ku ereban Şahaniya Sasanî têk bir û bûyerên wê serdemê tomar kirin. Gelo -wekî ku Şahname dibêje- xanedanên şahan ji pîşdadiyan heta sasaniyan ji heman binemalê bûn? Ji bo bersivandina vê pirsê, divê em serî li çavkaniyên erebî bidin ku çend tiştên nêzikî rastiyê bibêjin.

            Qelqeşendî (1355-1418) [41] dîroka Aryayê wekî “heyama berî îslamê” û “heyama piştî îslamê” li ser du beşan pareve dike; her wiha heyama berî îslamê li ser serdemên pîşdadî, keyanî, eşkanî û sasaniyan leva dike. Her çi ku heyama piştî îslamê ye, ew jî wekî “serdema xelîfeyan”, “serdema ebasiyan” û “serdema moxoliyan” hatiye dabeşkirin: “Ji heyamên herî kevnare ve şahên Aryayê mezintirîn padîşahên cîhanê ne; her wiha ji aliyê pergala mezrê (dewletê) û rêveberiya welêt ve tu kes bi wan re nayê berawirdkirin. Rêza yekem a van şahan pîşdadî ne; peyva <pîşdad> tê wateya <destpêka dadweriyê> û şahê pêşîn ê vê xanedanê Hoşeng e ku tac daye serê xwe, li ser têxt rûniştiye, pergala dewletê saz kiriye û bac daniye ser hemwelatiyan. Padîşahiya wî bi qasî sed salî piştî Tofanê ye; wî bajarên Babîl û Sûsayê ava kirine, wekî siyasetmedarekî baş şêwazê rêveberiyeke qenc meşandiye. Li pey wî Tahmûrs bûye padîşah, lê di navbera Hoşeng û Tahmûrs de çendek bav hene; wî jî mîna kalikê xwe siyaseteke qenc meşandiye û cara yekem bi zimanê aryayî dest bi nivîsê kiriye. Paşê birayê wî yê bi navê Cemşîd li ser têxt rûniştiye û wateya navê wî <tîrêja heyvê> ye. Cemşîd di destpêkê de li ser mersûmê qedîm ê bav û kalên xwe tevgeriyaye; wî sînorên welêt berfireh kirine, çînên karmendan li gorî karên sivîl û leşkerî diyar kirine. Kesê ku cejna Newrozê li dar xistiye jî ew e; lê belê piştî heyamekê ji pergala dadweriyê bi dûr ketiye û ji aliyê aryayiyan ve hatiye kuştin. Piştî Cemşîdî, Pîresp bûye şah ku nasnavê wî Deh Hak e, ev nav tê wateya <xwediyê deh nexweşiyan> û di çanda gelêrî de jê re Dehak tê gotin. Di serdema Dehakî de tevahiya cîhanê ketiye bin desthilatdariya wî; lê ji dadweriyê gelekî bi dûr ketiye, sitemkarî û hovîtî kirine, hemwelatî kuştine, bacên giran danîne ser pişta gel, çanda dengbêjî û meyxaneyan belav kiriye… Li gorî salixên salixdaran, Tofan piştî serdema Dehak û şahên Aryayê yên berî wî pêk hatiye û Kawayî dawî li desthilatdariya Dehakî aniye. Piştî wî Ferîdûnî serwerî li Aryayê kiriye ku li gorî salixan kurê nehemîn ê Cemşîdê navbihurî ye û di serdema Ferîdûnî de Brahîm eleyhiselamî re pêxembertî hatiye şandin ku navê wî di Quranê de jî derbas dibe. Ferîdûnî li tevahiya cîhanê serwerî kiriye, rêveberiya cîhanê di navbera kurên xwe de pareve kiriye û miriye.” Bi rastî Şahname jî qala pirtûka Brahîm eleyhiselamî ya li nava welatê Aryayê dike û dibêje: “Dema ku Erdeşîrî dawî li desthilatdariya Erdewanî anî, gazî giregirekên dewleta wî kir û got: ‘-Gelî hişmend û serweran, her kesî ji destê Erdewanî gelek tengezarî kişandin; Eşkaniyan desthilatdariya xwe bi pergala Skenderî bi dest xist. Hûn dizanin ku Skenderî bav û kalên min kuştin û Erdewanî jî cîhan kir bin destên xwe. Ez bi xwe ji nifşa Îsfendiyar im û çawa çêdibe ku Erdewan bibe şehriyar?’ Wan serwer û pêşengên dewletê piştgirî dane Erdeşîrî û şîret lê kirin ku pêşiyê parêzgaha Parsê bike destê xwe; lê belê deryavanekî bi navê Tebak hebû ku parêzgarê devera Çehdemê bû û Erdeşîr ji tevgera wî ditirsiya. Rojekê Tebak derket, hate hafa Erdeşîrî û diyar kir ku ew dê bibe xizmetkarê wî; lê saw û sehmek di dilê Erdeşîrî de hebû, gelo vî siyasetmedarê pispor ê ku destê wî dirêjî nava karmendên dewletê bûbû, jê re minexetî nekira? Tebakî nihêrî ku Erdeşîr bi xizmetkariya wî gumanbar e, pirtûka Brahîm pêxemberî derxist; jê re sond xwar ku niyêtpaqij e û piştî vê sondê Erdeşîrî ew kir serdarek ji serdarên artêşa xwe.” (r. 398-399)

            Zanayê kurd ê gewre Alûsî (m. 1270 k.) di tefsîra xwe ya bi navê “Rûh’ul-Me’anî”yê de dibêje ku “hemû pirtûkên dîrokî hevraman in ku Ferîdûn di serdema Brahîm eleyhiselamî de jiyaye û cîhan di nava sê kurên xwe de pareve kiriye; her wiha Mûsa eleyhiselam jî di heyama Manîçehrê kurê Îrec kurê Ferîdûnî de pêxembertî kiriye.”[42] Ji aliyekî din ve, dibe ku Ferîdûn û Nemird (Nemrûd, Nîmrûz/Nîvroj) heman kes bin; ji ber ku îro jî peyva “perîzan” a kurdî û “perîdan” a farsî (di farsiya gelêrî ya îroyîn de: “perîdûn”) hene ku tên wateya “kesê ku cin û periyan dizane”. Her wiha ji ber ku di zimanê erebî de dengê /p/yê tuneye, dibe ku peyva “perîdan” wekî “ferîdûn” hatibe guhastin û tomarkirin. Dîsa bi ihtimaleke mezin, ew gotina navdar a ku dibêje “kurd neviyên cinan in” ji ber perîzaniya Ferîdûnê Kurd be ku ji cin û periyan zanyarî wergirtine.

            Zanayekî din ê kurd Gurganî (Curcanî, m. 471 k.) dema ku ayeteke derbarê cadûbaziyê de şîrove dike dibêje ku Ferîdûnî zanista cadûbaziyê dizanibûye: “Ferîdûn kurên xwe şandine cem şahê Misirê da ku keçên wî li xwe kebîn bikin (bi wan re bizewicin); dema ku lawên wî vegeriyane, Ferîdûn di dilqê marekî de derketiye ser riya wan û wêrekiya wan ezmûn kiriye. Ferîdûnî nihêriye ku Selm jê reviyaye, Tûşî êrişî wî kiriye û Îrecî jî gef lê xwariye û daye tirsandin. Gava Şah vê bûyerê dibîne, li gorî rêjeya wêrekiya her yekî rûkalê cîhanê di nava wan de pareve kiriye.”[43] Zanayekî din ê kurd Dînewerî (m. 282 k.) jî dibêje ku Brahîm eleyhiselam di heyama Ferîdûnî de jiyaye; lê di zimanê aryayiyan de nasnavê Nemrûdî (Nemird) Ferîdûn e, navên kurên wî Selm, Tûs û Îrec bûne: “Di salên dawîn ên padîşahiya xwe de Nemrûd dest bi sitemkariyê kir. Padîşah Nemrûdê ku aryayî jê re dibêjin Ferîdûn, gelekî bi stêrnasiyê re mijûl bûbû; ji çar nikarên cîhanê stêrnas gazî koçka xwe kirin û bi diravan ew stêrnas kirin merivên xwe. Piştre wî ji malbata xwe heft nûner hilbijartin; navê Desteya Kubaran li vê koma bijartî kir, kar û barên wan destnîşan kir û her endamekî vê desteyê li devera xwe bi awayekî serbixwe kar kir. Bavê Brahîmî yê bi navê Azer jî yek ji wan nûneran bû.”[44]

            Îcar Qelqeşendî di berdewamiyê de rêza şahên Aryayê wiha destnîşan dike: Piştî Ferîdûnî, kurê wî yê bi navê Îrec bi peymana bavê xwe bûye şah; piştî Îrecî, her du birayên wî yên bi navên Şerm û Tûc hevserokatî li welêt kirine. Piştî wan jî Menûçehrê kurê Îrec derketiye ser textê şahaniyê û li gorî salixan, di heyama wî de ji Mûsa eleyhiselamî re pêxembertî hatiye şandin û firewnê Misirê yê wê serdemê jî parêzgarê Aryayê yê li Misirê bûye. Piştre Ferasiyabê kurê Tûc (Perasiyab=Afrasiyabê kurê Tûr) bi zordestî derkete ser têxt, welat wêran kir û xerabiyên nedîtî pêk anîn; lê ji neviyên Menûçehrî, kesekî bi navê Zûyê kurê Tahmasp artêşa Ferasiyabî şikand, dîsa welat gihande asteke baş, Çemê Zêyê kir du beşan û li kêleka çêm bajarvanî da destpêkirin. Piştî Zûyê Tahmaspî, şahê dawîn ê pişdadiyan Girşesp bû desthilatdar ku ji nifşa Tûcê kurê Ferîdûnî ye.”[45]

Gava mijar tê ser keyaniyan, Qelqeşendî bi kurtî wiha qala serdemê dike: “Xanedana duyem Keyanî ne. Ji ber ku li pêş navên wan peyva <key> heye, wisan hatine binavkirin. Mîrê wan ê yekem ê piştî Girşespê pîşdadî, Key Qubadê kurê Zû ye. Wekî bavê xwe bi dadwerî serwerî kiriye û piştî wî neviyê wî yê bi navê Key Kawisê kurê Key Neyê kurê Key Qubadî bûye mîr. Piştre neviyê wî yê bi navê Key Xusroyê kurê Siyawişê kurê Key Kawisî bi fermana kalikê xwe bûye mîr; lê piştî demekê dev ji keyîtiyê berdaye. Piştî wî, Key Luhrespê birayê Key Kawisî bûye mîr, li ser textekî zêrîn ê bi gewheran xemilandî rûniştiye, bajarê Belxê yê li Xoresanê daye avakirin û ji bo şerê tirkan lê rûniştiye, Buxtinesr kiriye cîgirê xwe û miriye. Piştî wî, Key Pişthesp bûye mîr, bajarê Nesa ava kiriye, di heyama wî de Zerdeştê xwediyê Avestayê derketiye; Key Pişthespî ayîna zerdeştiyê pejirandiye, li çiyayê Tamîzer mijûlî xwendina Avestayê bûye û paşê winda bûye. Piştî wî, Erdeşîr Behmenê kurê Îsfendiyarê kurê Key Pişthespî bûye mîr; wateya navê wî ‘niyetpaqij’ e, navê wî yê bi ibranî <Kûriş> e, wî serweriya heft iqlîman (parzemînan) kiriye û Beytilmeqdis ji nû ve jeniye ku Buxtinesr ew hilweşandibû. Piştî wî, Darayê kurê Erdeşîrî bûye mîr û bi Skenderê kurê Fîlîps re şer kiriye, di wî şerî de têk çûye û di encamê de Dewleta Keyanî rûxiyaye. Skenderî bîst rêvebir danîne  ser welatê Darayî ku ji wan re <mîrên pêkhateyan> tê gotin. Piştî ku keyaniyan bi qasî 500 salî serwerî kiriye, dewleta wan jî rûxiyaye û Eşxanî hatine ser desthilatdariyê.”[46] Li vê derê divê bê gotin ku Dînewerî derbarê şerê di navbera Darayê aryayî û Skenderê makedonî de zanyariyeke hêjayî lêkolînê tomar dike; li gorî zanyariyên wî Skender kurê Darayî ye û bi xwe jî dibêje ku “romayî vê yekê nepejirînin jî, lê belê rastî wisan e”. Dînewerî çîrok an jî dîroka vê birakujiyê wiha vediguhêze: “Gava ku Darayê kurê Behmenî bû şah, ji bo dagirkirina welatê romiyan êrişek amade kir; artêşa xwe meşande nava xaka romiyan û qeyserê Romayê Fîlîpos jî bi artêşa xwe derkete pêşberî wî. Her du alî gihiştin hev û bi hev re şer kirin; Dara di vî şerî de bi ser ket û bac li ser romayiyan sepand. Li gorî peymanê divê qeyserê Romayê salane bi qasî sed hezar hêkên zêrîn bac bidaya Aryayê û giraniya her hekekê bi qasî 40 misqalî bûya. Her wiha Darayî keça Fîlîposî jî li xwe kebîn kiriye û digel jina xwe ya nû vegeriyaye Aryayê. Gelê Arî îdia dike ku Skender ne kurê Fîlîpos, lê kurê keça wî ye; bavê wî Darayê kurê Behmenî ye û bûyerê wiha vedibêjin: Darayê kurê Behmenî êrişî welatê Romayê kir, romayî têk birin û bi mercê bacdayînê peyman bi Fîlîposî re girêda; her wiha keça wî li xwe mar kir, digel jina xwe vegeriya Aryayê, lê bêhneke pir kirêt ji keça Fîlîposî dihat ku Darayî hez nekir pê re binive. Lewre ferman da dadika jinên xwe ku vê bêhna kirêt çareser bike. Dadika jinên wî bi rehekeke ku navê wê <sender> e bûka nû derman kir, piştî ku bêhna wê bi wî giyayî hinekî xweş bû ew şande paşila Darayî. Dara di wê şeva hevşabûnê de bi bêhna senderê ya giran hesiya û got <ales sender> ku di zimanê aryayî de tê wateya <bêhna senderê çiqasî tûj e>; her çiqas bi jina xwe re nivistibe û wê şevê ew ducanî kiribe jî, ji ber wê bêhnê careke din neketiye paşila jinê û ew li bavê wî Fîlîposî vegerandiye. Îcar jina wî ya ducanî li cem bavê xwe Fîlîposî welidiye zarokekî kurîn; diya kurikî ew peyva yekane ya ku wê şevê ji devê mêrê xwe bihîstibû, li kurê xwe kiriye û navê wî bûye Alesender ku ji wî giyadermanî wergirtibû. Skender kurekî hişmend û mirovekî jîr bû; di bin parastina Fîlîposî de mezin bû û bi cidiyet û kargêriya xwe bala kalikê xwe Fîlîposî kişande ser xwe. Lewre Fîlîposî ew peywirdar kir û wekî cihnişînê xwe destnîşan kir; her wiha di ber sekerata mirinê de jî wasêt kir ku piştî mirina wî guh bidin fermanên Skenderî. Gava ku Skender bû qeyserê Romayê, tekane xema wî milk û şahaniya bavê wî bû; ji ber wê yekê bac neda birayê xwe Darayê kurê Darayî, lê birayê wî yê qure êrişî wî kir û Skender jî mecbûr ma ku pê re şer bike. Her çiqas dîroknasên romayî bibêjin ku Skender kurê bavê xwe Fîlîposî ye, ji nijada bavê xwe ye û cîgirê rastîn ê bavê xwe ye jî, zanyariyeke wisan jî heye.”[47] Bi rastî ev mijar jî hêjayî lêkolîneke kûr e; ji ber ku Dînewerî (820-896) dîroka kurdan û şahên Aryayê baş dizane, pirtûkeke wî ya bi navê “Ensab’ul-Ekrad/Nesebên Kurdan” heye ku niha winda ye, her wisan lêkolînerekî gelekî jîr û zanayekî ansîklopedîk e. Bi rastî jî hinek zanyariyên ku wî di sedsala nehan de dane, di sedsala 14an de hatine vedîtin û sedsala 19an de li ingilîzî hatine wergerandin. Wekî mînak “Karnamagê Erdeşîrê Pabegan” dibêje ku Sasan şubanê Pabag bûd ûd hemwar abag gospandan bûd ûd ez tohmegê Darayê Darayan bûd ûd ender duşxwadayîhê Aleksander o wirêg ûd nîhan-rawişnîh êstad ûd abag kurdan şubanan reft./Sasan şivanê Pabegî bû, û hertim ligel pêz bû, û ji tovê (tuxim, nifş, nijada) Darayê Darayan bû, û ji ber dijxwedayiya (zordestî, sitemkariya) Aleksanderî reviyabû, xwe veşartibû, û xwe sipartibû şivanên kurd.”; [48] lê belê Ebû Henîfe hê di sedsala 9an de dibêje ku: “Gava şahên pêkhateyan (eşkanî) bi qasî 266 salî serwerî kir, Erdeşîrê kurê Babekê kurê Sasanê Biçûk ê kurê Fafekê (Papeg) kurê Mihrîsê kurê Sasanê Mezin ê kurê Behmenê kurê Şah Îsfendiyarê kurê Pişthespî li bajarê xwe Îstexrê xuya bû… Erdeşîrî ji Ferxanê kurê Erdewan ê şahê dawîn ê El-Cibalê re (di dîroka ereban de peyva “El-Cibal”a erebî hertim Kurdistanê nîşan dide) nameyek şand û jê xwest ku bikeve bin fermana wî; dema ku nameya wî gihişte ber destê Ferxanî, hêrsa wî rabû û ji qasidên Erdeşîrî re got: <Peh peh, kurê Sasanê şivan derketiye çi meqameke bilind ku nameyan jî dişîne!>”[49] Ji aliyekî din ve, du mijar hene ku angaşta aryayiyan xurt dikin: 1. Skender heta mirina xwe venegeriyaye Romayê, rêveberiya Aryayê kiriye û li ser erdê Şahaniya Keyanî miriye. 2. Piştî ku hîn dibe Dara bi minexetî ji aliyê merivên xwe ve hatiye kuştin, bikujên wî digire û wan dikuje.

