Şûnwara zimanê kurdî li ser etlesa zimanên cîhanê

Kurdistan divisions map

Destpêk

Beriya ku mirov şûnwara zimanê kurdî li ser etlesa zimanên cîhanê nîşan bide, di destpêkê de divê ziman û etlesa wî bên destnîşankirin; piştre şûnwara kurdan û nexşeya belavbûna zimanê kurdî bên eşkerekirin. Di vê xebata destpêkî de, mijara gotarê li ser du beşan hatiye parevekirin: bi gelemperî “ziman” û bi taybetî “zimanê kurdî”. Di beşa yekem de mijarên wekî “pênaseya zimên”, “cureyên zimanan”, “taybetmendiyên zimanê mirovan”, “ramanên li ser destpêka zimên”, “guherîna zimên”, “peydabûna zarava û devokan”, “malbatên zimanên cîhanê û malbata hind-ewropî” hatine şîrovekirin. Di beşa duyem de jî zimanê kurdî hatiye pênasekirin, cure û taybetmendiyên wî hatine destnîşankirin; her wiha ev beş bi mijarên wekî “ramanên li ser destpêka zimanê kurdî”, “sedemkarên guherîna zimanê kurdî”, “peydabûna zarava û devokên kurdî”, “malbata zimanê kurdî” ve hatiye zengînkirin. Divê bê gotin ku encamnameya lêkolînê li gorî xebat û ramanên neteweyî yên kurdan hatine ravekirin ku pirî caran bi xebatên kurdnasên biyanî û şagirtên wan ên kurd re nakokbar in.

A. Ziman

Di bin ronahiya lêkolînên zimannasiyê yên hevçerx de ziman wiha tê pênasekirin : “Ziman pergaleke nîşanan e ku bi awayekî xwezayî di civakekê de bi pêş dikeve û bi domana demê re diguhere.”. Diyar e ku di lêkolînên akademîk de ziman bi pîvanên cuda tê pênasekirin û naşibihe pênaseyên wêjeyî û rojnamevaniyê. Bi rastî gelek pênase hene ku bersivê nadin pirsa “ziman çi ye?”; lê berovajî vê yekê, balê dikêşin ser karîgeriyên wî yên wekî “ziman bi kêrî çi tê?”. Lewre ev cureyên pênaseyan dibêjin ku “ziman alava ragihandinê ye” yan “ziman alava danûstandinê ya di navbera mirovan de ye” yan jî “ziman alava derbirîna hest û ramanan e”. Hema hema her kes dipejirîne ku ziman mirovan ji zindiyên din cuda dike. Dîsa her gotindar û bihîstyar têdigihêje ku bi zimanê wî yê zikmakî çi gilî-gotin rast û meqbûl in yan jî çi şaş û nemeqbûl in. Rast e, di navbera cureyên din ên zindî de jî asteke pêwendiyan heye; lê şêwazên wan ên pêwendîgirêdanê wekî zimanê mirovan sazûmaneke têkel û piralî nahewînin. Kurd jî peyva “zar”î hertim bi wateya “qabiliyeta axaftinê” bi kar tînin; carinan peyva “ziman”î jî pê ve girêdidin û dibêjin “heywanê bê zar û ziman”.

1. Cureyên zimanan

Zimannasî zimanan li ser sê beşan dabeş dike: “zimanên axaftinê”, “zimanên nîşandanê” û “zimanên nivîsandinê”. Zimanê axaftinê amûreke ragihandinê ya bi dengên naskirî ye, ango zimanekî devkî yê rojane ye. Zimanê nîşandanê amûreke ragihandinê ya ker û lalan e ku bi riya dest û nîşaneyan tê axaftin, ango zimanê nîşaneyên destî û nedestî ye. Zimanê nivîsandinê amûreke ragihandinê ya bi riya nîşaneyên nivîskî ye, ango zimanekî xudanalfabe ye ku zimanê wêjeyî, zimanê şîfrekirî yên îstixbaratî û zimanê koran jî digire nava xwe. Divê bê gotin ku ev her sê ziman jî li gorî rê û rêçikên rêzimanekê tên axaftin an nîşandan an jî nivîsandin.

2. Taybetmendiyên zimanê mirovan

a. Zar -ango ziman- taybetmendiyeke mirovan e; tê de potansiyela bişivîn, guherîn, pêşxistina têgehên şênber û razber heye.

b. Ziman amûreke ragihandinê ya karîger e; mirov zanîn, raman, hest û ezmûnên xwe bi riya zimên vediguhezin û pêşkêş dikin. Bêguman mirov ji bo danûstandinê hinek bizavên dest û rûyan, nîşaneyên hevpar (ên wekî îstixbarat û trafîkê) û dengên bêwate jî bi kar tînin; lê belê qada wan ewqasî ne fireh e. Ji aliyekî din ve “tûrikê dengan” ê zimanan heye; lewre hebûn û tunebûna hinek dengdar û dengdêran ji bo xurtî-qelsiya zimanekî ne pîvanên zanistî ne.

c. Xîmê dengsaziya zimanekî li ser zimanê devkî tê avêtin; her çiqas zimannasiya giştî bi hinek zimanên mirî û kêmnas eleqedar bibe jî, zimanê rojane yê bikarhatî bingehê lêkolînên li ser zimanekî pêk tîne. Mirov di destpêkê de fêrî zimanê devkî dibe; îcar heke perwerdehiyeke nivîskî hebe jî, noqî kûrahiya zanyariyên wî zimanî dibe. Ji ber ku axêverên zimanên nenivîsandî, zarokên pêşdibistanê û kesên nexwenda jî dikarin bi awayekî serkeftî zimanê xwe yê zikmakî rast bi kar bînin, li ser wî zimanî danûstandinan bikin û pê biryaran bidin; wisan e, veguhastina devkî yekane rê ye ku zimên digihêjîne nifşên paşerojê.

d. Ziman diyardeyeke civakî ye; dema ku mirov ji dayika xwe dibe, hin alavên zimên bi xwe re tîne. –Asta hişmendiya wan çi dibe bila bibe-, zarokên tendurist teqez dê rojekê biaxivin an jî bi zimanekî têkiliyan daynin; lê belê ji bo ku ev alav veguherin zimanekî diyarkirî yê hevpar, pêwistî bi hawirdoreke civakî jî heye; her wiha ziman li gorî ‘rêjeya beşdariya civakî’ rastî guherîn û pêşveçûnan tê, xurt û qels dibe. Di nava civakekê de mirovek nikare bi tena serê xwe zimên biguherîne; lê -heke şopîner û piştgiran bibîne- dikare gava pêşîn bide avêtin, bibe sedemkarê guherîn û pêşveçûna zimanekî, bi dostî an jî dijminahiya xwe zimanekî xurt an jî qels bike.

e. Zimanê mirovî di heman demê de berhemdar û hilberîner e; li gorî pêdiviyên nû dikare şêwazên vegotinê yên nû û wateyên nû biafirîne. Sînorê berhemdarî û hilberînê hem digihêje deng û peyvan hem jî şêwaz û cureyên hevoksaziyê yên nû. Carinan axêverek dikare di zimanê xwe yê zikmakî de bêjeyeke ku berê kesî bi kar neaniye biafirîne yan jî hevokeke qet avanebûyî saz bike.

f. Ziman guherbar e; hemî zimanên xwezayî ji ber sedemên curecureyî di nava guherîneke domdar de ne. Tekstên pêşîn ên dîrokî tenê di encama perwerdehiyeke diyarkirî de tên fêmkirin; lê belê çarçoveya guherbariyê gelekî berfireh e: ji ber sedemkarên dîrokî, civakî, derûnî, rewşa serweriyê, erdnîgariyê û gelekên din birek guhertoyên zimanê pêşîn derketine holê. Lewre zimannasî van guhertoyan li ser malbatên zimanan dabeş dike, her zimanekî li gorî zarava û devokên wî dinirxîne.

g. Zimanê axaftinê ji zimanê nivîskî zûtir diguhere; gava ji bo zimanên nivîskî rêbazeke nimûneyî hate destnîşankirin û li ser vê rêbazê çend nifş hatin perwerdekirin, êdî civak li ser zimanê nivîskî radibe û rûdine, ji guhertinên nû hez nake. Wisan e, zimanê axaftinê di nava guherîneke berdewam de ye; ji ber ku zimanê nivîskî statîk e û zimanê axaftinê jî dînamîk e, ferqa di navbera rastnivîsîn û bilêvkirinê de bi domana demê re mezin dibe û pêwistî bi çaksaziya zimanê nivîskî çêdibe.

3. Ramanên li ser destpêka zimên Derbarê destpêka zimên de gelek ramanên neceribandî hene; lê ji ber dûrbûna pêkhatina bûyerê rastiya wan nayê piştrastkirin. Lewre ev raman wekî hîpotezan dimînin; ji ber ku ji ezmûnekê nayên derbaskirin û nayên dubarekirin. Her wiha tevahiya van ramanan texmîn û hizirînên kesane ne; xwe naspêrin belgeyên dîrokî, veguhastinên ceribandî û delîlên eqlî. Loma jî zimannasên sedsala 21an bi wêrekî dergehê vê mijarê girtiye û lêkolîna derbarê wê de bêsûd hesibandiye. Dîsa jî naskirina van ramanan dê sûdmend be û sedemkarên vê biryarê şîrove bike.