            Divê bê gotin ku Meqdisî (m. 355 k.) derbarê nifşa eşkanî û sasaniyan de bê şik û guman dibêje ku “Piştî Skenderî, welatê Aryayê bi qasî 266 salan û li gorî salixekê jî bi qasî 400 salî li gorî pergala yûnanî hate rêvebirin; piştre aryayiyan rêz û giramî li Eşkê kurê Darayî nîşan da û şahtiya wî nas kir. Ji Mûsilê bigire heta Rey û Espehanê di bin serweriya wî de bûn.”[50] “Şahê pêşîn ê sasaniyan Erdeşîrê kurê Babekê kurê Sasanê kurê Erdeşîr Behmenî ye”...[51] Wekî ku ji zanyariyên navbihurî xuya dike, Meqdisî derbarê heyama serdestiya eşkaniyan de du salixan dide û mêjûya serweriya wan diyar dike; lê derbarê bav û kalên wan de şik û gumanê nabîne û ji bo her duyan jî rasterast dibêje ku “ew neviyê Darayî ye” yan jî “ew neviyê Behmenî ye”. Îcar mirov dikare ji zanyariyên erebî piştrast bibe ku her çar serdemên şahaniyên Aryayê (pîşdadî, keyanî, eşkanî û sasanî) ji heman binemalê ne, ango ji binemala Ferîdûnî ne.

            Bi berawirdkirina vegotinên Şahnameyê û zanyariyên dîrokî yên erebî derdikeve holê ku şahaniyên Aryaya qedîm ji aliyê binemalekê ve hatine damezirandin û rêvebirin; her wiha tevahiya çavkaniyên mîtolojîk jî nifşa aryayî dispêrin kesê bi navê “Keyûmers” û xuya ye ku payeya “key”ê jî aydî kurdan e. Bi vî awayî hemû tekstên Şahnameyê û dîroknasên serdema îslamî piştrast dikin ku “keyanî”yê, ango şahaniyê bi kurdan dest pê kiriye; piştre di navbera xanedanên vê binemalê de belav bûye. Tiştekî din ê balkêş jî ew e ku gava Selçûqiyan li erdnîgariya medoparsî desthilatdarî kiriye, ji bo rewakirina dagirkeriyê yan jî ji bo razîkirina dilên medoparsiyan (yan jî dibe ku her çiqas bi tirkî diaxivîn jî, şecereya xwe digihandin kurdan!?) leqebên keyên medoparsî li xwe danîne (Elaedîn Keyqubad, Xiyasedîn Keyxusrew, Izedîn Keykawis…).

5. Li ber ronahiya Kurdgalnamekê nirxandina zanyariyên çîrokî û dîrokî yên Şahnameyê

Wekî ku ji zanyariyên bihurî diyar e, çavkaniyên erebî rasterast nabêjin ku Xanedana Pîşdadî kurd e; lê wergera Şahnameyê ya bi tirkiya osmanî bi eşkeretî dibêje ku “Ferîdûnê Kurd” û kurdbûna wî gelek caran dubare dike. Li vê derê, divê em derbasî çavkaniyeke kurdên belûç bibin û qala kurdbûna Xanedana Keyanî bikin. Axwend Mihemed Salih di berhema xwe ya bi navê “Kurdgalnamek”ê de diyar dike ku paşayê Tûranê Efrasyab ji nifşa Tûrê kurê Cemşîd e; lewre ev nêzikatî û eqrebatiya xwe ya bi Pîşdadiyan re kiriye bihane û xwe fermanrewa û mîratgirê eslî yê selteneta Mad û Parsê dizanibûye. Ji ber heman bihaneyê wî paşatiya Key Qubadî qebûl nekiriye, li ser textê serweriyê şer di navbera Tûran û Mad-Parsê de derketiye û di dawiyê de hêzên Efrasyabî li hemberî hêzên Mad û Parsê şikiyane. Di şikandina hêzên tûraniyan de rola kurdên biraxoyî, adirganî, mamilî û kirmanî gelekî girîng bûye.[52] Mihemed Salihê Belûç damezrandina Dewleta Madê wiha tomar kiriye: “Di sedsala 9an a BZ de dema ku paşayê dawîn ê Xanedana Pîşdadî Girşespê kurê Ûştabê kurê Tahmaspê kurê Menûçehrê kurê Îrecê kurê Ferîdûnê kurê Epteyanê kurê Cemşîd miriye, paşayên Asûriyan êriş anîne ser xaka Mad û Parsê. Lewre kurdên Mad neçar mane ku dewleteke serbixwe damezirînin û xwe ji êrişên asûriyan biparêzin. Ji bo vê mebestê serek û serdarên Madê Mezin û Madê Biçûk, kurdên Pars, Gîl, Deylem û Hezareyê li hev civiyane û şêwirîne; di dawiyê de serekekî kurdên madî yê bi navê Key Qubadê Kurd ku di warê erdnîgarî, zanist, dadperwerî û karzaniyê de bêhevta bûye wekî fermanrewa hatiye hilbijartin.” (r. 43)Kurdgalnamek derbarê navê Madiyan de agehiyeke gelekî girîng dide û binavkirina dewletê wekî “Mad/Med” ji ber navê xanedanê destnîşan dike ku piraniya dewletên kurdan ên dîrokî bi navên xanedanan hatine naskirin (madî, hesenweyhî, buweyhî, şedadî, eyûbî, sefewî, zendî…): “Dîroknivîsan devera Madistanê bi navê <Keyan> û xanedana Madiyan jî bi <Keyanî> dane nasîn.” (r. 115) “Desteya kurdên Madê nêzikî 850 salî beriya zayînê, piştî avabûna desthilatdariya Madê, hatine vê navçeyê û tê de bi cih bûne. Ev desteya kurdên madî ji tîreyên zengene, biraxoyî, mamilî, edreganî û kirmanî pêk hatibûn û cara yekem bi alîkariya paşayê Madê Keyqubadê kurê Mad hatine navçeya Zereng (Zerenc), Tûran û Mekranê.” (r. 46)Li vir xuya ye ku gotinên Qelqeşendî, Kurdgalnamek û Şahnameyê hev digirin û hev piştrast dikin ku Key Qubad ji nifşa Ferîdûnî ye; jixwe Qelqeşendiyî digot ku “Piştre Ferasiyabê kurê Tûc (Perasiyab=Afrasiyabê kurê Tûr) bi zordestî derkete ser têxt, welat wêran kir û xerabiyên nedîtî pêk anîn; lê ji neviyên Menûçehrî, kesekî bi navê Zûyê (di hinek çavkaniyan de ‘Zab’) kurê Tahmaspî artêşa Ferasiyabî şikand, dîsa welat gihande asteke baş, çemê Zêyî kir du beşan û li kêleka çêm bajarvanî da destpêkirin.”; her wiha digot ku “Mîrê keyaniyan ê yekem ê piştî Girşespê pîşdadî, Key Qubadê kurê Zû ye û wekî bavê xwe bi dadwerî serwerî kiriye.”

Li gorî zanyariyên hevçerx, navê Med û Parsan cara yekem di nivîsareke qralê aşûrî Şalmaneser III de derbas dibe.[53] Qralên aşûrî yên ku şerên xwe dane nasandin, derbarê gelên peymandar û bindestkirî de bi gelemperî çendek zanyarî berhev kirine. Her çend erdnîgariya ku aşûrî behsê dikin tenê texmînî be jî, lê ev tomarkirin mêjûnasiyeke (kronolojî) baş destnîşan dikin; her wiha navên kesan hindik bin jî, navê dever û cihnişînên wan deveran tên eşkerekirin. Di van belgeyên destkeftî de navên “Matai” û “Parsûwaş”ê cara yekem di sedsala 9an de li devera gola Urmiyê hatine tomarkirin; li gorî tomareyên Şalmaneserê III (desthilatdarî: 858-824 BZ) sala 835an a BZ ji 27 şahên Parsûwaşê bac hatiye wergirtin. Padîşahên paştir ên bi navên Şemsî-Adad V (desthilatdarî: 823-811 BZ) û Adad-Nirarî III (desthilatdarî: 810-783 BZ) jî pêla êrişên aşûriyan berdewam kiriye; di salnameyeke Şemsî-Adad a sala 821an de hatiye ragihandin ku li erdnîgariyeke di navbera Bît Bunakî û Parsûmaşê de (=Parsûwaş) şerekî navxweyî rûdaye. Tîglath-Pileser III (desthilatdarî: 744-727 BZ) ê ku heta çiyayê Bikniyê (=çiyayê Elvendê) êrişek li dar xistiye, welatê Medyayê wekî “mediyên hêzdar” an jî “mediyên dûr” bi nav dike. Di serdema Sargon II (desthilatdarî: 721-705 BZ) de jî behsa biraziyê qralê Elîpiyê tê kirin; her çiqas navê qralî Delta be û ne bi zimanê aryayî be jî, navê biraziyê wî Aspabara ye ku tê wateya “siwar”î. Di sala 691an de li ber peravên Dijleyê “Şerê Helûlêyê” qewimiye; artêşa aryayî ya ji leşkerên Îlam, Parsûmaş, Anzan (=Anşan) û hevpeymanan pêkhatî derketiye pêşberî qralê aşûrî Sennaherîbî (desthilatdarî: 704-681 BZ). Her wiha di nava peymandarên Esarhadonî de (desthilatdarî: 680-69 BZ) navên “padîşahên medan” jî derbas dibin.[54]

Îcar Kurdgalnamek derbarê navê Madiyan de agehiyeke gelekî girîng û nêzikî vê mêjûyê dide; her wiha pêvajoya damezrandina Şahaniya Keyanî bi berfirehî vedibêje: “Dîroknivîsan devera Madistanê bi navê ‘Keyan’ û xanedana Madiyan jî bi ‘Keyanî’ dane nasîn.” (r. 115) “Dema ku paşayê dawîn ê Xanedana Pîşdadî Girşesp mir, welatê Mad û Parsê duçarî rewşeke tevlihev û bêhêziyê bû; ev rewş bû sedema sergêjî û tirsa serekên hozên Mad û Parsê. Di encamê de hemû serek, serdar û rihspî li hev civiyan; piştî rawêjkariyeke komekî, biryarek ji civînê derket ku Key Qubadê kurê Mad derkeve ser textê Girşespî. Bi vî awayî Key Qubad sala 853an a BZ derkete ser textê Mad û Parsê. Wê heyamê kurdên biraxoyî tîreyeke hêzdar û azad a kurdan dihatin hesibandin. Mîr Kîkan serekê mezin ê kurdên biraxoyî û hevpeymanê Key Qubad paşayê Madê bû; her wiha serokatî li van heft tîreyên kurd dikir ku navên serokên wan wiha ne: Mîr Goran Goranî, Mîr Zaxo Sarûnî (an jî Soranî), Mîr Mihran Xuzdarî, Mîr Mişkan Mişkanî, Mîr Ermîl Ermîlî, Mîr Bolan Bolanî û Mîr Lerzîn Girîşkanî.” (r. 53)