3. 1. Teoriyên ayînî yên sereke

Li gorî teoriyên ayînî ziman ji aliyê Xwedê, xwedayan an jî aqilmendên xwedayî ve hatiye afirandin. Ev hîpotez di ayînên neteweyên cuda de xwe dide der:

a. Teoriyên sindohindûyî:

Li gorî Vedayên Hindistanê (sedsala 20an BZ) xwedayê sereke navên xwedayên din danîne û navên tiştan jî ji hêla aqilmendên pîroz ve bi alîkariya xwedayê sereke hatine destnîşankirin. Di Ûpanîşadan de (tekstên ayînî yên sedsala 10an BZ) tê gotin ku hebûnê germahî, germahiyê av û avê jî xwarin ango zindî afirandiye. Di destpêkê de Xwedê dikeve dirûvê zindiyekî, nav û teşeyê wî zindiyekî diafirînin. Piştî ku ev xwarin ji hêla kesekî ve tê givartin (givirandin, hezmkirin), li beşa hera gewre, beşa navîn û ya herî nazik tê dabeşkirin. Bi vî awayî xwarin di nava goşt, hiş û gemara derxistî de tê dabeşkirin. Av vedigere mîz, xwîn û nefesê; her wiha germahî jî vedigere hestî, mêjî û axaftinê.

b. Teoriyên tewratî:

Li gorî pirtûka “Pêkhatin”ê ya Peymana Kevn (Tewrat), Xwedê navandina tiştan sipartiye Ademî; di destpêkê de tevahiya mirovahiyê bi heman zimanî axiviye û heman peyv bi kar anîne. Lê belê dema ku mirov gihiştine asta bajarvaniyê, karibûne her biryareke xwe bisepînin û tu sînorî nas nekin, Xwedê zimanên wan tevlihev kirine û ew li ser rûkalê cîhanê belawela kirine: “Xudan Xwedê Adem (ew mirovê ku afirandibû) hilda û danî baxçeyê Edenê, da ku wî biçîne û biparêze. Her wiha fermanî wî kir: «Ji mêweyên daran tu kîjanê bixwazî, dikarî jê bixwî; lê belê ji dara naskirina qencî û nepakiyan nexwe. Ji ber ku gava tu jê bixwî,tu dê teqez bimirî.» Piştre Xudan Xwedê got: «Ne baş e ku Ademê meriv tenê bimîne; Ez dêalîkarekê ji bo wî biafirînim.» Xudan Xwedê hemû ajelên zevînê û hemû balindeyên esmanan ji xakê afirandibûn û da ku bibîne ka ew ê çi navî li wan bike, ew anîbûn ba Ademî. Ademîçi nav li kîjan jîndarî kir, navê wî jî wisanma. Ademîji bo her ajeleke kedîkirî û biyanî, ji bo her balindeyeke ku li esmên difire navek hilbijart; lê ji bo Ademî alîkarekeke guncayî nehat dîtin. Lewre Xudan Xwedayî xeweke kûr şande ser Ademî.Dema ku Adem di xewê de bû, Xudan Xwedayî ji parsiyên wî hestiyek hilda û li şûna hêstî goşt hêşîn kir; ji wî hestiyê ji parsiya Ademî hildayî jinek afirand û ew anî ba Ademî.” (Peymana Kevn: Pêkhatin, 2:15-22). “Di destpêkê de tevahiya mirovahiyê bi heman zimanî diaxivîn û heman peyv bi kar dianîn. Dema ku koçî aliyê rojhilatê bûn, li devera Şînarê dolek (besteke rast) dîtin û li wê derê bi cih bûn. Wan gote hev: «Werin, em kerpîçan (agûran) çêkin û wan baş bipijînin.» Wan li şûna keviran agûr (kerpîçên pijandî) û ji dêla xercê jenînêjî qîr bi kar anîn. Piştre wan got: «Em ji xwe re bajarekî ava bikin, bila bircên me bigihêjin ber perê esmên û em bi wan bên naskirin. Bi vî awayî em ê li cîhanê belawela nebin.» Ji bo ku bajarê avakirî û bircên çikandî bibîne, Xudan hate xwarê û got: «Va ye, ev bûne neteweyeke yekgirtî û heman zimanî diaxivin; wisan e, ew dê her biryareke xwe bisepînin û tu sînorî nas nekin. Îcar werin, em dakevin jêrê û zimanên wan tevlihev bikin ku ji hev fêm nekin.» Xudanî ew ji wir hildan û li seranserî cîhanê belav kirin; bi vî awayî avakirina bajêr rawestand. Ji ber vê yekê navê Babîlê li bajarî hate danîn; bi sedema ku Xudanî zimanê hemû mirovan tevlihev kiribû, ew ji wir derxistibûn û li seranserî cîhanê belav kiribûn.” (Peymana Kevn: Pêkhatin, 11:1-9).1

c. Teoriyên incîlî:

Li gorî pirtûkên “Yûhena” û “Karên Şandiyan” ên Peymana Nû (Mizgînî/Incîl) hê di destpêkê de peyv hebûye û bi Xwedê re bûye; her wiha hevalbendên Îsa Pêxemberî ziman wekî bûyereke xwedayî hesibandiye: “Di destpêkê de Peyv hebû. Peyv bi Xwedê re bû û Peyv bi xwe Xwedê bû. Ew di destpêkê de bi Xwedê re bû.” (Peymana Nû: Yûhena, 1: 1-2) 2“Gava ku Roja Pentîkostê hat, ew hemû bi hev re li derekê civiyabûn. Û ji nişkê ve ji esmên dengek hat ku dişibihî bayekî xurt û ew mala ku lê rûdiniştin tijî kir. Zimanên wekî pêlên êgir di nava wan de xuya bûn û li ser her yekî ji wan danîn. Hemû bi Ruhê Pîroz tijî bûn û bi gotina ku Ruhê Pîroz dabû wan, wan dest pê kir bi zimanên din peyivîn. Hingê li Orşelîmê, cihûyên xwedêtirs ji hemû miletên li ser rûyê erdê hebûn. Li ser vî dengî elaleteke (hêwirze) mezin civiya û tevlihev bû, çimkî her kesî dibihîst ku bi zimanê wî dipeyivin. Wan bi awayekî matbûyî û şaşmayî pirsî: «Ma ev hemû yên ku dipeyivin ne ji Celîlê ne? Ma çawa çêdibe ku her yek ji me zimanê xwe yê dê dibihîze? Di nav me de partî, medî û îlamî hene. Ji Mezopotamyayê, Cihûstan, Kepedokya, Pontos û Asyayê; ji Firîgya û Pamfîlyayê, ji Misrê û ji herêma Kûrenê ya Lîbyayê, mêvanên ku ji Romayê hatine; cihû û xwedêperestên ji miletên din, girîtî û ereb hene. Em dibihîzin ku ev bi zimanên me li ser karên Xwedê yên mezin diaxivin.» Hemû şaş û heyirî man û wan ji hev pirsî: «Ma ev çi ye?» Lê hinekên din jî tinaze dikir û digot: «Ev bi meya nû serxweş bûne.» Lê Petrûs bi yanzdeh hewariyan ve rabû, dengê xwe bilind kir û ji wan re got: «Gelî cihûyan û hûn hemû kesên ku li Orşelîmê ne! Guh bidin peyvên min, vê yekê qenc bizanin!» (Peymana Nû: Karên Şandiyan, 2: 1-14).3

d. Teoriyên quranî:

Hesen Xalib di berhema xwe ya bi navê “Di Quranê de Teoriya Zanistê û Destpêkeke Nû ji bo Tefsîrê” de mijara zimên li ser du serdeman, “serdema jiyana li bihuştê” û “serdema jiyana li cîhanê” dabeş dike: “Dema ku Adem li bihuştê dijiya, Xwedê Adem perwerde kir û derxiste pêşberî firîşteyan: <Xwedê hemû nav hînî Adem kirin, paşê ew pêşkêşî firîşteyan kir û got: «Derbarê navên van tiştan de min agehdar bikin.» Firîşteyan jî got: «Tu bêhevta yî, ji bilî fêrkirinên Te zanyariyeke me tuneye. Zana û serwerê mitleq Tu yî.»>” (Quran, Beqere 2:31-32). Beriya ku Adem bi girîngiya laşê xwe bihese, Xwedê ew hînî navan kiriye; ev enerjiya wî ya hişmendiyê dibe ku ji ber zanînê be yan jî ji ber vê hejmara giştî ya navan be. Lê belê di vê kêliyê de Adem bi zanyariyeke berfireh re mijûl e; dema ku dadikeverûkalê cîhanê, ev pisporiya wî kêm dibe yan jî têrê nake. Wekî ku ji zimanê serpêhatiyê jî diyar dibe, Adem ji dara qedexekirî mêweyan dixwe û ji bihuştê tê qewartin; lê piştre peyvan ji Xwedê werdigire (Quran, Beqere 2:37) û tê bexşandin. Bêguman cûdahiyeke mezin di navbera her du dozan de heye: Adem nav ji bîr kirine û xwe bi peyvan girtiye. Zanîna navan ji bo serbilindî û xwepêşandanekê bû, lê zanîna peyvan ji bo xebat û danûstandinê bû. Adem eleyhisselam ji bo destpêkirina destana peyvê, bi tevahî ji zanîna navan qut bûye û daketiye meydaneke dijwar. Ji ber ku dem ne hemandem e û cih jî ne hemancih e.”4 Dr. Elî Es-Sallabî jî derbarê heman mijarê de dibêje ku “Yekem tişta ku Xwedê hînî Ademî kiriye ne nimêjkirin, ne bidestxistina debara jiyanê ne jî pêçandina laşê wî yê tazî bûye; lê belê yekem tiştê ku piştî afirandinê yan jî bi afirandinê re hînî wî kiriye, rewanbêjî û navên pêwist ên ji bo vê rewanbêjiyê bûne.”5

3. 2. Ceribandinên pêşîn û hîpotezên zanistî

Li gorî vegotinên Heredotî, destpêka bikaranîna zimên ji mêj ve hişê mirovan mijûl kiriye; wekî mînak li Misira kevnare mirov dihizirîn bê ka kîjan ziman herî kevnare ye û ji bo diyarkirina destpêka zimên ketibûn nava hewldanekê. Gava Psammetichus [663-610 BZ] derkete ser têxt, dest bi berhevkirina agehiyên li ser zimanê herî kevnare kir… Padîşahî ferman da ku du zarokên nûbûyî ji dê û bavên gundî bên standin; bi fermana padîşahî li ba şivanekî û di nava pêz de bên mezinkirin û li hinda wan tu axaftinek neyê pêkanîn. Bi vî awayî zarok di holeke vala ya cihê de hatin bicihkirin; li wê derê şivan di wextekî diyar de bizin dianîn, şîr didot, dida zarokan û her tiştê pêwist dikir. Psammetichusî dixwest ku bibihîze bê ka ev zarokên fêrnekirî cara yekem kîjan peyvê bi lêv dikin. Li ser fermana padîşahî şivên bi qasî du salan ev zarok xwedî kirin. Carekê gava şivên derî vekir û ket hundirê holikê, her du zarokan xwe bi lingên wî girt, destên xwe yên biçûk dirêj kirin û peyva “bekos” bi lêv kirin… Dema ku Psammetichusî bi xwe jî ev peyv bihîst, ferman da ku wateya peyvê di nava zimanan de bê diyarkirin; piştî lêgerînê derkete holê ku frîgî ji nên re dibêjin bekos” û misrî gihîştin wê encamê ku frîgî ji wan mezintir û kevnaretir in… Li gorî çîrokeke helenî ya din jî Psammetichusî ferman daye ku zimanên çend jinan were jêkirin û zarok bi destî wan bên mezinkirin.

Di dîroka tomarkirî de ev ceribandina yekem a zimannasiyê tê hesibandin ku li dû wan hinek hewldanên ewqasî ne hovane hatine pêkanîn. Wekî mînak, di sedsala yekem a piştî zayînê de rewanbêjê romayî Quintilianî qala ezmûnekê kiriye ku “çendek zarok li çolan bi destî dadikên (hemşîreyên) lal hatine mezinkirin; her çend ev zarok hinek peyv bi lêv kiribin jî, hatiyepeyitandin ku nikaribûne bi hev re biaxivin û hev serwext bikin.” Dîsa împaratorê almanî Frederîkê Duyem di sedsala 13an de li ser bingehê van ceribandinan ezmûnek daye destpêkirin û zarokên ceribandî mirine; lê sedsala 16an di ezmûna mîrê skotlandî Jamesê Çarem de zarok bi ibranî axivîne û diyar e ku duristiya vê serpêhatiyê nehatiye piştrastkirin. Her wisa împaratorê muxalî Xan Celaladdîn Ekberî jî li Hindistanê heman ceribandin daye dubarekirin û di encamê de zarok bi zimanê îşaretan peyivîne…1

3. 3. Pêvajoya hîpotez û teoriyan

Xîmê teoriyên nûjen (ewro-amerîkayî) ên derbarê destpêka zimên de ji aliyê fîlozofên Yûnanistana kevnare ve hatine danîn; lê belê yûnaniyan bi xwe jî hem di şerên lîdyayî-medî de ji medan zanistên zimanî wergirtine, hem di têkçûna li hemberî Kûroşê Duyem de fêrî zimannasiya medoparsî bûne, hem jî di şerên Aleksanderê Makedonî yên heta Hindistanê de zimannasiya medî-parsî-sanskirîtiyê nas kiriye. Ji aliyekî din ve, ewropî di dagirkirina ereban a parzemîna Ewropayê û şerên xaçperestan de hînî bingehên zimannasiya erebî bûne; her wiha ewropiyan piştî Şoreşa Pîşesaziyê, şoreşên azadîxwaziyê yên fransî-amerîkî û şerên parvekirinê yên sedsala 20an (şerên cîhanî yên yekem û duyem) lêkolînên kûr li ser ziman û çandên gelek neteweyên dagirkirî û hevrik meşandine.

Dîtinên yûnaniyan ên li ser destpêka zimên bi du ekolên zanistî tên şîrovekirin: alîgirên “ramana xwezayî” û alîgirên “ramana peymanî”. Alîgirên ramana xwezayî -bi taybetî jî Heraklîtosê Efesî (535-475 BZ)- ji bo navên tiştan sedemeke xwezayî digeriyan û wan bawer dikir ku nav bi teqlîdkirina xwezayê hatine dayîn. Li gorî wan, gava mirovan li hawirdora xwe tiştek dîtiye û dengek jê bihîstiye, dengê yekem ê vî tiştî teqlîd kiriye û navek lê kiriye. Lewre nav siha tiştekî xuyayî ye; teşe yan jî pîşeyê wî tiştî ronî dike. Kesê ku tiştan bi nav dike, divê navê rast ê ku ji hêla xwezayê ve afirandî kifş bike; heke ev yek neqewime, axêver tenê dengekî derdixe. Alîgirên ramana peymanî jî -bi taybetî Demokrîtosê Abderî (470/460 BZ) û Arîstotelesê Stagîrayî (384-322 BZ)- bawer dikir ku navandina heyberan bi lihevkirineke di navbera mirovan de pêk hatiye, ango ziman li gorî peymaneke civakî hatiye afirandin.

Divê bê gotin ku zimannasiya nûjen a ewro-amerîkayî ji du serdemên dîrokî re derbas bûye û heta radeyekê pijiyaye; lewre bandor li ser piraniya zimannasiya cîhanê kiriye. Di destpêkê de zimannasiya serdema navîn a ewropayî bi zimannasiya erebî re bûye hevnas; hem di pêvajoya dagirkeriya ereban a Spanya û Îtalyayê de hem jî di pêvajoya dagirkeriya xaçperestan a Quds û Şamê de gelek danûstandinên zimannasiyê çêbûne. Hêjayî gotinê ye ku di vê pêvajoyê de li welatên ewropî zimanê erebî wekî pêwistiyeke perwerdehiyê hatiye dîtin; di asta zimanê ingilîzî yê îroyîn de li zanîngehên Ewropayê hatiye hînkirin. Lê belê piştî Şoreşa Pîşesaziyê û şoreşên azadîxwaziyê yên li Fransa û Amerîkayê gelek ewropayî belavî cîhanê bûn; derbarê ziman, çand û wêjeya gelên cîhanê de xebatên civaknasî û mirovnasiyê meşandine.

Zimannasiya nûjen a ewro-amerîkayî jî destpêka zimên spartiye du ekolên zanistî yên kevnare “ramana xwezayî” û “ramana peymanî”. Di çarçoveya ramana xwezayî de, fîlozofê alman Gottfried Leibniz (1646-1716), nivîskar û fîlozofên fransî yên wekî Charles de Brosse (1709-1777), Etienne Bonneau de Condillac (1715-1780), Jean-Jacques Rousseau (1712-1778) û xwezaparêzê ingilîz Charles Darwin (1809-1882) hinek hîpotez pêşkêş kirine. Wekî mînak: Gottfried Leibnizî deng li ser dengên hêzdar (hişk) û bêhêz (nerm) dabeş kirine û li gorî wî, “dema ku mirovan teqlîda dengan kiriye, bandora tişt û heywanan li ber çavan girtiye û peyvên têkildar derketine holê; lê peyvên nûjen ji deng û wateyên bingehîn dûr ketine”. Dîsa Charles de Brosseyî (1709-1777) li reftarên zarokan mêze kiriye û nihêriye ku di destpêkê de qîrînên zarokan ên bêwate vediguherin navdêran; lewre wî biryar daye ku mirovên seretayî jî ji heman qonaxê re derbas bûne û gotinên wan ên pêşîn navdêr bûne. Bi baweriya Etienne Bonneau de Condillacî ziman ji ber pêdiviyên mirovan derketiye holê û civakê ziman wekî alîkarê pêwistiyan bi kar aniye. Di çarçoveya ramana peymanî de hîpoteza peymana civakî” ya Thomas Hobbsî (1588-1679) û “teoriya îşaretên dest û rûyan” a Wilhelm Wundtî (1832-1920) ramanên herî navdar in. Li gorî Hobbsî, “bi riya pêwendiyên zayendî zêdebûna mirovan rewşeke xwezayî ye. Berê malbat bi tena serê xwe dijiyan; têkiliyên di navbera wan de bi asteke nizm dimeşiyan û di nava dijayetiyê de her kesî li dijî kesên dîtir û nejixwe şer dikir. Lê ji bo ku bikaribin di nava aramiyê de bijîn, diviyabû wan sîwanek ava bikira, ango divê wan di bin banê dewletekê de yekîtiya xwe saz bikira û di navbera xwe de peymanek girêdana. Ji bo vê yekê jî pêdivî bi dahênana zimanekî ku bikaribe vê sazûmanê damezirîne derketibû holê ku ew jî ziman e.” Wilhelm Wundt jî dihizirî ku “ziman bi dilxwazî û bêyî mebesteke plankirî çêdibe. Lê di destpêkê de serdestiyeke kiryarên laşî (pantomîm) li ser mirovan hebû; her wiha sê cureyên tevgerên wan hebûn: bertek, nîşandan û nîgarkirin. Tevgerên wan ên bertekî hestênwan şîrove dikirin; paşê ev bertek vegeriyan asta baneşanan. Piştre mirov gihiştin asta nîşandan û nîgarkirinê; ramanên xwe yên derbarê tiştan de bi nîşandana rasterast û xêzkirinê vegotin. Hevokên wan ên pêşîn li ser pêveberên lêkerî dihatin avakirin û kirde nedihatin diyarkirin (wekî “dibiriqe” û “bang dike”).”1