Ji aliyekî din ve Kurdgalnamek bi dûvdirêjî şecereya nifşa kurdan wiha rêz dike: “Salixdarên dînî neqil dikin ku piştî tofana Nûh (silav lê bin), sê kurên wî: Ham, Sam û Yafes ji tofanê rizgar bûn û hemû însanên dinyayê neviyên van her sê kurên peyamber Nûh (silav lê bin) tên zanîn. Dibêjin nesla van sê kuran di dawiyê de ewqasî zêde bûye ku ji bo debara/îdareya jiyana xwe belavî hemû cih û goşeyên cîhanê bûne. Yekem car berê xwe dane navçeyên bakurê rojhilata Girdayê Zewî û li wir bi cih bûne; piştre hinekan ber bi xwarê ve koç kiriye û li navçeya xwe ya niha  nişîngeha xwe damezirandiye. Heşt kurên Hz. Yafesî hebûne û navê yekî ji wan Kumer bûye. Zincîra bingeha kurdan ji Kumerî bi vî awayî dest pê dike: Yafes, Kumer, Xezer, Kardak, Buwaz, Mîtan, Arîn, Gîwer, Rûdîn, Sûr, Dexû, Bulgar, Pişder, Têrxan, Şûd, Xuran, Madê Mezin, Çerkeş, Rasin, Zengan, Dirac, Hekar, Xoşnaw, Zaran, Sasun, Sencar, Şikak, Şûhan, Gurek, Wan, Mîran, Sûbar, Pazû, Kad, Gawr, Mengur, Tagaz, Çîg û Madê Biçûk.” (r. 46-47) Çendek ji van navan heta îro jî navên bajar, hoz û desthilatdariyên kurdan ên dîrokî û îroyîn in: “Mîtan, Pişder, Têrxan, Mad, Zengan, Dirac, Hekar, Xoşnaw, Sasan, Sencar, Şikak, Gurek, Wan, Mîran, Sûpar, Pazû, Kad, Gawr, Mengur, Mad.” Kurdgalnamek “Madê Mezin” wekî bapîrê “Madê Biçûk” bi nav dike û hozên madî wekî Heredotî bi rêz dike; lê belê di lîsteya wê de 7 hoz hene: “Partasîn (Paretaceni),  Estrûşan (Struchates), Arîzanît (Arizanti), Bûz (Busae), Maj (Magi), Bûd (Budii) û Dîlman (Deyleman?).” (r. 47) “Ji heft kurên Madê Biçûk, heft tîreyên kurd çêbûne û her yek bi navê bapîrê xwe yê mezin hatiye naskirin. Ev tîreyên kurd bi navê <Kurdên Rojhilatê> tên nasîn; ji ber ku ji aliyê rojhilatê ve hatine [Mad] û Farsê.” (r. 50) Ji aliyekî din ve, Kurdgalnamek şecereya tevahiya kurdan li ser du beşên wekî “kurdên rojavayê” û “kurdên rojhilatê” leva dike: “Li gorî çavkanî û belgeyên dîrokî, kurd li du beşan pareve dibin. Beşa yekem ew kurd in ku ji aliyê Araratê û zincîra Çiyayên Cûdiyê ve hatine; di dirêjahiya navçeyên Dîcleyê û Ferêt de, ji aliyê rojavayê ve heta Sûriyayê û qeraxên Deryaya Romayê û ji aliyê rojhilatê ve jî heta qeraxên Farsê û rexê Deryaya Umanê belav bûne. Tîreyên eslî yên vê beşê ji Lolo, Gûtî, Kasû û Sûbarî pêk hatine. Ji bo ku ev tîreyên kurd ji aliyê rojavaya Deryaya Hezarê ve hatine, bi navê <Kurdên Rojavayê> tên nasîn. Beşa duyem ew kurd in ku ji naverasta Asyayê ve ber bi rojhilata Îrana wê serdemê ve hatine; ji wir ji rojhilata Deryaya Hezarê derbas bûne û di başûrê vê deryayê re li navçeya Etropanê (“Adirabadagan” li gorî Şehnameyê, O.M.) belav bûne û bi cih bûne. Tîreyên eslî yên vê beşê jî ji Mad, Nahîrî û Kardoxiyan pêk hatine. Ev welatê mezin û fireh ê ku tê de bi cih bûne, ji ber navê Madê wekî Madayî yan Mêdya hate nasîn. Ev heft tîre, tîreyên eslî yên kurd in û di dawiyê de tîreyên şaxên din jê cihê bûne; her yek ji wan şaxan guherîne û bûne tîre yan jî hozeke serbixwe. Ji vê beşa duyem a kurdan re <Kurdên Rojhilatê> jî tê gotin. Kurdên Biraxoyî, Edreganî, Mamilî û Kirmanî ji hoza Madê cihê bûne.” (r. 111)

Dema ku Kurdgalnamek qala hozên parsî dike, li gorî zanyariyên îroyîn derdikeve holê ku hinek ji van hozan niha kurd tên hesibandin û hinek jî bi tevahî pişivîne: “Li gorî vegotinan, navên tîreyên Parsê bi vî awayî ne: Parsagird, Marafîn (Marafî), Marspîn (Marspiyanî), Panşiyanî, Dirusyanî (Diruzî), Diropîkî, Sagartî, Girmanî (Jirminanî), Mardî (Mirdî) û Dayî (Daranî). Ji van Parsagird, Marafîn, Marspîn, Panşiyanî, Dirusyanî û Girmanî gundnişîn û bajarnişîn bûne; tîreyên Diropîkî, Sagartî, Mardî û Dayî çadirnişîn û koçer bûne. Di nava tîreyên bajarnişîn de jî Parsagird, Marafîn û Marspîn wêrektirîn û berçavtirîn hozên Parsiyan bûne; serek û serdarên wan bi ser tîreyên Parsê yên din ku me li jorê behsa wan kir, baladest bûne û fermanrewatiya xwe bi ser wan de sepandine.” (r. 76) Divê bê diyarkirin ku navên van hozan di çavkaniyên yûnanî-ewropî de wekî “Pasargadae, Maraphii, Maspii, Pateischoreis, Derusiaei, Dropici, Sagartians/Asagartians, Mardi, Carmanians/Garmanians, Dai” dibihure.[55] Wekî mînak îro hoza “Panşiyanî” wekî “Pinyanişî” li Kurdistanê dijî û bi kurmancî diaxive; her wiha hoza “Dirusyanî” (Durzî, Duristî)” li nava Libnan, Urdin û Sûriyayê belav bûye, -her çiqasî zimanê xwe winda kiribe jî- ji aliyê çandî ve xwe li ser kurdan dihesibînin. Lewre ji aliyê nijadî ve hema hema ne mumkin e ku mirov medoparsiyan ji hev veqetîne; lê belê mirov dikare ji aliyê zimanî ve zimanên wan li ser çend beşan dabeş bike.

Ji vegotinên Kurdgalnamekê diyar e ku belavbûna çend hoz û tîreyên kurdên medî yên kevnare roja îroyîn jî berdewam e: “Keyqubad tîreyên Madî ber bi hemû milan û welatan ve belav kirin. Tîreya Partasnî veguhest navçeya qeraxên Deryaya Hezareyê û ew li wir bi cih kirin. Tîreya Bûzê bi fermana wî li navçeya Hemedanê bi cih bû. Tîreya Estrûşatê li navçeya Semerqendê û Xarezmê niştecih bû. Tîreya Arîzantê li Azerbaycanê nişîngeha xwe pêk anî. Tîreya Bûdiyê ku ji du tîreyên Biraxoyî û Zengeneyê pêk hatibû, ber bi aliyê xwarê rojavayê koç kir û li navçeya Tûran û Mekranê ya ku bi navçeya Sindanê ve hevsaye ye bi cih bûn. Sê tîreyên din ên kurd ku bi navên edreganî, mamilî û kirmanî dihatin nasîn, hatin Mekranê û li wir bi cih bûn.” (r. 63) Wekî mînak devera hoza “Partasnî”yê ji aliyê zanyariyên hevçerx ve nêzikî agehiyên Kurdgalnamekê ne: “Parsua (berê Parsûwaş, Parsûmaş) padîşahiyeke hozdar a kevnare bû (860-600 BZ) ku di navbera Zamûa (berê: Lûlûbî) û Elîpiyê de, li navenda Zagrosê li başûrê rojavayê Sineyê, ango li rojavayê Îranê bûye.”[56] “Navê <Parsûa> ji peyveke kevnare ya aryayî <Parsava>yê tê; li gorî texmînan, bi wateya <merz/sînor> an jî <devera sînorî> ye.”[57] “Bê guman deverên <Parsûwa> û <Persîs> ji hev cuda ne; ji ber ku <Persîs> devereke din a li başûrê rojhilata Aryayê ye û niha wekî parêzgeha Farsê tê zanîn. Hinek zanyarî destnîşan dikin ku Teispes (“Çişpiş” li gorî Kurdgalnamekê O.M.), bavê xanedana Hexamenî, rêberiya vê koçberiyê kiriye; hoza xwe ji Parsavayê kişandiye Persîsê ku berê şûnwarê Dewleta Îlamê bûye û paytextê wê Anşan e.”[58] Her wisa devera hoza “Arîzantî”yê jî îro wekî “Aran”ê tê naskirin û landika gelek zimanên aryayî ye: “Arîzantî  yek ji şeş hozên Medyaya kevnare ye ku Herodotî behsa wan kiriye (Herodot, 1/101) û ev nav ji nijada esilzade ya Arya-Zantû ya sanskrîtî hatiye girtin.”[59]

Kurdgalnamek bi rêbazeke nêzikî dîroknasiya nûjen desthilatdariyên Aryayê wekî “Pîşdadî, Mad û Parsî/Keyanî, Hexamenî, serdema dagirkeriya Skender û Hindûyan, Eşkanî û Sasanî” pareve dike û taybetmendiyên her serdemê digel navên şahan destnîşan dike: “Cemşîd damezirînerê dewleta Pîşdadiyan bûye û navên padîşahên vê malbatê bi vî awayî ne: Cemşîd, Epîtan, Ferîdûn, Menûçehr, Tehmasb, Ûştab û Girşasp. Girşasp paşayê dawîn ê zincîra fermanrewatiya binemala Pîşdadî bûye. Piştî mirina wî, welatê Mad û Parsê duçarî bêhêzî û valahiya desthilatê bûye. Sebebê vê jî ew bûye ku ji malbata Pîşdadiyan kesekî layîqî textê seltenetê tunebûye.” (r. 115) “Desteya kurdên madî heta şeş piştan li ser textê selteneta Mad û Parsê fermanrewatî kiriye ku navên wan bi vî awayî ne: Key Qubad, Key Kawus, Tûs ku bi navê “Key Xusro” jî tê nasîn, Ferîbûrz, Keyaksar û Azdiyak.” (r. 54) “Kurîşê Mezin textnişînê pêşîn ê Hexameniyan e. Vê malbata paşayî heta neh piştan fermanrewatî kiriye û navên paşayên wan bi vî awayî ne: Kurîşê Mezin, Kembûcî, Darayê Yekem, Xişayarşayê Yekem, Erdeşêrê Yekem, Xişayarşayê Duyem, Darayê Duyem, Erdeşêrê Duyem û Erdeşêrê Sêyem.” (r. 59) “Dema ku Îskenderê Makedonî selteneta Mad û Parsê anî bin desthilata xwe û li hemberî malbata Hexamenşiyan bi ser ket, Darayê Sêyem ê dawîn paşayê malbata Hexamenşî bû, hevkarî û hevdestên wî ji tirsa paşdevegera Îskenderê Makedonî ew kuştin. Îskenderê Makedonî, piştî dagirkirina welatên rojhilatê, di vegera xwe ya ber bi Yûnanê de, li Babîlê koça dawiyê kir. Bi nebûna mîratgirekî piştî wî, ev selteneta mezin û fireh ket ber destê serleşkerên wî û wan jî ew seltenet di navbera xwe de parve kir. Ev çarenivîs di berjewendiya sîstema Mîr Sîlukus de bû û rojhilata seltenetê ya ku ji Mad, Pars, Tûran, Mekran, Kabilistan û Zabilistanê pêk dihat, para wî ket. Sîlukus seltenet firehtir kir û karîbû deştên derdorê bike bin rikêfa xwe û heta 30 salî bi şikurdarî fermanrewatiyê bike. Her çend piştî wî, neviyên wî nikaribûn vî welatê fireh bi rê ve bibin. Sîlukus di dawîn saetên jiyana xwe de dixwaze biçe Makedonyaya ku niştimanê bav û kalên wî ye; lê di rê de bi destê mirovekî bi navê Kîranos hatiye kuştin. Piştî vê bûyerê Antîyakûs hatiye ser textê bavê xwe û 18 salan fermanrewatî kiriye û piştre koça dawiyê kiriye. Li cihê wî kurê wî Antîyakûsê Duyem bûye paşa û di dema fermanrewatiya wî de Diyudtûsê dadgerê Baxterê serî hildaye û nasnavê <şah>îtiyê li xwe kiriye. Dema ku mîrên Parsê serkeftina dadgerê Baxterê dîtin, liva azayetiyê di laşê wan de hatiye; lewre alaya şoreş û serhildanê hildane. Di netîceyê de ev bûyer bûye sebebê wê yekê ku welatê Eşkanî serî hilde û bê damezirandin. Piştî koçkirina Antîyakûsê Duyem, fermanrewatiya malbata Sîlukî li Mad û Parsê bêhêz bû, şeq û qelş lê ketin. Di netîceyê de Mîr Eşk, mîrê mezin ê Parsê bingeha fermanrewatiya malbata Eşkanî li Mad û Parsê danî. Cihê balkêşiyê ye ku fermanrewayên malbata Sîlukiyê yûnanî şêl û helwesta dostaniyê bi xelkê Mad û Parsê re domandin û bi dewlemendan re xizmatî pêk anîn. Her wiha mîrên Madiyan li ser pileya bilind danîn û di nava artêşa xwe de xelkê Mad û Parsê kirin serbaz. Lê li gel van tevan jî, xelkê Mad û Parsê xwe ji bin destê wan rizgar kir.” (r. 126-127)

Li berovajî Şahnameyê, vegotinên Kurdgalnamekê yên derbarê xanedana Eşkanî de gelekî dirêj û berfireh in; heta mirov dikare bibêje ku bûyerên vê serdemê û maweya desthilatdariya wan ne kêmî serdema medî û hexameniyan e jî. Dîsan heyama Sasanî jî bi hûrgiliyan hatiye vegotin û ev serdem bi dagirkeriya ereban re qediyaye.

E. Rotayên dagirkeriyan û bandorên wan li ser pişaftina zimanên aryayî

Li gorî salixên mîtolojîk, agehiyên serdema klasîk û zanyariyên hevçerx welatê aryayiyan çendîn caran pêrgî dagirkeriyên tund hatiye. Bi rastî ev mijareke gelekî kûr û têkel e; divê ji aliyê saziyeke zimanî ve bê meşandin. Divê bê zanîn ku gava dagirker hêmayeke xwe diçikilînin, hêmayên hevrik ên welatên dagirkirî jî ji holê radikin an jî bênirx dikin; lê belê mirov dikare vê pêvajoyê bi çend bendan kurteve bike û hêmayeke rênîşandêr dayne ser riya lêkolînan. Ji bo destpêkeke kurt em ê du mînakan bidin: îro di zimanê eskîmoyî de ji 100î zêdetir navên “berf”ê hene û her wisan ereb ji bo cureyên “deve”yan nêzikî 200 peyvî bi kar tînin; dîsan îro di zimanê tirkî de bi qasî 18 cureyên demên lêkeran hene. Diyardeya yekem nîşan dide ku rola heyberên xwezayê li ser ziman û çandan (heta li ser şaristaniyan) heye; diyardeya duyem jî nîşan dide ku rola liv û tevgera axêveran bandorê li ziman û çanda wan jî dike. Îcar heta niha “bandora liv û tevgera dagirkerên tûranî, romî û erebî ya li ser tevahiya zimanên aryayînijadan” nebûye mijara lêkolîneke zanistî ya xurt an jî xebateke wisan bi dest me neketiye; lewre em ê nikaribin bi nimûneyên heyî şopên vê texrîbkarî û tedhîşkariyê bişopînin.