Dema ku ingilîzan Hindistan dagir kir û gihişte armanca Skenderê Makedonî yê ku nikaribû vê parzemînê bi dest bixîne, propagandayeke çandî ya berwarkî jî meşand; di vê çarçoveyê de ji bo rewakirina dagirkeriyê “teoriya zimanên hîndoewropayî” avête bazarê, ango mafê dagirkirina erdnîgariya di navbera Ewropa û Hindistanê de bexişande gelên pêşketî yên ewro-amerîkayî. Lewre zimannasiya ewro-amerîkayî hewl dida ku pêwendiyeke zimanî û çandî bi Hindistanê re girêde; dema ku hindek belgenameyên zimanê sanskirîtî bi dest ketin, ewropiyan demildest li ser xîmê ramanên zimannasê sanskirîtiyê Panîniyê Qendeharî (sedsala 6an an jî 4an BZ) teoriyên xwe yên zimannasiyê xurt kirin û bi pêş ve birin. Piştî ku zanyarên ewropî yên sedsala nozdehan xebata wî ya bi navê “Eştadhayî” vedît û weşand, Panînî hem wekî “zimannasê yekem ê raveker” hate hesibandin hem jî wekî “damezirînerê zimannasiyê” hate binavkirin. Rêzimana Sanskirîtiyê ya Panîniyî, bandor li ser zimanzanên wekî Ferdinand de Saussure û Leonard Bloomfield jî kir; her wiha Noam Chomskyî jî teoriyên xwe yên zimannasiyê li ser xebatên vê pêvajoyê ava kirin.2 Lê belê cudahiyeke bingehîn di navbera xebatên Chomskyî û teorisyenên berê de heye; divê bê zanîn ku Chomskyî teoriyên mîrateya çandî-zimanî ya berî serdema xwe ji ezmûna geşedan (evaluation) û bîrkariyê re derbas kirine. Li gorî wî, “geşedana mirovan nîşan dide ku her guhertoyekezindî ya organîzmayekê ji guherîneke genetîkî ya kesekî dest pê dike û ev guherîna genetîkî ya bêserûber bi riya nifşa ji wî peydabûyî berdewam dike û belav dibe. Ji aliyê bîrkariyê ve, hişê mirovî xwediyê lez û hêzeke nedîtî ye; madem ku mêjiyê mirovî dikare heta asteke bêsînor tiştan bijmêre û vê kapasîteya xwe bi hejmara bêdawî, ango bi formûlên wekî “n” û “n+1”ê nîşan bide, wisan e qabiliyetên mêjiyê mirovî û hişmendiya wî jî ji nişkê ve û bi lez peyda dibin û bi pêş ve diçin; çawa ku krîstal bi dilopekê dest pê dike û dilopên dîtir qewareya wê mezin dikin, hişê mirovî jî qabiliyetên zimanî bi pêş ve dibin û digihînin çandeke civakî ya serdest.”3

4. Guherîna zimên

Zimannasê kurd Diyar Evdilkerîm Seîd Halo guherîna zimên dispêre çendek sedemkaran ku li ser du beşan pareve dibin: “hokarên nezimanî” û “hokarên zimanî”. Li gorî wî, “desthilatdariya ramyarî û leşkerî” (bi her du şaxên xwe yên wekî “ramyariya derveyî” û “ramyariya navxweyî” ve), “baweriyên mezhebî-ayînî”, “şêwazê bicihbûna li jîngeh û erdnîgariyê”, “hişmendiya tevger û dibistanên rewşenbîriyê”, “rewşa giyanî û civakî ya neteweyekê” sedemkarên nezimanî ne ku zimên ji riya kevneşopî averê dikin; ev averêbûn carinan erênî ne, zimên dikemilînin û geşeve dibin. Her wiha carinan jî neyînî ne, zimên sist dikin; heke ji aliyê civak û desthilatdariya wê ve tivdîrên demildest û rast neyên hilbijartin, ev averêbûn zimên mîna birîndarê margestî ditevizînin û dikujin. Li milê din, hez û viyana mirovî li ser teralî û kêmbizaviyê radiweste ku sedemkara sereke ya guherîna zimên e; wisan e, “bikaranîna kêmtirîn hêzê ji bo axaftinê” sedemkareke navxweyî ya guherînê ye ku bi asta dengsazî, peyvsazî û hevoksaziyê re berwarkî dimeşe û li gorî her asteke guherînê rêjeyeke ciyawaz nîşan dide. Zimannas li ser wê baweriyê ne ku guherîna dengsaziyê û rêzimanê du hokarên zimanî ne; zimên rût û tazî dikin, şêwazekî sivik û sade yê zimên diafirînin. Bi gotineke zelaltir, dem û wizeya bikarhatî bandorê li pevgirêdana rêzedengan û barkirin-vereşandina wateyan dikin; di vê pêvajoyê de gotindar hertim dixwaze bi rêzedengên kêmtir wateyan ragihîne û guhdar jî dixwaze rêzedengên kêmtir bibihîze û wateyên barkirî vereşîne.1

5. Peydabûna zarava û devokan

Ziman pergaleke ragihandinê ya bi dengan e ku komeke mirovan heman wateyê ji wê axaftinê fêm dikin; her wiha ziman parçeyekî girîng ê çandê û pergala ragihandina nivîskî ye ku li ser bingehê “kevneşopiyeke wêjeyî” hatiye avakirin. Her wekî berê jî hatibû gotin, guherîna zimên di encama veqetîn an jî veqetandina fîzîkî de diqewime ku dibe sedema guherîna dengan, peyvên nû û hevoksaziya cihêreng; di van rewşan de çend bûyer rûdidin: a. zarava (guhertoya herêmî ya zimanekî ye; axivgerên makezimanekî bi peyvên cihêreng, rastnivîsîn û bilêvkirinê ve wê guhertoyê bi pêş dixînin û carinan digihêjînin asta zimanekî nû jî) b. devok: (guhertoya herêmî ya zaravayekî ye; axivgerên makezaravayekî bi peyvên cihêreng, rastnivîsîn û bilêvkirinê ve wê guhertoyê bi pêş dixînin û carinan digihêjînin asta zaravayekî nû jî) c. cihnîşan/îzoglos (di guherîna zimanan a ber bi zaravayan de -li gorî nezikatî û girêdankên civakî û erdnîgariyê- komeke peyvên hevpar derdikevin holê ku şop û astên guherînê nîşan didin) d. tîpnîşan/îzograf (di guherîna dengan a zimanekî de werar û taybetmendiyên cihêreng ên pergala nivîsandinê dişopîne)

a. Zarava axaftinên cihêreng ên heman zimanî ne; ango pareke heman neteweyê di bin sîwana giştî ya zimanê giştî yê wê neteweyê de bi cureyekî ciyawaz diaxive. -Her çawa kesek dizewice, bavtiyê ji zarokên xwe re dike û heke derfetê bibîne cihê dibe û bi awayekî serbixwe dijî- zarava jî “pergaleke zimanî ye ku bi domana demê re ji zimanê bav veqetiyaye; bi dengsazî, peyvsazî û hevoksaziya xwe ya cuda ve bûye xwediyê devokan”. Wisan e, ziman li ser zaravayan û zarava jî li ser devokan pareve dibin; divê bê zanîn ku her zaravayê çalak dikare gelekî bi pêş ve here û bibe zimanekî serbixwe jî. Di çarçoveya vê pênaseyê de, zarava -yan jî axaftinên cihêreng ên zimanekî- ji gelek aliyan ve nêzikî hev in û bi hev ve girêdayî ne; tevî cudahiyên pêkhatî, bi gelemperî axivgerên wan ji hev fêm dikin. Ev têgihîn piranî ji bo qalibên axaftinê yên herêmî tê bikaranîn; lê belê dibe ku zaravayek ji ber sedemkarên din ên wekî cihêrengiya çîna civakî (sociolect), bicihbûna li deverekê/erdnîgariyekê (regiolect/geolect/topolect) û cudahiya nijadî (ethnolect) jî derketibe holê. Wisan e, ferqa di navbera “zimanê standard” (ango “zaravayê standard” û serdest ê zimanekî) û “zaravayên nestandard” (zaravayên gelêrî) de hinekî kêfî ye û ne li gorî pîvanên zanistî-mentiqî ye; dibe ku ev statû li ser bingehê sedemkarên civakî, siyasî, çandî, ramanên dîrokî, belavbûna li jingehekê û hêza desthilatdariyê jî hatibe avakirin.1 Bi kurtasî peydabûna zaravayan girêdayî komeke sedemkarên dîrokî, civakî û zimanî ye; zarava di nava xwe de jî guherbar in, ji aliyê şêwe û naverokê ve veqetandî ne, huner an jî pratîkeke çandî ne ku di jiyana neteweyekê de xwediyê roleke diyarker dilîzin.2

b. Devok cureyekî axaftinê yî heman zaravayî ye ku di nava beşeke axêverên dorgirtî de bi pêşketina demê re û bêyî hemdê wan diqewime; di encamê de li ser hinek cureyên peyvan û bilêvkirina wan lihevkirineke nerasterast çêdibe, ji van guhertinên biçûk nîşaneyên herêmî derdikevin holê ku ji hêla kesên derveyî herêmê ve bi hêsanî nayên fêmkirin. Di zimannasiya civakî (sosyolinguîstîk) de devok awayê bilêvkirinê ye ku taybetmendiya kes, şunwar an jî neteweyeke taybet nîşan dide.3 Dibe ku devok bi şûnwareke taybet bê nasîn ku axêverên wê lê dijîn û devokeke herêmî yan jî erdnîgarî be; her wiha dibe ku ji ber rewşa civakî-aborî ya axêverên wê, nijada wan (etnolekt), çîna wan a civakî (devoka civakî) yan jî bandora wan a li nava civakê ev devok pêk hatibe. Di hinek rewşan de hînbûna zimanekî wekî zimanê duyem jî devokekê derdixe holê. Devok bi gelemperî di qalîteya deng û bilêvkirinê, cihêbûna dengdêr û dengdaran, kirpandin, rîtm û tonaja dengan de ji hev cihê dibin.4 Carinan bi domana demê re rêziman, watenasî, ferheng û taybetmendiyên zimanî yên din ên devokê ewqasî diguherin ku bi xwe jî dibin zaravayekî serbixwe; lê belê bi awayekî gelemperî “devok” tê wateya cudahiyên bilêvkirinê, lê peyva “zarava”yê komeke berfireh a cudahiyên zimanî dinimîne ku birekî devokan dikevin bin sîwana wî.

c. Cihnîşan (a ku jê re îzoglos û heteroglos jî tê gotin) sînorê erdnîgarî yê taybetmendiyeke zimanî ye; di vê rewşê de bilêvkirina dengdêrekê, wateya peyvekê, yan jî bikaranîna hin taybetmendiyên peyvsazî û hevoksaziyê diqewimin. Wisan e, cihnîşan şûnwara komeke peyvên hevpar derdixin holê ku li gorî nezikatî û girêdankên civakî û erdnîgariyê teşe girtine; her wiha şop û astên guherînê nîşan didin û ji bo veqetandina jîngeha peyvan tê bikaranîn. Zaravayên sereke bi gelemperî bi xetên cihnîşanan tên veqetandin; wekî mînak: Xeta Benrathê almaniya jorîn ji zimanên almanî yên din ên rojavayî cuda dike û Xeta La Spezia–Rimini jî zimanên îtaliya bakurî ji zaravayên îtaliya navîn vediqetîne. Lê belê, hinek cihnîşanên taybet hene ku tu pêwendiya wan bi tixûbekî zimanî re tuneye; wekî mînak: dengê /y/yê yê hinek peyvên fransî û almanî di heman peyvên ku derbasî îtalî û spanî bûne de tuneye.

d. Tîpnîşan (îzograf) pêvajoya guherîna tîpan şîrove dike; wisan e, dema ku cihnîşan (îzoglos) bandorê li ser alfabe û rastnivîsê dike û ev rewş bi tîpnîşanê (îzograf) tê şopandin. Îcar îzoglos (a ku sînorê erdnîgarî yê taybetmendiyeke zimanî nîşan dide) û îzograf (a ku werar û taybetmendiyên cihêreng ên pergala nivîsandina zimanekî dişopîne) du têgihînên pêwendîdar in û di zimannasiya dîrokî de tên bikaranîn.5

6. Malbatên zimanên cîhanê û malbata hind-ewropî

Xebatên paşîn ên li ser hejmara zimanên cîhanê ji aliyê du saziyan ve sala 2021ê hatine weşandin; li gorî kovara “Ethnologue”ê hejmara zimanên cîhanê 7139 e û 13 malbat in. Lê li gorî bingeha zanyariyan a “Glottolog”ê hejmara wan 8494 e û ji 14 malbatan pêk tên. Glottolog danegeheke bîbliyografîk a zimanên kêmnaskirî yên cîhanê ye ku cara pêşîn li Enstîtuya Max Planck (li Leipziga Almanyayê) hatiye avakirin û parastin; li gorî zanyariyên wê, polînkirina malbatên zimanan û hejmara endamên her malbatê wiha ye: Malbata zimanên atlantîk-kongoyî (1403 ziman), awistralî-endonezî (1274 ziman), hind-ewropî (583 ziman), sîno-tîbetî (497 ziman), afro-asyayî (377 ziman), nûgîneyî (317 ziman), pama–nyunganî (250 ziman), oto-manguanî (181 ziman), awistirya-asyayî (157 ziman), tayî-kadaî (95 ziman), dravîdî (79 ziman), arawakanî (77 ziman), mandeyî (75 ziman), tupiyanî (71 ziman).1

Zimannasê kurd Fuad Heme Xurşîd derbarê rêzbenda zimanî ye tofa zimanên hind-ewropî de xebateke kûr amade kiriye; pêwendiya zimanê kurdî ya bi van zimanan re baş daye nasandin û hin rastiyên dîrokî derxistine ber nîqaşê: Arkeologan bala xwe daye tevgereke hevpar a şaristaniyeke mirovahiyê ya kevnare ku piştî serdema kevirîn a nû li ser aqareke pir fireh belav bûye; wan dîtiye ku vê şaristaniyê li ser zemînê cîhana kevnare ya wekî Romanya, bûrê Rûsya, Sûs, Belûçistan, Hindistan, Tirkmenistan û Kurdistanê heyamek bihurandiye. Di encama vê yekê de zanyar gihtine wê biryarê ku bêguman ev şaristaniya hevpar divê ji aliyê neteweyekê ve hatibe avakirin; ji ber ku nîşaneyên vê şaristaniyê ji Hindistanê heta Ewropayê belav bûbûn, wan li hev kir ku navê vê neteweyê bikin hind-ewropî.”2

B. Zimanê kurdî

Zimanê kurdî pergaleke nîşanan e ku bi awayekî xwezayî di nava civakên kurd de bi pêş ketiye û bi domana demê re rastî guhertinên bingehîn hatiye. Zimannasên kurd zimanê kurdî li ser sê beşan dabeş dikin: “zimanê axaftinê”, “zimanê nîşandanê” û “zimanê nivîsandinê”. Zimanê axaftinê amûra ragihandinê ya bi dengên kurdî yên naskirî ye, ango zimanê kurdî yê devkî û rojane ye ku li ser gelek zarava û devokan dabeş dibe. Zimanê nîşandanê amûra ragihandinê ya ker û lalên kurdîaxêv e ku bi riya dest û nîşaneyan tê axaftin, ango zimanê nîşaneyên destî û nedestî yê kurdan e; perwerdehiya wî li gorî zaravayên kurdî ji aliyê dezgehên kurdî yên fermî ve tê destnîşankirin. Zimanê nivîsandinê amûra ragihandinê ya bi riya nîşaneyên nivîskî yên kurdî ye, ango zimanê kurdî yê xudanalfabe ye ku li gorî zaravayan teşe girtiye; ev cureyê zimên “zimanê wêjeyî”, “zimanê zanistî”, “zimanê fermî yê serweriyê û perwerdehiyê”, “zimanê çapemeniyê”, “zimanê taybet ê leşkerî-îstixbaratî” û “zimanê koran” jî digire nava xwe. Divê bê gotin ku ev her sê ziman jî li gorî rê û rêçikên rêzimana zaravayekî kurdî yê deverekê tên axaftin an nîşandan an jî nivîsandin.

1. Taybetmendiyên zimanê kurdî

Zarê kurdî, ango zimanê kurdî zimanekî taybet bi tevahiya kurdan û niştecihên nekurd ên Kurdistanê ye; tê de potansiyela bişivîn, guherîn, pêşxistina têgehên şênber û razber jî heye.

Zimanê kurdî amûreke ragihandinê ya karîger e; kurdan zanîn, raman, hest û ezmûnên xwe (çi bi devkî, çi jî bi nivîskî) bi riya zimanê kurdî vediguhastine û pêşkêş kirine. Bêguman kurd ji bo danûstandinê hinek bizavên dest û rûyan, nîşaneyên hevpar (ên wekî îstixbarat û trafîkê) û dengên bêwate jî bi kar tînin; lê belê qada wan ewqasî ne fireh e. Ji aliyekî din ve “tûrikê dengan” ê zimanê kurdî heye; lewre hebûn û tunebûna hinek dengdar û dengdêran ji bo xurtî-qelsiya zimanê kurdî ne pîvanên zanistî ne.

Xîmê dengsaziya zimanê kurdî li ser zimanê devkî hatiye avêtin; her çiqas kurd bi hinek zimanên cînar û serdest axivîbin û berhem nivîsîbin jî, zimanê rojane yê bikarhatî ji nifşekê derbasî nifşeke peyhatî bûye. Kurdên ku li Kurdistanê dijîn di destpêkê de fêrî zimanê devkî dibin; îcar heke perwerdehiyeke nivîskî bibînin jî, noqî kûrahiya zanyariyên zimanê zikmakî dibin. Axêverên zimanê kurdî zimanê xwe yê zikmakî rast bi kar tînin û li ser wî zimanî danûstandinan dikin; her wiha hinek sedemkarên wekî “veguhastina devkî”, “stranên dengbêjiyê û govendan”, “çanda gelêrî” û “perwerdehiya kevneşopî” zimanê kurdî gihandiye nifşên paşerojê.