Salixên çîrokî û mîtolojîk ên Şahnameyê qala êrişeke texrîbkar û tedhîşkar a Efresyabê tûranî dikin; êdî nayê zanîn bê ka tûraniyên wê serdemê zimanekî aryayî diaxivîn an na, lê belê diyar e ku vê dagirkeriyê dexmeyeke mayînde li eniya zimanên aryayî yên kevnare xistiye, di encamê de çendek qelş û derz li îskelet û cendekê van zimanan ketine. Ferhengsazê pêşîn ê tirkan Mehmûdê Qeşxerî di “Dîwanu Luxet’it-Turk” de diyar dike ku Efrasyab û Alp Er Tûnga heman kes in; dibe ku ev gotin rast be û leqeba wî ya li ba aryayiyan wisan be.[60][61] Her çawa hebe, ev kesayetê tûranî di mîtolojiya medoparsî de wekî “dijminê sermedî” yê aryayiyan hatiye nîşandan; navê wî ligel bêbextên mîna Dehak û Skenderê romî tê kişandin. Hem Şehnameya Firdewsiyî hem jî vegotinên tomarkirî yên beriya vê berhemê navê Efrasyabî bi xerabî, nebaşî û wêrankariyê re yeksan digirin; hinek çavkanî wî wekî “dagirkerê bênamûs” û hinek jî wekî “gumanbar û xedar” bi nav dikin. Ji bilî şer û qirênên wî yên li dijî gelên din, wî li dijî Aryayê 10 şerên giran li dar xistine; di tevahiya van şeran de rik kutaye hêma û nîşaneyên dewletbûnê yên aryayiyan, çav berdaye saman û serwetên stratejîk, nexwestiye ku tu tiştekî qenc li ser erdê aryayiyan bimîne ku rojek ji rojan bi kêrî wan were û jê sûd wergirin. Li hemberî wî Key Xusrewê medî rawestiyaye ku bi dadwerî, mirovdostî û xwezadostiya xwe hatiye naskirin.[62] Bi rastî divê bername, helwest û bertekên Key Xusrewî wekî doktrînekê bên lêkolîn; armancên dijminê wî yên li ser çand û zimanê aryayiyan bi berfirehî bên nîqaşkirin.         

Salixên mîtolojîk, agehiyên serdema klasîk û zanyariyên hevçerx hevraman in ku dagirkeriya Skenderê romî û zimanê pergala wî ya greko-romayî jî bi qasî çend sedsalekan zimanê aryaya qedîm di nava mengeneyeke sext de pelixandiye. Her wekî ku tê zanîn, şoreşa greko-romayî ya Skenderê romî ji sêgoşeya sînorî ya rojavayê welatê Aryayê dest pê kiribû û piştî şikandina hêzên aryayiyan, bandor li tevahiya nexşeya Aryayê kiribû. Lê belê divê bê zanîn ku êrişên Skenderî bi qasî yên Efrasyabî dijwar û xedar nebûne; carinan li welatên dagirkirî hêzên bindest derxistine ser textan, li pey dadweriyeke rojavayî geriyaye û çav berdaye dilê gelên deveran; da ku bi awayekî mayînde bibe xwediyê erd û samanên wan. Wekî mînak, Skender bi jinên aryayiyan re zewiciye û hinek esilzadeyên wan peywirdar kirine; her çiqas pergaleke wî ya koledariyê hebûye jî, ji erêniyên welêt sûd wergirtiye. Dîsan jî dagirkerî dagirkerî ye û gelek wêrankariyên bêtelafî di giyan û cendekê sazûmana aryayî de pêk anîne. Gava mirov li rotaya êrişên wî dinêre, wisan xuya dike ku wî û peyrewên wî çand û zimanên li ser riya xwe qelandine; ne tesaduf e ku îro hemû zimanên aryayî yên pişaftî û windabûyî li ser riya wan in.[63]

 Her wisan piştî belavbûna îslamê, hêzên xilafeta erebî ji sînorên xwe yên dîrokî derketibûn; di navbera 40-50 salî de tevahiya nexşeya Aryaya qedîm (beşên sasanî û bîzansî) hingaftibû, li ser aryayiyan dîn, ziman û çanda xwe sepandibû, di encamê de hemû dem û dezgehên wan ên dînî, zimanî û çandî rûxandibûn. Bi rastî dijminahiya erebên pêşîn rasterast li dijî zerdeştiyê û hêmayên wê bûye; heta xelîfeyê duyem Emerê kurê Xetabî gelek pergalên medoparsî guhastine nava pergala îslamî. Wekî mînak: wî êpecek têgihînên leşkerî û rêveberiyê yên wê serdemê bi cil û bergên erebî bi kar anîne (esker, deskere, zûm/zome…). Lê belê êrişên herî tund ên li dijî ziman û çanda gelêrî di heyama emewiyan de dest pê kiriye û heta nîveka serdema ebasiyan berdewam kiriye. Bi gotineke din, ev pêvajoya dagirkirin, bicihbûn û guherandina demografyaya erdnîgariyê ji serdema xelîfeyê duyem dest pê kiriye û hetanî dawiya desthilatdariya ebasiyan jî berdewam kiriye. Sedemeke sereke ya ku bavê Siltan Silhedînî ajote Şamê jî ev nijadperestiya ebasiyan a bi destek û komeka tirkên kole bû. Îcar her çiqas ereban carinan misilmanên aryayî ji bo kar û barên xwe peywirdar kiribin jî, gava wan dîtiye ku aryayî bi dîn, çand û zimanên xwe re eleqedar dibin teqez ev hewldan tepeser kirine; wekî mînak: serfermandarê artêşa ebasiyan Ebû Mislimê Xoresanî yê kurd ji ber meyla wî li ser çand û zimanê xwe hatiye kuştin, malbata Bermekî ya ku wezîrtiya siltanên ebasî kiriye bi bihaneya wergerandina berhemên farsî hatine cezakirin û bi dehan serhildanên aryayiyan ên mafdar bi bihaneya “şu’ûbiye”yê, ango nijadperestiyê tepeser kirine. Ji ber ku dînê îslamê li dijî hemû dîn û baweriyan bû, pêşengên ereban bi rijdî li ser pergala ragihandinê, ziman û çanda gelên dagirkirî radiwestiyan, qedexeyên giran datanîn ser hewldanên zindîkirina ziman û çandên neerebî.

Ji aliyekî din ve êrişên moxoliyan û paşmayeyên wan ên îlxanî, tîmûrî, xezneyî, selçûqî, aqqoyûnî-qereqoyûnî, osmanî-qecerî jî zimanên aryayî tûşî belavbûneke bêtelafî kir; di encamê de bi dehan ziman û devokên wan ên hûr-gir derketin holê, her wiha gelek ziman û devokên wan jî têk çûn. Wekî mînak: demografyaya Azerbaycanê rastî pişaftineke ewqasî tund hat ku aryayiyên tirkbûyî îro ji her kesî zêdetir dijminahiya aryayiyan dikin. Bêguman moxoloyan kevir li ser keviran nehiştin, hemû destkeftiyên aryayiyan ên heyama ebasiyan ji holê rakirin, hêmayên demografyayê wergerandin ser zimanê xwe, ligel hêza berxwedêr a aryayî hêza hişmend jî ji holê rakirin, dewraneke mîna Efrasyabî û hê jê xerabtir li aryayiyan jiyandin. -Ne tenê li deverên Azerbaycan, Îlam û Xoresanê- gava mirov li kûrahiya erdnîgariya Lekistan û Luristanê dinê re jî hêmayên wan ên heta roja îroyîn zindî hene, êlên tirknijad ên li nava aryayiyan çikandî berbiçav in, çendek navên cografîk ên ji wê heyama tarî hîn jî li ser piyan mane.

Heke mirov gotinê kurt vebire, Deşta Aryayê ya navendî ji ber dagirkeriyên tûranî, romî, erebî û moxolî hatiye pişaftin; hêzên aryayî yên têkçûyî hertim xwe spartine deverên çiyayî û zimanên xwe parastine. Yek ji sedemên zindîmayîna zimanên aryayî yên zayendbar (ji wan peştûyî, sanskrîtî û bi sê şaxên ve kurdî) xwezaya wan a çiyayî û dijayetiya wan a li hemberî ragihandinên biyanî ye. Wekî mînak: devera Alanyayê ya ku îro bi osetî diaxive, -her çiqas hêza hera giran a artêşa rûsî û gurcî lê hatine çikilandin jî- bi sayeya zimanê xwe xweseriyek ji dewleteke mîna Rûsyayê standiye. Dîsa rola zimanê peştûyî di serkeftina desthilatdariya Talîbanê de hertim tê pêş çavan. Ji aliyekî din ve, rola sanskrîtiyê ya di rizgarkirina Hindistanê de nayê înkarkirin; her wisan rola serketina xweseriyên li başûr û rojavayê Kurdistanê li ser hêz û şiyana wan a zimanî bilind bûye.

            1. Rizgarkirina zimanên aryayî ji mengeneya hind-ewropayî

            Wekî ku tê zanîn, zimannasiya nûjen a ewro-amerîkayî piştî Ronesansê geşeve hatiye; ev jî tê wê wateyê ku bi geşedana Ronenasansa Ewropayê re nirxê zanyariyên latînî nemaye. Wekî ku me di gotara xwe ya bi navê “Keşfeke nû ji bo dîroka kurdan: “Di berhemên latînî de kurd û welatê wan Kurdistan –Awireke nûjen li dîroknasiya ewropî ya berî Ronesansê: Bikaranîna ferhengên latînî yên erdnîgariya Încîlê wekî çavkaniyên dîroka kurdan a kevnare-”[64] de jî diyar kiribû, bi betalkirin an jî paşguhkirina zanyariyên latînî sitemkariyeke mezin li kurdan hatiye kirin. Ji ber ku tapûya erdê Kurdistanê ya ku di nava erdnîgariya Încîlê de li ser navê kurdan tomarkirî jî hatiye betalkirin, heman tişt piştî rûxandina dûgela osmanî û qedexekirina wêjeya wê jî pêk hatiye û erdnîgariya Kurdistanê du caran hatiye înkarkirin: carekê li derve û carekê jî li hundir. Dîsa Komara Tirkiyayê bi qedexekirina zimanê osmanî re hemû zanyariyên osmaniyan ên derbarê kurdan de  betal kir; bi vî awayî dîroka kurdan a digel osmaniyan hevpar bi biryareke neheq ji holê hate rakirin û qedera neteweyekê hate girêdan. Ji aliyekî din ve Xanedana Qecerî û Komara Îslamî ya Îranê jî serdemên hevrikên xwe (sefewî-zendî û pehlewî) sansûr kirine; hemû zanyariyên derbarê kurdan de bêjing kirine; bi vî awayî dîroka kurdan a digel parsiyan hevpar bi biryareke neheq ji holê rakiriye û qedera neteweyekê girêdaye. Her çi ku tiştên Qeyseriya Rûsyayê, Yekîtiya Sovyetê, dewletên Ermenistan û Azerbaycanê kirine jî ji hovîtiyê zêdetir dişibihin barbariyeke faşîzan; ji dagirkirina Aranê ya sedsala 17an heta roja îroyîn bêserûşûnkirina ziman, çand û hêmayên kurdan berdewam e. Me di wê gotara navbihurî de bal kişandibû ser berhemeke ayînzan û rojhilatnasê reformîst, erdnîgar û xwezanasê frensî Samuel Bochartî (1599-1667); bêguman pirtûka Bochartî ya dubergî “Geographia Sacra seu Phaleg et Canaan” bandoreke kûr li ser şîroveya Încîlê ya sedsala 17an kiriye. Samuel Bochartê ku berhema xwe wekî çar pirtûkan amade kiriye, di destpêka pirtûka yekem de (pênc beşên pêşîn: 27 rûpel) qala Keştiya Nûh û erdnîgariya wê dike; bi rastî zanyariyên ku wî di sala 1646an de tomar kirine gelekî resen in, mirov dikare bibêje ku zanyarên serdema me hê bi van agehiyan nehesiyane yan jî heke pê hesiyabin jî bi zanatî paşguh kirine: “Li gorî hinek nêrînên ku ez bi dilxwazî nêzikî rastiyê dibînim, -ji ber ku gelek berhevkarên wê zanyariyê hene û hinekên wan ji Jeromeyî kevntir in- keştiya Nûhî ber bi çiyayên Gordyayê hatiye guhastin ku ji niştecihên wê re Kardoxî tê gotin. Ev netewe wekî Kardeî, Kordîeî, Kordiyayî, Korduenî, Gordî, Kordeî, Kurdî û hwd tê zanîn; ev çiya jî wekî Kardû, Kardon, Kûrûd, Kardînûs, Kordîayûs û hwd tê naskirin. Tê gotin ku heya niha jî beşek ji keştiyê li Ermenistanê li çiyayê Gordyayan ketiye ku hin kesan tevahiya wê ji wir derxistiye. Her çiqas Aleksanderê Mezin van çiyayên Ermenistanê li şûna Gordiyan wekî Korkûran bi nav bike jî, di navbera vê gotinê û vegotinên wî de cudahiyeke ewqasî mezin tuneye. Ez bawer dikim ku wî qala niştecihên wan deveran (kardoxiyan) kiriye…” (r. 20) Piştî ku Bochart zanyariyên beriya xwe radigihîne, wan rexne dike û şûnwarê kurdên kardûxî wiha şîrove dike: “Ptolemeus çiyayên Gordenen û Gordieosê li ber çavkaniyên Dicleyê, gelê Kardûxî jî li nêzîkê çemê Kurê, di navbera Kadeş û avên Mardistanê de destnîşan dike ku welatê hoz û tîreyên cihêreng ên Gordiyan e. Lê belê, tiştê teqez ew e ku Kardûxî li ber Dicleyê hene; bi rastî ne li ser çavkaniyan in, lê di nava sînorên Ermenistan û Aşûristanê de yan jî li welatê Hezbaniyan (Adiabene, Hewlêr O.M.) niştecih in ku deverên Kordya û Gordiyan ji hev nayên cudakirin…” (r. 21) Ji beşa şeşem heta şanzdehem a pirtûka pêşîn derbarê erdnîgariya Babîlê de ye ku ji devera Şengalê dest pê dike. Nivîskarî pirtûka duyem ji Samiyan re veqetandiye; lê di beşa duyem de qala Îlamê û di beşa 12an de jî qala Dijleyê dike. Di pirtûka çaran de jî behsa Nemrûd (beşa 12an) û Neynewayê (beşa 20an) dike. Her çi ku mijara “Madai” ye, (ango med) ew jî di beşa 14an de (r. 219-225) derbas dibe: “Heke hûn peyva erebî ya Mahat bipejirînin, -ya ku ez jê fêm nakim- Madai bêguman di her rewşê de neteweya Medê ye. Bi rastî pirtûkên Danyal û Estherî li her derê ji bo Med û Persan peyvên Paras û Madai digel hev bi kar tînin. Tiştek hewce nake ku meriv li ser rewşa Medyayê bibêje, ji ber ku ew rastiyeke pir naskirî ye.” “Li wê derê ji Medan re Arî û Aryanî tê gotin ku li nêzîkê Kadeşê ye, ango beşa çiyayî ya Medyayê ye…” “Polybius bi awayekî balkêş behsa Ekbatanayê (Hemedan) dike û dibêje ku paytexta bajarên serdema navîn e, ew ji hemî paytextên din gelekî pêşdetir e. Dîmena wê cuda ye; xezîne, tirbên qralan û Perestgeha Anahîtayê li wir in…” (r. 220-221)