Zimanê kurdî diyardeyeke civakî ye; dema ku kurdek ji dayika xwe dibe, hin alavên zimên bi xwe re tîne. –Asta hişmendiya kurdan çi dibe bila bibe- zarokên wan ên tendurist teqez rojekê bi kurdî diaxivin an jî bi zimanekî ji aliyê kurdan ve naskirî têkiliyan datînin û ajelên wan ên kedîkirî jî ji wî zimanî fêm dikin. Li gorî hawirdora kurdan a civakî devok û zaravayên kurdî derketine holê; her wiha devok û zaravayên kurdî li gorî ‘rêjeya beşdariya civakî’ rastî guherîn û pêşveçûnan hatine, xurt û qels bûne. Bêguman di nava civaka kurd de mirovekî nikaribûye bi tena serê xwe zimên biguherîne; lê -heke şopîner û piştgir dîtibin- karibûye gava pêşîn bide avêtin, bibe sedemkarê guherîn û pêşveçûna zimanê kurdî. Wekî mînak, li devera Bazîdê Ehmedê Xaniyî zimanê vegotinê yî kurdî bi tehrê helbestkî hûnaye; lê belê Mele Mehmûdê Bazîdî hem pexşana kurdî derxistiye asteke hêja hem jî naveroka wê ya helbestî bi pexşankî vegotiye ku şêwaza her duyan jî şoreşeke zimanî ye. Her wisa xebat û çalakiyên Ziya Gokalp û peyrewên wî yên kurdnijad nekarî kurdan û zimanê kurdî ji holê rakin; lê belê wan karî agirê dijminahiyekê dadin, berê êgir bidin tevahiya erdnîgariya kurdnişîn û pifî wî agirê dijkurd bikin.

Zimanê kurdî di heman demê de berhemdar û hilberîner e; li gorî pêdiviyên nû dikare şêwazên vegotinê yên nû û wateyên nû biafirîne. Sînorê berhemdarî û hilberînê hem digihêje deng û peyvan hem jî şêwaz û cureyên hevoksaziyê yên nû. Carinan kurdek dikare di zimanê xwe yê zikmakî de bêjeyeke ku berê kesî bi kar neaniye biafirîne yan jî hevokeke qet avanebûyî saz bike; Celadet Bedirxanî peyva “balafir”ê ji devoka goyiyan wergirtiye ku riyeke nû li pêşiya peyvsaziya kurdî vekiriye.

Zimanê kurdî guherbar e; her wekî hemî zimanên xwezayî, ji ber sedemên curecureyî di nava guherîneke domdar de ye. Tekstên pêşîn ên kurdî tenê di encama perwerdehiyeke diyarkirî de tên fêmkirin; lê belê çarçoveya guherbariyê gelekî berfireh e: ji ber sedemkarên dîrokî, civakî, derûnî, rewşa serweriyê, erdnîgariyê û gelekên din birek zarava û devokên zimanê kurdî derketine holê. Lewre zimannasiya kurdî ya giştî van zarava û devokan li gorî deveran dabeş dike (Xuristan, Belûçistan, Luristan, Lekistan, Mukriyan, Hewraman, Behdînan, Xerzan, Cizîr, Aran, Anatolya…); her zaravayekî jî (kurmancî, kirmanckî, soranî, goranî, hewramî, şahzênî/şêxbizinî, pehlî/feylî, kelhurî, lekî, lurî, belûçî) li gorî dever, şax û devokên wî dinirxîne.

Zimanê axaftinê yî kurdî ji zimanê nivîskî zûtir diguhere; gava zimanê devkî yê kurdî bi riya kevneşopî hate veguhastin û ji nifşekê derbasî yeke din bû, êdî civak li ser zimanê devkî radibe û rûdine, ji guhertinên nû hez nake. Duh jî îro jî, zimanê kurdî hertim nimûneyên çanda devkî û nivîskî parastine; lê belê zimanê kurdî yê axaftinê di nava guherîneke berdewam de ye. Ji ber ku îro zimanê kurdî yê nivîskî statîk e, -ango li hinek deveran fermî ye-, kurd jî her roj statûya xwe bi zimanê xwe xurtir dikin; her wiha ji ber ku zimanê kurdî yê axaftinê dînamîk e, her ku diçe şêwazên nû yên helbestkî û pexşankî li ziman û wêjeya kurdî zêde dibin. Van salên dawîn rastnivîsîn û bilêvkirina zimanê kurdî nêzikî hev bûne û pêwistî bi çaksaziya zimanê devkî heye.

3. Reh û rîşeyên zimanê kurdî û nirxandina belgeyên nû

Li gorî rêbazeke zanistên dîrokê, “her belgeyeke nû ya derbarê mijarekê de zanyariyên kevn bi nirxandineke rojanekirî re rûbirû dike”; lewre divê hemû ramanên kesane, hîpotez, teorî û zanyariyên heyî li ber ronahiya du belgeyên nû de werin nirxandin. Ev her du belge “Kurdgalnamek”a Mihemed Salihê Belûç û “Şehnameya Osmanî” ne; Kurdgalnameka ku li gorî hinek rêbazên dîroknasiyê hatiye nivîsandin, diyar dike ku “med” (li gorî çavkaniyên farsiya kevn “mad”, erebî “mah”, yûnaniya kevn “mêd”, tewratî “mêday”) kurd in û navê wan ê di dîroka devkî-nivîskî ya farsîû erebîde“keyanî” ye. Her wiha di Şehnameya Osmanî de Cemşîdê Pîşdadî wekî kurd û bavikê pêşîn ê kurdan tê nîşandan; wisan e, zanyariyên hevçerx ên ku zimanê kurdî wekî zimanekî bakur-rojhilatê zimanên îranî dinirxînin şaş in û divê zimanên îranî wekî zimanên başûr û rojhilatî yên zimanê kurdî bên hesibandin ku bi egerên dagirkeriyan bişivîne. Heta mirov dikare bibêje ku ji Şerefxanî heta roja îroyîn polînkirina zimanê kurdî li ser bingehekî pûç hatiye avakirin û piştrastkirina wan vegotinên dîrokî gelekî dijwar e; loma pêwistî bi teoriyeke nû heye ku divê zimanê medî (zimanê kurdî yê kevnare) wekî bingehê tevahiya zimanên aryayî were dîtin, ne ku devokên pişaftî yên medî wekî bingehê zimanên aryayî. Gava mirov li etlesa zimanên medî yên zayendar dinêre derdikeve holê ku di navbera Laçîn-Mûsilê (bi dirêjahî ) û Dêrsim-Erdelanê (bi berahî) de tên dîtin. Ev jî tê wê wateyê ku divê koma zimanên aryayî li ser du beşan bên parevekirin: “zimanên zayendar ên aryayî” (bakur-rojavayî) û “zimanên pişaftî û bêzayend ên aryayî” (başûr-rojhilatî). Divê bê gotin ku çar zaravayên kurdî yên wekî kurmancî, kirmanckî, hewramî û goranî di nava zimanên zayendar ên aryayî de cih digirin; her wiha îro jî di hinek zaravayên zimanê medî de (azeriya kevn-teze û tatî) zayend li ber çavan dikeve. Ji aliyekî din ve heft zaravayên kurdî yên wekî şêxbizinî, soranî, kelhurî, feylî, lekî, lurî û belûçî jî di nava zimanên pişaftî û bêzayend ên aryayî de cih digirin; mixabin heta niha zimanên aryayî ji aliyê zayendarî û nezayendariyê ve nehatine polînkirin û bi bihaneyên siyasî tevahiya mîrateya gelên aryayî li parsîaxêvan hatiye radestkirin.

4. Zimanê kurdî û malbata wî ya zimanî

Lêkolînerê kurd Fuad Heme Xurşîd diyar dike ku hesibandina zimanê kurdî di tofa zimanên hind-ewropî de xwe dispêre sedemine nezanistî û ewropiyan ev zanyariyên xwe sipartine zanyarên xwemalî yên wekî Jarl Charpentier (The Original Home of Indo-Europeans, B.S.O.S., Vol. IC, 1926-28, r. l49) û James Henri Brasted (Tarîx’ul-‘Usûr’il-Qedîmeh, wergera Dawid Qurban, Beyrût, 1926, r. 135).1 Lê belê bi me, ev navandin xwe dispêre sedemeke siyasî ya dagirker. Ji ber ku piştî Şoreşa Pîşesaziyê û Şoreşa Azadîxwaziyê nexşeya cîhanê bi pêşengiya Ingilistan û Fransayê hate amadekirin û erdnîgariya vê aqara pir fireh li ser navê Ewropa û Hindistana ku mêtingeheke Ingilistanê bû hate tomarkirin. Her wiha di vê serdema parvekirinê de ev aqar di bin desthilatdariya du împaratoriyên misilman de bû ku ewropiyan dixwest her duyan jî ji holê rakin; bêguman hinek sedemên sereke yên din jî hebûn: 1. welatê kurdan di navbera Osmanistan, Qeceristan û Ûrisatê de hatibû parevekirin 2. di vê serdemê de dewleteke aryayî ya ku doza maf û destkeftiyên ariyan biparêze jî tunebû: Qeceristana ku li ser enqaza Dewleta Zendiyan ava bûbû, bi hinceta alîgiriyeke mezhebî doza gelên aryayî nedişopand; carinan beşeke xaka welatê kurdan wekî diyarî dida Qeyserîtiya Rûsyayê. Wekî mînak: Aran û Tirkmenistan bi peymanên Gulistan û Axalê li rûsan hatin xelatkirin. 3. mîrgehên kurdan yeko yeko ji aliyê van dagirkeran ve dihatin hilweşandin; osmanî, qecerî û rûsan rik kutabû mîrên kurdan û bi yekdengî li dijî wan tevdigeriyan.

5. Dîrok û sedemkarên guherîna zimanê kurdî

Ji aliyê eqlî, dîrokî û zanistî ve hatiye pişrastkirin ku zimanê kurdî ji destpêka peydabûna xwe heta roja îroyîn rastî gelek guherînan hatiye. Jixwe ne gengaz e ku zimanê kurdî bêyî tu guhertinan gihiştibe roja îroyîn; her wiha ji aliyê zanistî ve ne mumkin e ku di pêvajoya dîrokî de zimanek, her wisan zimanê kurdî jî rastî guhertinan nehatibe. Wekî mînak: zimannas Hebîb Burciyanî li ser “têkçûna zimanê medî li pêşberî zimanê farsî” xebateke meydanî û lêkolîneke berfireh amade kiriye ku ji bo dîroka vereşîn û windabûna zimanê medî (kurdiya kevnare) nirxandineke destpêkî ya hêja ye. Burciyan di destpêka gotara xwe ya zanistî de ji qalibê pênaseya fermî ya zimannasên dewletên netewî derdikeve û bi pênaseyeke zanistî-meydanî dest bi axaftinê dike; lewre zaravayên “navenda Îrana îroyîn” wekî “koma zaravayên mediya başûrî” bi nav dike ku zimannasên fermî jî ev dever wekî “zimanên bakurê rojavaya Îranê” destnîşan kiriye. Lêkolîner bi belgeyên dîrokî nîşan dide ku heta serdema navîn li vê devera navbihurî zimanê zikmakî yê rojane zimanê medî bûye, lê piştî desthilatdariya sefewî bi destî zimanê serdestiyê yê propagandaya şiî hatiye tepeserkirin û ev pişaftina tund ji aliyê sedemkarên aborî, civakî û siyasî ve hatiye tîrkirin; her wiha bi lêgerînên meydanî dipeyitîne ku binaşeya zimanê medî heta roja îroyîn jî li gundên dûredest ên vê deverê tê dîtin û ji aliyê nifşên temenmezin ên cihû û zerdeştî ve tê axaftin. Li gorî zanyariyên ku gotarê berhev kirine û bi agehiyên Kurdgalnamekê re hevaheng in, zimanê medî li ser heft zaravayan belav dibe: 1. kurdî 2. belûçî 3. zimanên Gîlan, Mezinderan û Semnanê yên qeraxa Gola Hezareyê 4-5. goranî û zazakî (yên li deverên kurdîaxêv) 6. tatî (ya ku zimanên talîşî û tatî-azeriyê jî dihingêve, ji Lankoranê heta Qezvînê li rojavayê Hezareyê berbelav e) 7. mediya navendî (maka zaravayên pişaftî yên wefsî, alvîrî-vîdarî, tefrîşî, aştiyanî, amorayî û kehekî yên li deverên Hemedan, Sawe û Qûmê). Gotar bi dirêjahî qala berhevkirina nimûneyên zimanê medî dike ku di dawiya sedsala 19an de ji aliyê geştiyar û erdnîgarînasên herêmî ve dest bi tomarkirinê hatiye kirin û ji rojavayê Hezareyê heta Isfahanê berbelav bûne; her wiha ev belgeyên tomarkirî pişaftina tund a zimanê medî dispêrin guherînên civakî-aborî yên sedsala dawîn ku di encama perwerdehiya saziyên fermî û çapemeniya gelemperî de şûna mediya navendî bi zimanê farsî hatiye dagirtin.1

Wisan e, divê guherîna zimanê kurdî jî li gorî sedemkarên wekî “hokarên nezimanî” û “hokarên zimanî” bê hilsengandin. Ji ber ku, hem dîroka kurdan ji gelek serdemên cihêreng re derbas bûye; hem jî “desthilatdariya ramyarî û leşkerî” ya kurdan ji aliyê hundir û derve ve rastî destwerdan û alîguhêriyan hatiye. Lewre divê hem dîroka têkçûn-serkeftinên kurdan hem jî bandora bizavên navxweyî û derveyî ya li ser zimanê kurdî bên ronîkirin. Mixabin bi rêbaza “dîroka krîmînal” heta niha “ziyanpirsiyeke giştî” li ser “rotayên dagirkeran ên li dijî xaka yekpare ya Kurdistanê û bandora dagirkeriyê ya li ser sazûmana zimanê kurdî” nehatiye meşandin; lê belê belgeyên dîrokî destnîşan dikin ku

a. ji aliyê başûrî ve: ji Peymana Kadeşê heta Şerê Qadisiyeyê gelek hewldanên têkbirina serweriya kurdan û serdestiya zimanê kurdî hatine meşandin; di encamê de lehiya ereban ji Nîvgirava Erebî herikiye nava sînorên başûrî û tofan li beşeke erdnîgariya kurdîaxêv rabûye. Li gorî mikurhatinên Ibn Wehşiyeyî, heta sedsala 10an berhemên kurdî pirtûkxaneyên Bexda û Şamê dixemilandin; bi domana demê re ereban ew wergerandin ser zimanê xwe û ev mîrateya çandî piştî xurtbûna desthilatdariya ereban û zimanê erebî ji nav çû. Gelê durzî (duristî) yê ku xwe kurd dihesibînin û jîngeha wan a dîrokî başûrê Sûriyayê ye, nimûneyeke zindî ya vê pişaftinê ye.

b. ji aliyê rojavayî ve: ji dagirkeriya Skenderî heta Şerên Xaçperestiyê, qeraxên deryayî yên welatê kurdan ji aliyê rojavayê ve rastî êriş û pişaftineke tund hatine; di encamê de devera her du sengerên navendî yên rojavayî Sparde û Sard hatiye pişaftin. Lê belê lêkolînên dawîn nîşan didin ku berî pêkhatina Dewleta Osmanî kurd li qeraxên Deryaya Romî (Ege) serdest bûne; xanedanên Mendeşahiyan (kurdên misilman), Leşkeriyan (kurdên fileh) û Mîrgeha Amasyayê jî hebûna kurdan a li vê deverê piştrast dikin.12

c. ji aliyê bakurî ve: ji dagirkeriya ereban û moxolî-selçûqiyan a serdema navîn heta êrişa rûsî-ermeniyan a sedsala 18an devera Aranê ji kurd û kurdnijadan hatiye valakirin; di sedsala çûyî de li ser hesabê kurdan piştgirî li tirkiya azerî hatiye kirin, beşeke girîng a kurd û kurdnijadan li Asayaya Navîn di nava tirknijadan de hatiye helandin.

d. ji aliyê rojhilatî ve: di pêvajoya dagirkeriya ingilîzî ya li Hindistanê de destê gelên hindûnijad li ser xaka Belûçistan-Sîstanê hatiye xurtkirin; beşeke xaka dîrokî ya Belûçistanê -ku di destê Mîrgeha Umanê de bû- bi berginda diravan hatiye firotin û ji bo serdestiya zimanê farsî-peştûyî-urdûyî hatiye derdestkirin. Bêguman îro gelê kurd neteweyeke pirayînî (cihû, durzî, êzidî, fileh, kakeyî, misilman, şebekî, yarsanî, zerdeştî) û pirmezhebî (elewî, henbelî, henefî, selefî, şafiî, şiî, malikî) ye; her wisan kurdan di dirêjahiya dîroka xwe de sexbêrî li gelek “baweriyên mezhebî-ayînî” jî kiriye.

Şerefname, Kurdgalnamek û Rusûmatname bi dirêjahî behsa ayînguhertinên kurdên qedîm dikin; hem termînolojiya nû ya van ayînan hem jî encamên neyînî yên van ayîn û ayînguhertinan li ser pîr, mêr, jin û zarokan hêjayî lêkolîneke zimannasiya civakî ye. Di pêvajoya dîrokê de kurdên ku ayînên derveyîn ên wekî cihûtî, filetî û misilmantî bijartine piştî demekê danûstandinên xwe jî li ser alfabeyên van ayînan ava kirine; her wiha kurdên ku li hemberî ayînên derveyîn serweriya xwe ya giştî ji dest dane jî, nikaribûye ayînên xwe yên neteweyî yên wekî êzidîtî, durzîtî, kakeyîtî, şebekîtî, yarsanîtî û zerdeştîtî bi awayekî nivîskî biparêzin, nifşên xwe yên nû li ser ayînên xwe yên kevnare perwerde bikin.

Divê bê gotin ku çi gava kurd hêzdar, xwediyê çanda serdest û pêkhateya desthilatdar bûne endamên ayînên derveyîn mecbûr mane ku di nava civaka kurd de tekstên xwe yên pîroz wergerînin kurdî jî. Li gorî salixan, beriya avakirina dewleta Îsrayîlê ji 188 hozên cihû tenê 146 hoz li deverên başûrê Kurdistanê dijiyan, di dibistanên xwe yên bi navê “Talmûd Tora” û “Yeşîva”yê de wergerên kurdî bi kar dianîn.3 Wekî ku tê zanîn, wergera Încîlê ya li ser zimanê kurdî jî berî wergera Quranê pêk hatiye; li gorî lêkolînerê ermenî Sevan Degirmenciyanî, derdora sedsala 5an ermeniyên Kurdistanê bi alfabeya ermenî Incîl wergerandibû zimanê kurdî ku endamên xwe ji ayînguhertinê rizgar bikin, havênê neteweya xwe ya ayînî biparêzin, bandorê li ser hawirdora xwe bikin, peyama ayîna xwe belav bikin4 û piştre wan karibû nifşên xwe yên ciwan ji pişaftina zimanî dûr bixînin. Li gorî lêkolîner û zimannasê kurd Ergîn Opengîn jî, teksta kurmancî ya pêşîn duayeke filehan e ku hinek zimanzanan şibihandiye zimanê medî. Lêkolîner orjînala tekstê wekî “Pakij Xudê, pakij zehm, pakij vêmerg, koy hatî xaçê ij kir me, rehmetê me” vediguhêze û wiha werdigerîne kurmanciya îroyîn: “Paqij Xwedê paqij zexm, paqij bêmerg (nemir) ku hatî xaçê ji kira (ji ber kirina) me, li me bê rehmetê.”5