            Bi rastî gava mirov li xebatên hevçerx ên ewro-amerîkayî dinêre, derdikeve holê ku hema kurdan bi dûvçikê hespê peyayekî xwe ve girêdidin û xwe ji lêkolînên kûr rizgar dikin; her çiqas xwe ji lêkolînan rizgar bikin jî, “darizandineke nedadwerane” li ser kurdan ferz dikin, bêyî ku kurd tezên xwe pêşkêş bikin û derveyî exlaqê darizandinê derbarê wan de “biryareke dawîn” derdixin. Me ev îtîraza xwe di gotareke xwe ya bi navê “Di berhemên latînî de Çiyayê Agiriyê wekî çiyayê herî bilind ê welatê kurdan”[65] de diyar kiribû û bal kişandibû ser dîsîplîna lêkolînê ya nivîskarên latîniyê ku nê kêmî rêbazên hevçerx e. Bi rastî di berhemên dîrokî yên latînî de gelek agehiyên kêrhatî hene ku piştî Ronesansê hatine paşguhkirin û divê dîroknasên kurd wan ji bo ronîkirina dewranek ji dewranên dîroka kurdî bi kar bînin. Her wiha me di wê gotara navbihurî de bal kişandibû ser berhemeke lêkolînerê fînî Ericus Erici Tigerstedtî ya sala 1679an ku bi sernavê “De inclutis montibus Ararat (Derbarê Çiyayên Navdar ên Araratê de)” hatiye amadekirin. Ev teza zanistî bi giştî ji du beşan (36 rûpel) pêk tê; her beş jî bi reqemên romayî hatine parkirin ku beşa yekem li ser 8 paran û beşa duyem jî li ser 10 paran hatiye levakirin. Pirtûk di para yekem a beşa yekem de behsa şûnwarê Araratê dike; bi kurtasî dewsa Araratê ya coxrafî di navbera dirêjahiya 79 pileyan û berwariya 41 pileyan de nîşan dide. Tiştê pir balkêş ew e ku nivîskar di sala 1679an de qala bajarekî li qûntara Çiyayên Agiriyê dike ku navê wî bajarokî wekî “Çiyagrî” (Chiagri) tomar kiriye. Her wiha nivîskar û wergêrê skotlandî, zanyar û bijîjkê nûjdar Dr. Robert Kerr (1757-1813)[66] jî di berhema xwe ya bi navê “A General History of Voyages and Travels”[67] (Dîrokeke Giştî ya Ger û Geştan) de qala bajarê Chiagri dike ku heman şûnwarê navbihurî ye. Dr. Kerr behsa geşt û gera xwe û qasidê Papayê Vatîkanê yê bi navê Contarini dike ku ji Gurcistanê ber bi Araratê ve tên û bi ser bajarokê Chiagriyê re derbasî Tewrêzê dibin. Dîsa balkêş e ku nivîskar bajarê Tewrêzê wekî Ekbatana (Hemedan) û paytextê qiraliyeta Ûzûn Hesenê Aqqoyûnî dide naskirin… (r. 132-133) Wisan e, ji heyama Tigerstedtî (1679) heta çapkirina vê pirtûkê ya sala 1811an bajarê Çiyayê Agiriyê hebûye ku şahidê wê zanyariyê jî gerokekî skotlandî û berhema wî ye. Di para duyem de Tigerstedt jî mîna Samuel Bochartî qala “gordî”, “kardî” û “kardûxî”yan dike û nîqaşên li ser şûnwarê Araratê şîrove dike. Di para sêyem de dibêje ku Ararat li Kordyeneyê ye ku di navbera welatên Ermenistan, Hezbanistan (Adiabene), Aşûristan û Neynewayê de ye. Di para çarem de nivîskar zanyariyên xwe dispêre Samuel Bochartî û hinekên din, her wiha dibêje ku Ararat li welatê Kordyeneyê ye; her wiha navên “medî û îlamiyan” (Madai & Elam/Medi & Elymai), “med û parsan” (Madai & Paras) û “Babîl û Kût/Qût”ê (Babel & Cuth) bi hev re dikşîne. Di para pêncan de behsa nîqaşên li ser “Kardû, Karda, Korda, Gord û Gordî”yê dike; her wiha van peyvan bi bergindên wan ên erebî re berawird dike. Di para heftan de nivîskar zanyariyên xwe dispêre heciyekî fileh ê bi navê D. Leonh Kauroolff û dibêje ku “welatê <kurdên devera Gordyayê> di navbera Medya û Mezopotamyayê de dirêj dibe û digihêje Ermenistanê” Di para yekem a beşa duyem de dîsa dikeve nîqaşeke din; behsa <Zeylan/Seylanê (Zîlan), Serendîb, Kardû û Gordû>yê dike. Nivîskar hemû mijar û îhtimalan nîqaş dike û bi nêrînên misilmanan re berawird dike; di hevoka paşîn a para dehan de (beşa duyem) digihêje wê biryarê ku çiyayê Araratê li Gordyaya nêzikî Ermenistanê ye. Bi rastî nêzikî wan salan (1733) Agusti Thuani jî qala kurdên vê deverê dike: “Li milê çepê yê Maronya, Erzerom û Wana binefşî hem gelên Ermenistanê hem jî parêzgarên kurd ên ku li nêzikî Gola Tûşpayê û çavkaniyên Mardistanê dijiyan amade bûn (In sinistri Maroniae, Erzirumi, et Vanni purpurati stabant cum utriusque Armeniae gentibus, et Curdorum pracfectis, qui circa Tospitem lacum et Martianam paludem habitant, cifque attributus erat summus castrorum  pracfectus).”[68] Divê bê zanîn ku “Mardpetakan, herêmeke dîrokî ya Ermenistanê bûye; sînorên wê ji Mîrekiya Anjewasî ya li Korduyene ya li başûrê Gola Wanê dest pê dikir û heta Siunika li bakurê çemê Erez diçû. Navçeyên wekî Mardastan (axa Mêrdan), Bûn Mardastan (axa sereke ya Mêrdînan), Çuaşrot, Tornavan, Ercîşakovit, Xulanovit, Alanrot, Krçunik, Nexçewan, Garnî û mîrektiya Ancaxî Jor tê de hebûn; di heman demê de bajarên Marakan (warê Medan), û Maravan (bajarê Medan) jî di bin serweriya wê de bûne.”[69]

            Ji aliyekî din ve hetanî serdema Îsa Mesîh eleyhiselamî ewropiyan tiştekî bi navê ayîna yekxwedayî (dînê semawî) nas nekiriye, her wiha nehatiye tomarkirin ku ayîneke yekxwedayî bûye pergala wan a civakî; mîtolojî û dîroka wan nîşan dide ku pûtperest, heykelperest û xwedênenas bûne. Wisan e, çima ev gelheya xwedî şaristanî û ayînên esmanî (aryayînijad) bi dûvçikê komeke pûtperest ve bê girêdan ku Karnameya Erdeşîrî vê komê wekî “dijxwedayî” (derqanûnî, bîj û dijxwezayî) bi nav dike? Ji bo bersivandina vê pirsê pêwistî bi nirxandina ewropaperestiyê (eurocentrism) heye: “Ewropaperestî meyleke nîqaşbar a şîrovekirina dîrok û çandên civakên ne-ewropî ye ku tenê bi çavdêrî û perspektîfa ewropî (yan jî rojavayî) li zanyarî û ramanan dinêre. Bi rastî geşedana ewropaperestiyê pir kevn e; jixwe dîroknasê yûnanî Herodot hê di sedsala 5an a BZ de behsa hozên asyayî yên “barbar” dike, hem pesnê dide endazyariya wan a sipehî hem jî wan bi hîçkirina takekesiya (ferdiyeta) ewropî tawanbar dike. Îcar du taybetmendiyên hevpar ên ramana ewropaperestiyê hene: 1. Sivikatî bi civakên ne-ewropî yên ku -li gorî wê- ji rojavayiyan kêmtir in; paşguhkirin an jî daxistina nirxên wan ên civakî, çandî û zimanî 2. Sivikatî bi tevger, dab û nêrîtên civakên asyayî û afrîqî; nirxandina dîroka civakên ne-ewropî tenê ji bo mebestên “berfirehkirina Ewropayê” û bandora şaristaniya wê.”[70]

Di rastiyê de ev her du taybetmendiyên ewropaperestiyê yên hevpar xwe dispêrin du sedemên ne-exlaqî: 1. Ewropaperest dizîn û talankirina civakên ne-ewropî wekî mafekî rewa dibînin; da ku pêwistiyên xwe bi rêbazên nerewa ji slavî, afrîqî, latînî û asyayiyan dabîn bikin pêlîstokên xwe yên ramanî-madî bazar dikin. (Mînaka serdema me: firotana teknolojiyê û kontrolkirina nerewa û belaş bi riya înternet û peykan.) 2. Ewropaperest bîr û baweriyên xwe yên kevn dişînin nava civakên ne-ewropî û pêlîstokên xwe yên kevn hinarde dikin; ne-ewropiyan bi bermayeyên xwe û bi van pêlîstokên kevn kedî dikin, raman û tevgerên wan ên ne-ewropî dişibihînin xwe. (Mînaka serdema me: mijûlkirina beşeke civakê bi bîrdoziyên pêşketî yên wekî demokrasî, mafnasî, femînîzm û lîberalîzmê; handana beşekê jî bi bîrdoziyên qedexekirî û paşvemayî yên wekî nijadperestî, bêdadî, şeytanperestî û terorîzmê ku heyamek ji heyaman bûbûn teşqeleya serê ewropiyan.)

2. Li gorî resenî û pişaftinê polînkirina zimanên aryayî:

            Wekî ku di zanyariyên jorîn de hate ravekirin, vedîtina van belgeyên nû pêwist dike ku zimanên aryayî ji nû ve bên hilsengandin, rojanekirin û sererastkirin. Ji aliyekî din ve, zanyariyên derbarê kurdolojî, îranolojî û hindolojiyê xwe dispêrin lêkolînên kevn ên serdema dagirkeriya sedsala 18, 19 û 20an; di tevahiya van xebatan de nûnerên zimanên aryayî yên wekî osetî, peştûyî û kurdî qet beşdarî nirxandinan nebûne. Madem ku -wekî rastiyeke dîrokî- tevahiya zimanên aryayî zayendbar û tewangbar bûn, divê li ser vê bingehê teorî bê avakirin; piştre pêvajoya dîrokî ya her zimanekî bi awayekî serbixwe bê kolandin û sedemên têkçûna zayendbariyê bên vedîtin ku ev kar dikeve ser milê zanyarên aryayînijad, ne ku dikeve ser milê pisporên biyanî yên ku kevneşopîya dagirker didomînin.

            Bi me, -ji ber çend sedeman- dabeşkirinên kevnşopî yên rojhilatnasan hem ne li gorî pîvanên zanistî ne hem jî ne li gorî dadweriya zanistê ne: 1. Ev ziman bi rizamendiya dewletên qaşo neteweyî hatine polînkirin; taybetmendiyên bilind ên zimanên kurdî, osetî, peştûyî û belûçî hatine paşguhkirin. 2. Di heyam û pêvajoya lêgerînên arkeolojîk de nûnerên fermî û pispor ên gelek zimanên aryayî nehatine beşdarkirin; tekst û materyalên destkeftî bi şahidî, beşdarî, şîrove û pisporiya wan nûneran nehatine nirxandin, vereşandin û polînkirin. 3. Arşîv, mûze û pirtûkxaneyên dewletên neteweyî yên ku zimanên aryayînijadan bi rê ve dibin, ji bo xebatên zimanî, dîrokî, arkeolojîk û etnografîk girtî ne, yan jî bi ewlehiyeke pir bilind sînorkirî ne. 4. Ev nêzikî du sed salî ye ku dewletên neteweyî yên li ser nexşeya Medistana kevnare avakirî bi zanatî û dijminane berhem û bermayeyên zimanên aryayînijadan ji holê radikin, naveroka destkeftiyan berovajî dikin û ji bo rewakirina mebestên xwe bi gelên xwecihî yên aryayînijad re şer dikin, komkujiyan pêk tînin.

            Sedemeke din a vê pêwistiyê jî du rastiyên zanistî ne: 1. Kurdistana li Rojhilata Navîn dergûşa şaristanî û mirovahiyê ye 2. Zimanên Avesta û Gatayan mîna du cêwiyan dişibihin hev. Lewre divê mirov bi ruh û perspektîfeke pîvanên zanistî û dadweriya zanistê li mijara polînkirina zimanên aryayînijad binêre. Jixwe lêkolînerê kurd Fuad Heme Xurşîd diyar dike ku hesibandina zimanê kurdî di tofa zimanên hind-ewropî de xwe dispêre sedemine nezanistî û ewropiyan ev zanyariyên xwe sipartine zanyarên xwemalî yên wekî Jarl Charpentier (The Original Home of Indo-Europeans, B.S.O.S., Vol. IC, 1926-28, r. l49) û James Henri Brasted (Tarîx’ul-‘Usûr’il-Qedîmeh, wergera Dawid Qurban, Beyrût, 1926, r. 135). Vî zimannasê kurd derbarê rêzbenda zimanî ye tofa zimanên hind-ewropî de xebateke kûr amade kiriye; pêwendiya zimanê kurdî ya bi van zimanan re baş daye nasandin û hin rastiyên dîrokî derxistine ber nîqaşê: “Arkeologan bala xwe daye tevgereke hevpar a şaristaniyeke mirovahiyê ya kevnare ku piştî serdema kevirîn a nû li ser aqareke pir fireh belav bûye; wan dîtiye ku vê şaristaniyê li ser zemînê cîhana kevnare ya wekî Romanya, başûrê Rûsyayê, Sûs, Belûçistan, Hindistan, Tirkmenistan û Kurdistanê heyamek bihurandiye. Di encama vê yekê de zanyar gihaştine wê biryarê ku bêguman ev şaristaniya hevpar divê ji aliyê neteweyekê ve hatibe avakirin; ji ber ku nîşaneyên vê şaristaniyê ji Hindistanê heta Ewropayê belav bûbûn, wan li hev kir ku navê vê neteweyê bikin hind-ewropî.”[71]

            3. Zimanên aryayî yên zayendbar û pişaftî

            Di serdema zimanên aryayî yên nû de êdî gelek ziman mirine û li pey xwe zaravayên pişaftî hiştine; zimanên zindî jî bi serê xwe bûne malbateke serbixwe. Zimannasiya ewro-amerîkî zimanên rojhilatî li ser bakur-rojhilatî û başûr-rojhilatî dabeş kirine; her wiha zimanên rojavayî jî li ser bakur-rojavayî û başûr-rojavayî pareve kirine. Li gorî vê dabeşkirinê, li bakur-rojhilatê xaka aryayînijadan zimanên wekî “muncî, oroşorî, osetî (zaravayên îronî, dîgoronî/digorî, kasî), peştûyî, yexnabî, zimanên pamîrî (bertengî, îşkaşmî, rûşanî, sengleçî, serîqolî, şuxnanî, wexî, vancî, yidxî, yezgulamî, zîbakî…)” derketine; lê tenê osetî û peştûyî xurt an jî zindî mane. Her wiha li başûr-rojhilatê erdnîgariya wan jî zimanên wekî “ormurî, peraçî” çêbûne û êdî zimanên mirî ne. Her çi ku li bakur-rojavayê ye, zimanên wekî “azeriya kevn, belûçî, başkurdî (başkerdî), gîlekî, kurdî (kirmanckî [zazakî/dimilî], goranî, hewramî, kurmancî, soranî, kelhûrî, feylî, şêxbizinî, lekî), mazenderanî, sengeserî, şêwezarên aryayiya navîn (aştiyanî, ebûzeydabadî, gazî, nayînî, netenzî, sîwendî, sohî, wefsî, xûnsarî, yezdî…), talişî” çêbûne; ji van zimanan tenê zimanên “beluçî, başkurdî, gîlekî, kurdî, mazenderanî, sîwendî, talişî” zindî ne. Îcar li başûr-rojavayê jî zimanên wekî “deriya zerdeştî, farsî (derî, tacîkî, hezaregî), kumzerî, lurî (bextiyarî, xuremabadî, kohgîluyî, bala garivayî), şêwezarên Farsê (dîwanî, ebdoyî, lerî, kûrûşî, korûnî…), tatiya cihûyan, tatî” pêk hatine; ji van zimanan jî “farsî, derî, lurî, ebdoyî, korûnî, tatî” gihiştine roja îroyîn.[72][73]

            Wisan e, divê zanyariyên kevn bên rojanekirin û ji nû ve bên nirxandin; jixwe erdnîgariya heyî jî vê yekê pêwist dike. Îro erdnîgariya zimanên zayendbar ên aryayî guheriye: zimanê osetî (bermayeya sakayî) derbasî bakur-rojavayê Deryaya Hezareyê bûye, zimanê peştûyî (bermayeya sakayî) li Xoresana kevnare çikiliye, zimanê kurdî (bermayeya avestayî) li xaka yekpare ya Kurdistanê, Kafkasya, Anatolyaya Navîn û rojhilatê Deryaya Hezareyê li ber xwe dide û zimanê sanskrîtî (cêwiyê avestayiyê) jî li parzemîna Sindo-Hindistanê dijî. Tara (xîmê) avahiya zimanên aryayînijad di navbera van çar goşeyan de ye; lewre divê hosta û mamosteyên zimanê kurdî (her wiha zimanên din ên aryayînijad) li gorî vê tarê şakûlên xwe girêdin.

            Wekî ku me di gotara xwe ya bi sernavê “Şûnwara zimanê kurdî li ser etlesa zimanên cîhanê de” jî gotibû, pêwistî bi teoriyeke nû heye û divê zimanê medî (zimanê kurdî yê kevnare) wekî bingehê tevahiya zimanên aryayî were dîtin, ne ku devokên pişaftî yên medî wekî bingehê zimanên aryayî.[74] Lewre em ê di çarçoveya vê nêrînê de zimanên aryayî dabeş bikin.

            Gava li ser nexşeyeke cîhanê li şûnwara zimanên kurdî, osetî, peştûyî û sanskrîtî bê nihêrtin, wêneyekî çarkujî (çargoşeyî) tê ber çavan û mirov dikare van her çar goşeyan bi têgihînên bîrkariyê yên wekî A, B, C, D bi nav bike. Îcar li kujê Ayê (bakur-rojavayî) zimanê osetî, li kujê Byê (bakur-rojhilatî) zimanê peştûyî, li kujê Cyê (başûr-rojavayî) zimanê kurdî û li kujê Dyê (başûr-rojhilatî) jî zimanê sanskirîtî bi cih dibe. Sedemeke vê pêwistiyê zayendbariya sê zimanên vê tofê ye (kurdî, peştûyî û sanskrîtî) ku genetîka zimanê kevnare yê aryayînijadan dihewîne. Li vir divê zimanê osetî yê bêzayend bi kurtî bê ravekirin ku di xebatên pêştir de sedemên têkçûna zayendariya wî bên destnîşankirin.

4. Osetî wekî zimanekî berxwedêr: nasname, cih û war û taybetmendiyên rêzimanî

Ji serdemên kevnare yên klasîk (sedsalên 8-7 BZ) zimanên aryayî li ser erdnîgariyeke berfireh belav bûne; belgeyên dîrokî li ser nexşeya Rojhilata Navîn, Îrana îroyîn, Asyaya Biçûk û Navîn, rojhilatê Ewropayê û Kafkasyayê şopên şaristaniya aryayînijadan nîşan didin. Osetî şaxa yekane ya zimanê sakayî ye ku ji windabûnê rizgar bûye; sakayî komeke pirhozî ye ku di çavkaniyên kevnare de bi navên Îskît, Masagîta, Saka, Sarmat, Alan û Roksalan tên zanîn. Xarezmî û Sogdî yên rojhilatî jî di xebatên zimannasiyê de komên nêzikî sakayiyan in. Her wekî ji navê zaravayê wî yê “îronî” jî diyar e, zimanê osetî ji koma zimanên aryayî ye. Ji ber ku bingeha osetî ya kevnare li rojhilatê Aryayê bûye, di nava xebatên aryanasiyê de wekî zimanên bakur-rojhilatî yên aryayînijad de hatiye polînkirin; lê belê ji aliyê komên genetîkî yên herêmî ve ew zimanê neteweyeke li bakurê rojavayê Aryayê ye. Divê bê zanîn ku hevpariyên rêzimanî û eqrebatiyeke osetiyê bi zimanên peştûyî (Efxanistan û Pakistanê) û yeqnobî (Tacîkistan) re heye; lê di heman demê de di navbera wan de cihêrengiyên bingehîn jî hene. Ji aliyê belavbûnê ve osetî komeke etnîkî ya aryayî ne û li beşa navendî ya Kafkasyayê dijîn; -mixabin ew jî wekî kurdan- di navbera du dewletan de parvekirî ne: gelheya bingehîn a bakurê Osetyayê bi navê “Alanya”yê beşeke Federasyona Rûsyayê ye û devera “de facto” ya başûrê Osetyayê jî ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve wekî beşeke “de jure” ya Komara Gurcistanê tê naskirin.

Osetî zimanê axaftinê û wêjeyî yê osetiyan e ku zimanekî aryayî yê rojhilatî ye; her wiha digel kurdî, tatî û talîşî yek ji zimanên aryayî yên sereke ye ku li Kafkasyayê gelek axêverên wî hene. Osetî nevî û dûndeyê zimanê alanî ye; alanî jî komeke hozên serdema navîn e, neviyên sarmatiyên sakayî ne. Her wisan, ji aliyê genetîkî ve zimanê herî nêzîk ê yeqnobiya Tacikistanê ye ku li bakurê rojhilatê Aryayê hîn jî zindî ye. Pirjimariya zimanê osetî bi paşgira /-ta/yê pêk tê; ev taybetmendî di yeqnobî, sarmatî û sogdî (ya ku niha winda bûye) de jî heye û ev yek wekî delîla berdewamiya zaravayên zimanên aryayî yên berê tê hesibandin. Di yûnaniya kevnare de navên hinek hozên kevnare yên aryayînijad (li deşta Asyaya Navîn) wekî Saromatae û Masagetae derbas dibin û pirjimariyê nîşan didin.[75]

Du zaravayên sereke yên osetiya nûjen hene: îronî (rojhilatî) û dîgorî (rojavayî). Piraniya osetiyan bi îronî diaxivin ku bingeha zimanê wêjeyî ye û niha bi alfabeya kîrîlî tê nivîsandin. Osetî nevîyê nûjen ê zimanê “alanî” yê kevnare, gelê “sarmatî” û “as”ên serdema navîn e (dibe ku nevî û dûndeyê zimanê sakayî be jî [76]); her wiha gelek taybetmendiyên kevnare yên aryayiya kevn diparêze, tê de heşt cureyên tewangê û pêşgirên devkî hene. Dengsaziya osetiyê bandoreke xurt li ser zimanên nehind-ewropî yên Kafkasyayê hiştiye û di ferhenga osetan a nûjen de gelek peyvên ji rûsî deynkirî hene. Osetî xwediyê gelek destanên gelêrî ye jî; yên herî navdar çîrokên li ser lehengên şervan ên Nartiyan in. Osetiya wêjeyî ji aliyê helbestvanê neteweyî Kosta Xetagurov (1859–1906) ve hatiye damezirandin.[77] Ji zaravayên osetiyê dîgorî li rojavayê Komara Osetyaya Bakur-Alanyayê û Kabardîno-Balkaryayê belav bûye; lê îronî li Komara Osetyaya Bakur-Alanyayê, li Osetyaya Başûr û Karaçay-Çerkezyayê tê axaftin. Berê zaravayekî sêyem ê osetiyê yî bi navê “casî” hebûye ku li Macaristanê dihate axaftin.[78]

Li gorî osetînas Abayev, di navbera zimanê osetî  û hin zimanên kafkasiyan de pêwendiyeke demdirêj çêbûye; îcar ji ber vê têkiliyê hin taybetmendiyên wî yên dengnasî û ferhengê dişibihin wan zimanên kafkasî; lê dîsan jî avahiya xwe ya rêzimanî û hebana xwe ya ferhengî ya bingehîn parastiye. Her çiqas hinek taybetmendiyên takekesî yên berbiçav tê de peyda bûbin jî, pêwendiya xwe ji malbata aryayî qut nekiriye.[79]

            F. Encamname: Zimanê kurdî: movika pişta “Ayriyanêm Vaîjah”ê

            Di nivîsarên avestayî de welatê efsaneyî yê aryayînijadan wekî “Airiianǝm vaēǰō” (bi aryayiya navîn: “Êranwêz”) derbas dibe; her çiqas têgihîneke dînî û efsaneyî be jî, xuya ye ku di afirandina ramana “Êranşehr”, ango “welatê aryayiyan” de roleke giring lîstiye.[80] Bêguman ev erdnîgariya berfireh a “Ayriyanêm Vaîjah”ê ji heyama dagirkirina Skenderê makedonî û pê ve her ku diçe biçûktir dibe. Her çiqas dagirkerên romayî ji xaka aryayiyan hatibin qewartin jî, dagirkerên paştir beşa hera giring a nexşeyê bi navên cuda li ser xwe tapû kiriye. Tûranî ji serdema belavbûna îslamê û pê ve ji sînorê aryayî-tûranî (her du çemên Seyhûn û Ceyhûnê) derbas bûne û tevahiya bakur û rojavayê “Ayriyanêm Vaîjah”ê bi rê ve dibin; her wiha erebên ku di belavbûna îslamê de tevahiya erdê aryayiyan dagirkiribû jî li başûrê nexşeyê akincih bûne. Bi vê dagirkirinê re gelên deverên dagirkirî bi tevahî hatine pişaftin û hinek navên nû wergirtine; wekî mînak: gelê azerî yê aryayinijad êdî pênaseyeke tirk û dijaryayî wergirtiye, gelên aryayinijad ên li zozanên Xoresana mezin wekî gelên tirknijad tên naskirin. Dîsan sînorê aryayî-erebî yê ku di xeta Libya, Misir, Hebeşistan, Filistîn, Urdun, Uman û Yemenê de hatibû kişandin, bi tevahî têk çûye; êdî qala aryayiyan li van deveran nayê kirin.

            Di pêvajoya dîrokê de têkçûna serweriya aryayiyan bûye sedem ku îsoglosa aryayî-slavî daliqe Aranê û îsoglosa aryayî-tûranî dakeve ser sîngê Aryayê; her wiha îsoglosa hindoaryayî bigihêje Sîstan-Belûçistanê û îsoglosa erebo-samî jî derkeve Şam û Iraqê. Dîsan di vê pêvajoyê de zimanê aryayînijadan rastî gelek guhertin û pişaftinan hatiye; wisan dixuye ku zimanê kurdî bûye movika pişta erdnîgariya aryayînijadan û zayendbariya xwe parastiye. Baskê rastê yê zimanên zayendbar ên hindo-aryayî ji xeta peştûyî, pencabî, leşkerî/urdûyî dest pê dike û ber bi rojhilatê ve (erdnîgariya sanskrîtiyê) diçe; baskê çepê yê zimanên zayendbar ên ewro-aryayî ji xeta rûsî, ukraynî, romenî, bulxarî û yûnanî dest pê dike û ber bi rojavayê ve (erdnîgariya latîno-germeniyê) diçe. Her wiha mengeneyeke erebo-tûranî jî ji bakur û başûr ve erdnîgariya aryayînijadan hildaye bin pest û fişareke domdar. 

            Zimanê kurdî yê ku bûye movika pişta zimanên aryayînijadan zayendbariya xwe ya tam di zaravayên kirmanckî (zazakî-dimilî) û hewramî de parastiye ku her du jî di bin tofa zaravayê goranî de hatine polînkirin. Her çi ku zaravayê kurmancî yê nîvpişaftî ye, ew jî wekî çîmentoya di navbera zaravayên kurdî de ye û ji aliyê gelheya herî mezin a kurdan ve tê axaftin. Zaravayê şêxbizinî yê ku wekî devokeke kelhuriyê tê polînkirin, derbasî bakurê rojavaya zaravayê kurmancî bûye; lê devoka feylî ya kelhurî li başûr û başûrê rojhilata Kurdistanê bi cih bûye. Hewramiya ku navenda wê Hewramantext e, ji doraliya xwe ber bi Kerkûk û Mûsilê dadikeve. Zaravayên kelhurî, lekî, lurî û belûçî ji Kirmaşanê dest pê dikin, bi ser deverên Lekistan, Luristan û Belûçistanê re digihêjin navenda Pakistana îroyîn. Zaravayê kurmancî di nava zaravayên din ên kurdî de roleke navendî dilîze; erdnîgariya wê ji dirêjahiya Aranê dadikeve Hewlêrê û ji berahiya Semsûrê digihêje Urmiyeyê. Divê bê zanîn ku du getoyên kurmancîaxêvan jî hene ku li rojhilat û rojavayê Kurdistanê cih girtine: kurdên Anatolyayê û Xoresanê. Zimanê kurdî yê wêjeyî demeke dirêj di destê zaravayê goranî de bûye; lê belê bi domana demê re li ser devokên hewramî, kirmanckî, sarlî, bacelanî û şebekî belav bûye. Devokên hewramî, sarlî, bacelanî û şebekî di bin bandora soraniyê de her roj kêmtir dibin; her wiha devoka kirmanckî jî di bin bandora zaravayê kurmancî yê kurdî û tirkiya Anatolyayê de ber bi pişaftinê ve diçe. Di dawiya sedsala 19an û pê ve her du zaravayên kurdî kurmancî û soranî geşedaneke berbiçav bi dest xistiye; sedema vê geşedanê pêkhatina komeke rewşenbîrên kurd e ku li Stenbolê dijiyan û haya wan ji tevgerên neteweperwer ên Ewropayê hebû. Her wiha pêkhatina çend navendên rêveberî û serhildanên sedsala 20an jî roleke sereke di vê geşedanê de lîst; mirov dikare di vê bareyê de nimûneyên wekî Keyaniya Kurdistanê (Silêmanî, soranî), Komara Çiyayê Agiriyê (Bazîd, kurmancî), Kurdistana Sor (Kafkasya/Rûsyaya sovyetî, kurmancî), serhildanên Şêx Seîd û Seyid Rizayî (bakurê Kurdistanê, kurmancî-kirmanckî), Komara Mehabadê (Mehabad, soranî) rêz bike. Qeyseriya Ûris a ku dixwest Aran û bakurê Kurdistanê dagir bike, gelek materyalên kurmancî berhev kirin û dibistana yekem a kurdnasiyê li paytext St. Petersbûrgê ava kir. Her wiha ji Ingilistan û Fransaya ku bi ser ereban re gihiştibûn başûrê Kurdistanê, ingilîz bi soraniyê re û fransî bi kurmanciyê re eleqedar dibûn. Mixabin ji ber şovenîzma parsîaxêvan zaravayên kurmancî, hewramî, kelhurî, lekî, lurî û belûçî yên kurdî nivîşkan man; rastî pişaftineke tîr hatin û heta van dawiyan di navbera çakûç-sindanê Îran û Pakîstanê de pelixîn.     