Bi rastî pêwendiyeke xurt di navbera “şêwazê bicihbûna kurdan a li jîngeh û erdnîgariyê” û guherîna zimanê kurdî de heye; ji bûyerên dîrokî xuya ye ku divê rotaya dagirkeran a li ser nexşeya Kurdistanê bê şopandin, encamên neyînî yên van erişan ji nû ve bên nirxandin, ji bo pişaftina zimanê kurdî û derketina zaravayên nezayendar lêgerînên meydanî-zanistî bên meşandin. Ne mumkin e ku tu pêwendiyek di navbera kurdên lek û bajarên bi navê Laçîn (li Azerbaycan û Tirkiyaya niha) tunebin; her wiha di navbera kurdên lur û bajarê Lorî (li Ermenistana niha) de, di navbera kurdên kurmanc û Dergehê Kurmancan ê bajarê Şaşê (Babu Kurmanc, Taşkent, Ozbekistana niha), di navbera kurdên belûç û paşnavên Kurdzay ên li Belûçistan-Pakistan-Efxanistanê, di navbera Memê Alan, eşîra alaniyan a Şehnameyê, Alanyaya Antalyayê û devera Alanyaya (Îranişton) Rûsyayê de… teqez têkiliyeke dîrokî heye. Mixabin 15 gund û bajarên bi navê Noreşînê li bakurê Kurdistanê, Nexciwan, Ermenistanê jî barê li ser baran e; tu ansîklopediyeke cîhanî bal nekêşaye ser vê mijarê, ango tu zanyarî û şîroveyek li ser dîroka wan a kurdî nîn e… Tevahiya van navên toponomîk û etnografîk ji bo guherîn û pişaftina zimanê kurdî rênexşeyeke lêkolîn û lêgerînê ye. Ji Destana Memê Alanî ya jiyana bajarvaniyê û Rusûmatnameya Mele Mehmûdê Bazîdî ya jiyana gundewariyê diyar e ku li her devereke kurdan beşeke zimên serdest e: ziman û çanda kurdên niştecih û koçer. Kurdên bajarî hertim bi bazirganî, çandinî, zanist û desthilatdariyê re mijûl bûne; wekî mînak: li deverên sar ên Aranê mêweya “tirî”yê tenê bi navekî tê zanîn, tiriyên ter û hişkirî li ser “tiriyên bidendik” û “tiriyên bêdendik” tên parvekirin. Li berevajî vê yekê, li devera Torê bi dehan navên cureyên tiriyan hene ku piraniya kurdan hay ji wan nîn e.; ji aliyekî din ve, têgihînên kurdî yên derbarê deşt-çiya, aran-zozan, ajelvanî-cotyarî, bazirganî-pîşekariyê de ji deverekê heta yeke dîtir cihêreng in, ferhengên wan qels an jî zengîn in.

Divê bê zanîn ku koçberiya kurdan a ji deverên wan ên resen ber bi deverine cuda jî sedemkareke nezimanî ya guherîna zimên e. Di heyamên emewî û ebasiyan de belavbûna îslamê li tevahiya welatê kurdan şoreşeke neyînî li ser çand û zimanê kurdan encam daye; kurd di nava xwe de bûne çend parçeyan: “yên ku rejîma nû pejirandine û bi xweşî pêwazî kirine” (tevgera Ebû Mislimê Xoresanî), “yên ku li hemberî geşedanan bêdeng mane û berjewendiyên xwe parastine” (xanedana Bermekiyan), “yên ku li hemberî rewşa nû bertekên nerazîtiyê nîşan dane” (serhildanên kurdan ên piştî tasfiyekirina Ebû Mislimî û bermekiyan), “yên ku ji ber devê şûran ber bi kûrahiya erdnîgariyên nenas ve koçber bûne” (rewendî, xuremdînî)… Wekî mînak: peyvên “Xweda, pêxember, firîşte, meçêtir, bawerî, rojî, nimêj, destnimêj/avdest, destav”ê di ayîna kurdan a kevn de hebûne; lewma wan pêwistî bi peyvên erebî yên hevwate nedîtiye. Lê belê ji ber ku peyvên wekî “hec, zikat, qible, sedeqe, înfaq, tewaf, cimaet…”ê têgihînên ayîna nû bûn û di jiyana kurdan a kevn de berginda wan tunebû, kurdan “wekî rewşa heyî” wergirt; neketin nava hewldaneke dariştina peyvên alternatîf.

Mirov dikare bi hêsanî bibêje ku di tevahiya pêvajoyên hatin-çûyînên biyaniyan de “hişmendiya tevger û dibistanên rewşenbîriyê yên kurdan” li gorî bîr û baweriyên navxweyî-derveyî teşe girtiye, “rewşa giyanî û civakî ya neteweya kurd” li ber ezmûnên têkçûn û serkeftinê di qalibên teng-fireh de hatiye rokirin. Ji ber van sedemkarên nezimanî zimanê kurdî ji riya kevneşopî averê bûye; ev averêbûn carinan erênî bûne, ziman kemilandine û geşeve anîne. Her wiha carinan jî neyînî bûne, ziman û zaravayên wî sist kirine; lê dîsan jî civak û desthilatdariya kurdan a her serdemekê li gorî derfetên berdest çendek bergirî hilbijartine, ziman ji rewşa birîndarê margestî rizgar kirine. Li milê din, hez û viyana mirovê kurd carinan tûşî teralî û kêmbizaviyê bûye ku sedemkara sereke ya guherîna zimanê kurdî ye; wisan e, “bikaranîna kêmtirîn hêzê ji bo axaftinê” sedemkareke navxweyî ya guherîna zimanê kurdî ye ku bi asta dengsazî, peyvsazî û hevoksaziyê re berwarkî meşiyaye û li gorî her asteke guherînê rêjeyeke ciyawaz derxistiye holê.

Zimannasên kurd li ser wê baweriyê ne ku guherîna dengsazî û rêzimana kurdî du hokarên zimanî ne ku kurdan dem û wizeya xwe ji bo pevgirêdana rêzedengan û barkirin-vereşandina wateyan bi kar anîne; gotindarê kurd hertim dil berdaye bikaranîna rêzedengên kêmtir û ragihandina wateyên kûrtir, her wisan guhdarê kurd jî hez kiriye ku rêzedengên kêmtir bibihîze û wateyên barkirî vereşîne. Divê bê zanîn ku di encama guherîna zimanê kurdî de pirsgirêka zaravayan jî derketiye holê; hinek zaravayên kurdî yên wekî koma goraniyê (goranî, hewramî, kirmanckî/zazakî) demeke dirêj li ber xwe daye û zayendbariya zimên bi awayekî xurt şopandiye, hinek rastî pişaftineke tam hatine (şêxbizinî, soranî, kelhurî, feylî, lekî, lurî, belûçî) û zayendbariya zimên bi tevahî winda kiriye, zaravayê kurmancî jî xwe bi awayekî nîvpişaftî parastiye.

6. Peydabûna zaravayên kurdî

Zaravayên kurdî “pergalên zimanî ne ku bi domana demê re ji zimanê bav veqetiyane; bi dengsazî, peyvsazî û hevoksaziya xwe ya cuda ve bûne xwediyê devokan”. Di çarçoveya vê pênaseyê de, zaravayên kurdî şêwazên axaftinê yên cihêreng in; ji gelek aliyan ve nêzikî hev dibin û bi hev ve girêdayî ne; tevî cudahiyên pêkhatî, bi gelemperî axivgerên wan ji hev fêm dikin. Mixabin ji ber egerên rewşa dagirkeriyê ya li ser Kurdistanê sepandî, zaravayê serdest ê rojavaya Kurdistanê kurmancî ye, kirmanckî pişivîye û tenê beşeke xwendî û gerok ji zaravayên din fêm dike; li bakurê Kurdistanê zaravayê serdest kurmancî û kirmanckî ye, şêxbizinîkî zêde nayê naskirin; lê ew bi xwe li gorî cîrantiyên xwe yek ji van zaravayên serdest fêm dikin. Li başûrê Kurdistanê zaravayên serdest kurmanciya behdînanî û soraniya fermî ne; her çiqas perwerdehiya fermî bi zaravayên wan tunebe jî beşeke şêxbizinî, hewramî, goran û feyliyan jî zaravayê soranî bi kar tînin û payê pir pişiviye. Nexşeya herî rengîn a zaravayên kurdî li rojhilatê Kurdistanê û Xoresanê ye; ji bilî kirmanckiya ku pişiviye û axivgerên wê yên qedîm bûne azerî, hemû zaravayên kurdî lê peyda dibin û deverên kurdnişîn dişibihin getoyan. Lewre serdestiya her zaravayekî bûye nasnameya her devereke ku cînarê devera zaravayekî din î kurdî ye; di vê çarçoveyê de navên wekî Lekistan, Luristan û Belûçistanê derketine holê. Li deverên ku bi rojhilatê Kurdistanê û Xoresanê tên naskirin, serdestiyeke berbiçav a zaravayekî heye: li rojhilatê Kurdistanê soranî û li Xoresanê kurmancî zimanê hevpar ê têgihiştinê ye. Li Aranê (Ermenistan, Azerbaycan û Gurcistan) zaravayê serdest tenê kurmancî ye; ji bilî çend xebatên li ser zimannasiya kurdî, hema hema weşaneke nekurmancî li wir peyda nabe. Gava mirov ber bi Lekistan, Luristan û Belûçistanê jî diçe her deverek bi zarava