            Nişeyên gotarê

[1] Antonio Arnaiz-Villena, Jose Palacio-Grüber, Ester Muñiz, Cristina Campos, Javier Alonso-Rubio, Eduardo Gomez-Casado, Shadallah Fareq Salih, Manuel Martin-Villa, and Rawand Al-Qadi (2017), Genetic HLA Study of Kurds in Iraq, Iran and Tbilisi (Caucasus, Georgia): Relatedness and Medical Implications, edîtor: Tzen-Yuh Chiang; doi:10.1371/journal.pone.0169929; her wiha bnr.: https://www.ncbi.nlm.nih.gov/pmc/articles/PMC5256937/; dema gihiştinê: 27.05.2022; 06:32.

[2] S. Farjadian & A. Ghaderi (2007), HLA class II similarities in Iranian Kurds and Azeris, https://doi.org/10.1111/j.1744-313X.2007.00723.x; her wiha bnr.: https://onlinelibrary.wiley.com/doi/10.1111/j.1744-313X.2007.00723.x; dema gihiştinê: 27.05.2022; 06:49.

[3] Ali Amirzargar, Diego Rey, Ester Muñiz, Jose Palacio-Grüber, Behrouz Nikbin, Hosein Nicknam, Farideh Khosravi, Hamidreza Joshghan, Cristina Areces, Mercedes Enríquez-de-Salamanca, Narcisa Martinez-Quiles, José Manuel Martín-Villa, Antonio Arnaiz-Villena (2015), Kurds HLA Genes: Its Implications in Transplantation and Pharmacogenomics, edîtor: Ryuichi Morishita, Open Medicine Journal, ISSN: 1874-2203, Volume: 9, 2022; her wiha bnr.:https://openmedicinejournal.com/VOLUME/2/PAGE/43/FULLTEXT/; dema gihiştinê: 27.05.2022; 07:04.

[4] Meruf Xeznedar (2001), Mêjûy Edebî Kurdî, Aras: Hewlêr, c. I, r. 12-15.

[5] Gernot Windfuhr (2009), The Iranian languages, Routledge: London.

[6] Geoffrey Haig (2008), Alignment change in Iranian languages: A construction grammar approach, Mouton de Gruyter: Berlin; her wiha binêrin: Geoffrey Haig & Ergin Opengin (2015), Gender in Kurdish: Structural and socio-cultural dimensions. Teoksessa Hellinger, Marlis & Motschenbacher, Heiko (toim.), Gender across languages 4: 247-276.

[7] https://en.wikipedia.org/wiki/Iranian_languages; dema gihiştinê: 20.03.2022; 01:35.

[8] https://aspirantum.com/blog/iranian-languages; dema gihiştinê: 23.06.2022; 14:55.

[9] https://ku.wikipedia.org/wiki/Zimanên_îranî; dema gihiştinê: 20.03.2022; 01:40.

[10] A. V. Williams Jackson (1892), An Avestan Grammar In Comparison With Sanskrit (Part 1), W. Kohlhammer: Stutgart, r. V-xxxiii; ji bo nusxeyeke înternetî bnr.: https://ia800909.us.archive.org/23/items/pt1avestagrammar00jackuoft/pt1avestagrammar00jackuoft_bw.pdf; dema gihiştinê: 17.12.2021; 23:12.

[11] https://www.britannica.com/topic/Avestan-language; dema gihiştinê: 09.12.2021; 02:43.

[12] https://iranicaonline.org/articles/avestan-language; dema gihiştinê: 09.12.2021; 04:13.

[13] A. V. Williams Jackson (1892), An Avestan Grammar In Comparison With Sanskrit (Part 1), W. Kohlhammer: Stutgart, r. V-xxxiii; ji bo nusxeyeke înternetî bnr.: https://ia800909.us.archive.org/23/items/pt1avestagrammar00jackuoft/pt1avestagrammar00jackuoft_bw.pdf; dema gihiştinê: 17.12.2021; 23:12.

[14] Pandurang Damodar Gune (1918), An Introduction to the Comparative Philology, The Oriental-Booksupplying Agency: Poona, r. 116-130.

[15] Prods Oktor Skjærvø, “IRAN vi. IRANIAN LANGUAGES AND SCRIPTS (1) Earliest Evidence,” Encyclopaedia Iranica, XIII/4, r. 345-348; ji bo gotara online bnr.: http://www.iranicaonline.org/articles/iran-vi1-earliest-evidence; dema gihiştinê: 21.06.2022, 10:13.

[16] Ronald Eric Emmerick, Historical Survey of the Iranian Languages; bnr.: https://www.britannica.com/topic/Iranian-languages/Historical-survey-of-the-Iranian-languages; dema gihiştinê: 30.05.2022, 05:10.

[17] Şapûr Şabazî, Îrec, Encyclopædia Iranica, Volume XIII/2: Industrialization II–Iran II, Routledge & Kegan Paul: London and New York; bnr.: https://www.iranicaonline.org/articles/iraj; dema gihiştinê: 06.06.2022, 14:47.

[18] Ehsan Yarshater (1984), “Afrasiab”, Encyclopædia Iranica, Volume I/6: Afghanistan–Ahriman, Routledge & Kegan Paul: London and New York, ISBN 978-0-71009-095-9, r. 570–576; bnr.: https://www.iranicaonline.org/articles/afrasiab-turanian-king; dema gihiştinê: 06.06.2022, 15:25.

[19] Ibn Cerîr Et-Teberî (1991), Tarîx’ur-Rusuli we’l-Mulûk;her wiha bnr.: “The Children of Israel”, History, v. III, wergera William M Brinner, State University of New York Press, ISBN 978-0-79140-688-5.

[20] Scott L. Harvey & Jonathan Slocum, Old Iranian Online, bnr.: https://lrc.la.utexas.edu/eieol/aveol; dema gihiştinê: 06.06.2022, 15:48.

[21] Ronald Eric Emmerick, Historical Survey of the Iranian Languages; bnr.: https://www.britannica.com/topic/Iranian-languages/Historical-survey-of-the-Iranian-languages; dema gihiştinê: 12.06.2022, 15:27.

[22] Ji bo tekstên aryayiya kevnare binêrin: http://www.avesta.org/op/op.htm; dema gihiştinê: 12.06.2022, 14:05.

[23] R. G. Kent (1950), Old Persian: Grammar Texts Lexicon, American Oriental Society, r. 6.

[24] Everyday text shows that Old Persian was probably more commonly used than previously thought; bnr.: https://web.archive.org/web/20171016070202/http://www-news.uchicago.edu/releases/07/070615.oldpersian.shtml; dema gihiştinê: 12.06.2022, 13:43.

[25] Ji bo tekstên aryayiya kevnare binêrin: http://www.avesta.org/op/op.htm; dema gihiştinê: 12.06.2022, 14:17.

[26] Ji bo tekstên aryayiya kevnare binêrin: http://www.avesta.org/op/op.htm#a2p; dema gihiştinê: 12.06.2022, 22:12.

[27] Raham Asha, Draxte Asurîg, The verbal contest between a goat and a Babylonian date-palm; ji bo teksta eşkanî û wergera wê ya ingilîzî bnr.: http://www.rahamasha.net/uploads/2/3/2/8/2328777/da.pdf; dema gihiştinê: 13.06.2022, 00:12.

[28] Ehmedê Tefezulî, Diraxt-i Asurig, https://www.iranicaonline.org/articles/draxti-asurig; dema gihiştinê: 13.06.2022, 01:51.

[29] Mary Boyce, Ayadgar-i Zareran, https://iranicaonline.org/articles/ayadgar-i-zareran; dema gihiştinê: 21.06.2022, 11:55.

[30] http://www.rahamasha.net/uploads/2/3/2/8/2328777/da.pdf; dema gihiştinê: 13.06.2022, 00:12.

[31] https://en.wikipedia.org/wiki/Curd; dema gihiştinê: 13.06.2022, 01:36.

[32] Elî Paksirişt, “Gelo Pehlewiya Eşkanî Heman Kurdiya Navîn e?” Zend, weşana Enstîtuya Kurdî ya Sitembolê, hejmara 27an, 2020.

[33] Prods Oktor Skjærvø, “IRAN vi. IRANIAN LANGUAGES AND SCRIPTS (1) Earliest Evidence,” Encyclopaedia Iranica, XIII/4, r. 345-348; her wiha bnr.: http://www.iranicaonline.org/articles/iran-vi1-earliest-evidence; dema gihiştinê: 21.06.2022, 14:10.

[34] Ronald Eric Emmerick, Historical Survey of the Iranian Languages; bnr.: https://www.britannica.com/topic/Iranian-languages/Historical-survey-of-the-Iranian-languages; dema gihiştinê: 20.06.2022, 17:54.

[35] Mary Boyce (1975), A Reader in Manichaean Middle Persian and Parthian, E. J. Brill:Leiden, r. 14.

[36] Ji bo tekstên bi pehlewiya dawîn binêrin: https://www.azargoshnasp.net/languages/Pahlavi/pahlavi.htm; dema gihiştinê: 21.06.2022; 18:14.

[37] Ehmedê Tefezulî û Gavriyêl Sergeyevîç Xromov, Sasanian Iran: Intellectuel Life, bnr.: https://en.unesco.org/silkroad/sites/default/files/knowledge-bank-article/vol_III%20silk%20road_sasanian%20iran%2C%20intellectual%20life.pdf; dema gihiştinê: 21.06.2022; 17:27.

[38] Dr. Mustafa Kugu (2017), 15 Yuzyila Ait Şehname Çevirisi (giriş-metin-sozluk), şêwirmendê tezê: Dr. M. Levent Yener, Zanîngeha Çanakkaleyê, Enstîtuya Zanistên Civakî, Beşa Ziman û Wêjeya Tirkî, hejmara tezê: 10149637; r. 1-6.

[39] https://iranicaonline.org/pages/chronology-1; dema gihiştinê: 30.03.2022; 05:18.

[40] https://en.wikipedia.org/wiki/Achaemenid_Empire; dema gihiştinê: 31.03.2022; 04:03.

[41] TDV Islam Ansiklopedisi, c. 24, r. 263-265.

[42] Şihabuddîn Muhammed b. Abdillah El-Huseynî El-Alûsî (1415 k.), Ruh’ul-Me’anî fî Tefsîr’il-Quran’il-’Ezîm, we’s-Seb’il-Mesanî, Dar’ul-Kutub’il-’Ilmiyyeh: Beyrût, c. 8, r. 350; her wiha bnr.: http://islamport.com/l/qur/944/3422.htm; dema gihiştinê: 27.03.2022; 20:53.

[43] Ebûbekr Ebdulqadir b. Ebdurrehman El-Curcanî (2009), Derc’ud-Durer fî Tefsîr’il-Ayi we’s-Suwer, Dar’ul-Fikr: Eman-Urdin, c. 1, r. 209; her wiha bnr.: http://islamport.com/l/tfs/6418/200.htm; dema gihiştinê: 27.03.2022; 21:18.

[44] Ebû Henîfe Ed-Dînewerî (1960), El-Exbar’ut-Tiwal, Daru Ihya’il-Kutub’il-’Erebî: Qahire, r. 8; her wiha bnr.: http://islamport.com/l/trk/4538/8.htm; dema gihiştinê: 27.03.2022; 22:42.

[45] Ehmed b. Elî El-Qelqeşendî, Subh’ul-E’şa fî Sina’et’il-Inşa, Dar’ul-Kutub’il-’Ilmiyyeh: Beyrût, c. 4, r. 409-410; her wiha bnr.: http://islamport.com/l/adb/5849/2123.htm; dema gihiştinê: 28.03.2022; 02:24.

[46] Ehmed b. Elî El-Qelqeşendî, Subh’ul-E’şa fî Sina’et’il-Inşa, Dar’ul-Kutub’il-’Ilmiyyeh: Beyrût, c. 4, r. 410-413; her wiha bnr.: http://islamport.com/l/adb/5849/2123.htm; dema gihiştinê: 28.03.2022; 02:24.

[47] Ebû Henîfe Ed-Dînewerî (1960), El-Exbar’ut-Tiwal, Daru Ihya’il-Kutub’il-’Erebî: Qahire, r.  29-33; her wiha bnr.: http://islamport.com/l/trk/4538/29.htm; dema gihiştinê: 28.03.2022; 06:04.

[48] https://en.wikipedia.org/wiki/Kar-Namag_i_Ardashir_i_Pabagan; https://iranicaonline.org/articles/karnamag-i-ardasir; dema gihiştinê: 31.03.2022; 02:46.

[49] Ebû Henîfe Ed-Dînewerî (1960), El-Exbar’ut-Tiwal, Daru Ihya’il-Kutub’il-’Erebî: Qahire, r.  42; her wiha bnr.: http://islamport.com/l/trk/4538/42.htm; 31.03.2022; 03:15.

[50] El-Mutahhar b. Tahir El-Meqdisî, El-Bedu we’t-Tarîx, Mektebet’us-Seqafet’ud-Dîniyyeh: Port Seîd, c. 3, r. 155; her wiha bnr.: http://islamport.com/l/trk/4389/604.htm; dema gihiştinê: 29.03.2022; 02:10.

[51] El-Mutahhar b. Tahir El-Meqdisî, El-Bedu we’t-Tarîx, Mektebet’us-Seqafet’ud-Dîniyyeh: Port Seîd, c. 3, r. 156; her wiha bnr.: http://islamport.com/l/trk/4389/605.htm#; dema gihiştinê: 29.03.2022; 01:53.  

[52] Axwend Mihemed Salih Zengene Belûç (2019), Kurdgalnamek, Weşanên Azad: Mersîn, c. 1, 43.

[53] https://iranicaonline.org/pages/chronology-1; dema gihiştinê: 30.03.2022; 05:18.

[54] Prods Oktor Skjærvø, “IRAN vi. IRANIAN LANGUAGES AND SCRIPTS (1) Earliest Evidence,” Encyclopaedia Iranica, XIII/4, r. 345-348; her wiha bnr.: http://www.iranicaonline.org/articles/iran-vi1-earliest-evidence; dema gihiştinê: 27.06.2022; 21:28.

[55] https://en.wikipedia.org/wiki/List_of_ancient_Iranian_peoples; dema gihiştinê: 30.03.2022; 05:38.

[56] K. E. Eduljee (2005), Zoroastrian Heritage; bnr.: http://heritageinstitute.com/zoroastrianism/zagros/index.htm; dema gihiştinê: 22.05.2022; 04:40.

[57] Ilya Gershevitch, William Bayne Fisher & J. A. Boyle  (1985), The Cambridge History of Iran, Cambridge University Press, ISBN 9780521200912, c. II, r. 62; her wiha bnr.: https://books.google.com.tr/books?id=BBbyr932QdYC&pg=PA61&dq=Parsua&redir_esc=y#v=onepage&q=Parsua&f=false; dema gihiştinê: 22.05.2022; 04:56.

[58] https://en.wikipedia.org/wiki/Parsua; dema gihiştinê: 22.05.2022; 05:00.

[59] https://www.gtp.gr/LocInfo.asp?infoid=24&code=LIRZZZm&PrimeCode=LIRZZZm&Level=5&PrimeLevel=5&IncludeWide=1&LocId=64387; dema gihiştinê: 22.05.2022; 05:17.

[60] Besim Atalay (2006), Divanu Lugat’it-Turk, Turk Tarih Kurumu Basimevi: Ankara: ISBN 975-16-0405-2, c. III, r 157.

[61] https://en.wikipedia.org/wiki/Afrasiab; dema gihiştinê: 25.03.2022; 15:09.

[62] https://iranicaonline.org/articles/afrasiab-turanian-king; dema gihiştinê: 25.03.2022; 21:35.

[63] https://iranicaonline.org/articles/alexander-the-great-356-23-bc; dema gihiştinê: 25.03.2022; 21:55.

[64] https://umiddemirhan.wordpress.com/2021/09/03/kesfeke-nu-ji-bo-diroka-kurdan-di-berhemen-latini-de-kurd-u-welate-wan-kurdistan/; dema gihiştinê: 10.05.2022; 23:40.

[65] https://umiddemirhan.wordpress.com/2021/09/05/rupeleke-nu-di-diroka-kurdan-de-di-berhemeke-latini-ya-sala-1679an-de-ciyaye-agiriye-weki-welate-kurdan/; dema gihiştinê: 10.05.2022; 23:59.

[66] Ji bo jînenîgariya Dr. Robert Kerrî li vê girêdankê binêrin:  https://en.wikipedia.org/wiki/Robert_Kerr_(writer); dema gihiştinê: 04.09.2021; 00:04.

[67] Ji bo PDFya berhema Dr. Robert Kerrî ya bi navê “A General History of Voyages and Travels” li vir bitikînin:https://books.google.com.tr/books?id=YVjm2VmuOlgC&pg=PA133&lpg=PA133&dq=chiagri&source=bl&ots=EHvE4lK7GT&sig=ACfU3U0nDtUsUjESEKouHD2LWRY4avrJBQ&hl=tr&sa=X&ved=2ahUKEwjc0YqLiObyAhVCg_0HHQaiCekQ6AF6BAgMEAM#v=onepage&q=chiagri&f=false; dema gihiştinê: 04.09.2021; 00:05.

[68] Jac. Augusti Thuani, Historiarum sui temporis tomus primus, (bi latînî), S. Buckley: Londini, 1733, c. 4, r. 366. https://books.google.com.tr/books?id=ytVYTDSRJWMC&pg=PA366&lpg=PA366&dq=martianam+paludem&source=bl&ots=4jqhHUPuuk&sig=ACfU3U2ItIVbu9GekGQRp8dsJsmAFmEUsQ&hl=tr&sa=X&ved=2ahUKEwiA__a4zeHyAhVGhf0HHZe7Cd8Q6AF6BAgLEAM#v=onepage&q=martianam%20paludem&f=false; dema gihiştinê: 03.09.2021; 04:08. Her wiha bnr.: Servaas Galle, Sibylliakoi chrēsmoi, hoc est, Sibyllina oracula ex veteribus codicibus emendata, ac restituta et commentariis diversorum illustrata, operâ & studio Servatii Gallæi : accedunt etiam oracula magica Zoroastris, Jovis, Apollinis, &c. : Astrampsychi Oneiro-criticum, &c. græce & latine, cum notis variorum, apud Henricum & viduam Theodori Boom, 1689, c. 2, r. 150-159; https://books.google.com.tr/books?id=lW1eAAAAcAAJ&pg=PA157&dq=Martianam+paludem&hl=tr&sa=X&ved=2ahUKEwiDlKqsz-HyAhWMQvEDHcOoADAQ6AEwCHoECAUQAg#v=onepage&q=Martianam%20paludem&f=false; dema gihiştinê: 03.09.2021; 04:18.

[69] https://en.wikipedia.org/wiki/Mardpetakan; dema gihiştinê: 03.09.2021; 04:31.

[70] https://www.encyclopedia.com/history/dictionaries-thesauruses-pictures-and-press-releases/eurocentrism; dema gihiştinê: 19.03.2022; 19:34.

[71] Fuad Heme Xurşîd (1989), Zimanê kurdî û belavbûna cografî ya zaravayên wî (beşa yekem), kovara Têkoşer a Yekîtiya Karker û Xwendekarên Kurd li Belçîkayê, hejmara 32an, r. 18-22.

[72] https://ku.wikipedia.org/wiki/Zimanên_îranî; dema gihiştinê: 20.03.2022; 01:40.

[73] https://en.wikipedia.org/wiki/Iranian_languages; dema gihiştinê: 20.03.2022; 01:35.

[74] https://umiddemirhan.wordpress.com/2022/02/09/sunware-zimane-kurdi-li-ser-etlesa-zimanen-cihane/; dema gihiştinê: 16.02.2022; 04:17.

[75] Kim, Ronald (2003) “On the Historical Phonology of Ossetic: The Origin of the Oblique Case Suffix”, Journal of the American Oriental Society. 123 (1): 43–72; bnr.: doi:10.2307/3217844. JSTOR 3217844.

[76] Lubotsky, Alexander (2010), Van Sanskriet tot Spijkerschrift Breinbrekers uit alle talen, Amsterdam University Press:Amsterdam, ISBN 978-9089641793, r. 34.

[77] Kanchan Gupta, Ossetic language; bnr.: https://www.britannica.com/topic/Ossetic-language; dema gihiştinê: 27.05.2022; 23:56.

[78] https://en.wikipedia.org/wiki/Ossetian_language; dema gihiştinê: 28.05.2022; 03:16.

[79] V. I. Abaev (1964), A Grammatical Sketch of Ossetian, r. x; ji bo zanyariyên zêdetir bnr.: https://www.azargoshnasp.net/languages/ossetian/grammersketchossetian.pdf; dema gihiştinê: 28.05.2022; 05:40.

[80] Vardan Voskanian, Etymology of the word Iran, bnr.: https://aspirantum.com/blog/iran-etymology; dema gihiştinê: 29.06.2022; 00:39.

            Çavkanî:

A. V. Williams Jackson (1892), An Avestan Grammar In Comparison With Sanskrit (Part 1), W. Kohlhammer: Stutgart.

Ali Amirzargar, Diego Rey, Ester Muñiz, Jose Palacio-Grüber, Behrouz Nikbin, Hosein Nicknam, Farideh Khosravi, Hamidreza Joshghan, Cristina Areces, Mercedes Enríquez-de-Salamanca, Narcisa Martinez-Quiles, José Manuel Martín-Villa, Antonio Arnaiz-Villena (2015), Kurds HLA Genes: Its Implications in Transplantation and Pharmacogenomics, edîtor: Ryuichi Morishita, Open Medicine Journal, ISSN: 1874-2203, Volume: 9.

            Antonio Arnaiz-Villena, Jose Palacio-Grüber, Ester Muñiz, Cristina Campos, Javier Alonso-Rubio, Eduardo Gomez-Casado, Shadallah Fareq Salih, Manuel Martin-Villa, and Rawand Al-Qadi (2017), Genetic HLA Study of Kurds in Iraq, Iran and Tbilisi (Caucasus, Georgia): Relatedness and Medical Implications, edîtor: Tzen-Yuh Chiang.

            Axwend Mihemed Salih Zengene Belûç (2019), Kurdgalnamek, Weşanên Azad: Mersîn.

Besim Atalay (2006), Divanu Lugat’it-Turk, Turk Tarih Kurumu Basimevi: Ankara:

Dr. Robert Kerr, A General History of Voyages and Travels.

            Ebû Henîfe Ed-Dînewerî (1960), El-Exbar’ut-Tiwal, Daru Ihya’il-Kutub’il-’Erebî: Qahire.

            Ebûbekr Ebdulqadir b. Ebdurrehman El-Curcanî (2009), Derc’ud-Durer fî Tefsîr’il-Ayi we’s-Suwer, Dar’ul-Fikr: Eman-Urdin.

            Ehmed b. Elî El-Qelqeşendî (2012), Subh’ul-E’şa fî Sina’et’il-Inşa, Dar’ul-Kutub’il-’Ilmiyyeh: Beyrût, ISBN13: 978-2-7451-1021-3.

Ehmedê Tefezulî û Gavriyêl Sergeyevîç Xromov, Sasanian Iran: Intellectuel Life.

Ehsan Yarshater (1984), “Afrasiab”, Encyclopædia Iranica, Volume I/6: Afghanistan–Ahriman, Routledge & Kegan Paul: London and New York, ISBN 978-0-71009-095-9.

Elî Paksirişt (2020), “Gelo Pehlewiya Eşkanî Heman Kurdiya Navîn e?” Zend, weşana Enstîtuya Kurdî ya Sitembolê, hejmara 27an,.

            El-Mutahhar b. Tahir El-Meqdisî (2013), El-Bedu we’t-Tarîx, Mektebet’us-Seqafet’ud-Dîniyyeh: Port Seîd, ISBN: 9773412105

Fuad Heme Xurşîd (1989), Zimanê kurdî û belavbûna cografî ya zaravayên wî (beşa yekem), kovara Têkoşer a Yekîtiya Karker û Xwendekarên Kurd li Belçîkayê, hejmara 32an, r. 18-22.

Geoffrey Haig (2008), Alignment change in Iranian languages: A construction grammar approach, Mouton de Gruyter: Berlin; her wiha binêrin: Geoffrey Haig & Ergin Opengin (2015), Gender in Kurdish: Structural and socio-cultural dimensions, Teoksessa Hellinger, Marlis & Motschenbacher, Heiko (toim.), Gender across languages.

Gernot Windfuhr (2009), The Iranian languages, Routledge: London.

Ibn Cerîr Et-Teberî (1991), Tarîx’ur-Rusuli we’l-Mulûk;her wiha bnr.: “The Children of Israel”, History, v. III, wergera William M Brinner, State University of New York Press, ISBN 978-0-79140-688-5.

      Ilya Gershevitch, William Bayne Fisher & J. A. Boyle  (1985), The Cambridge History of Iran, Cambridge University Press.

Jac. Augusti Thuani (1733), Historiarum sui temporis tomus primus, S. Buckley: Londini.

K. E. Eduljee (2005), Zoroastrian Heritage.

Kim, Ronald (2003) “On the Historical Phonology of Ossetic: The Origin of the Oblique Case Suffix”, Journal of the American Oriental Society. 123 (1)

Lubotsky, Alexander (2010), Van Sanskriet tot Spijkerschrift Breinbrekers uit alle talen, Amsterdam University Press:Amsterdam, ISBN 978-9089641793

            Malpera Îranîkayê (https://iranicaonline.org)

            Malpera Îslamportê (http://islamport.com)

            Malpera Wîkîpediyayê (https://en.wikipedia.org)

Mary Boyce (1975), A Reader in Manichaean Middle Persian and Parthian, E. J. Brill:Leiden.

Meruf Xeznedar (2001), Mêjûy Edebî Kurdî, Aras: Hewlêr.

            Mustafa Kugu (2017), 15 Yuzyila Ait Şehname Çevirisi (giriş-metin-sozluk), şêwirmendê tezê: Dr. M. Levent Yener, Zanîngeha Çanakkaleyê, Enstîtuya Zanistên Civakî, Beşa Ziman û Wêjeya Tirkî, hejmara tezê: 10149637.

Pandurang Damodar Gune (1918), An Introduction to the Comparative Philology, The Oriental-Booksupplying Agency: Poona.

Prods Oktor Skjærvø, “IRAN vi. IRANIAN LANGUAGES AND SCRIPTS (1) Earliest Evidence,” Encyclopaedia Iranica, XIII/4.

R. G. Kent (1950), Old Persian: Grammar Texts Lexicon, American Oriental Society.

Ronald Eric Emmerick, Historical Survey of the Iranian Languages.

S. Farjadian & A. Ghaderi (2007), HLA class II similarities in Iranian Kurds and Azeris.

Servaas Galle (1689), Sibylliakoi chrēsmoi, hoc est, Sibyllina oracula ex veteribus codicibus emendata, ac restituta et commentariis diversorum illustrata, operâ & studio Servatii Gallæi : accedunt etiam oracula magica Zoroastris, Jovis, Apollinis, &c. : Astrampsychi Oneiro-criticum, &c. græce & latine, cum notis variorum, apud Henricum & viduam Theodori Boom.

Şapûr Şabazî, Îrec, Encyclopædia Iranica, Volume XIII/2: Industrialization II–Iran II, Routledge & Kegan Paul: London and New York.

            Şihabuddîn Muhammed b. Abdillah El-Huseynî El-Alûsî (1415 k.), Ruh’ul-Me’anî fî Tefsîr’il-Quran’il-’Ezîm, we’s-Seb’il-Mesanî, Dar’ul-Kutub’il-’Ilmiyyeh: Beyrût

Şihabuddîn Muhammed b. Abdillah El-Huseynî El-Alûsî (1415 k.), Ruh’ul-Me’anî fî Tefsîr’il-Quran’il-’Ezîm we’s-Seb’il-Mesanî, Dar’ul-Kutub’il-’Ilmiyyeh: Beyrût.

TDV Islam Ansiklopedisi.

V. I. Abaev (1964), A Grammatical Sketch of Ossetian.

Published by Omitê Mistefê (ئۆمتێ مستەفێ)

OMITÊ MISTEFAYÊ Bekirê Brahîmê Evdilahê Qelenderê Nêçîrvanê Eşrefê Keleşê SAKÎ CELALÎ 197?, Bazîd, KURDISTAN ئۆمتێ مستەفێ ئۆمتێ مستەفایێ بەکرێ براھیمێ ئەڤدلاھێ قەلەندەرێ نێچیرڤانێ ئەشرەفێ کەلەشێ ساکی جەلالی ١٩٧؟، بازید، کوردستان

Leave a Reply

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out /  Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out /  Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out /  Change )

Connecting to %s

Create your website with WordPress.com
Get started
%d bloggers like this: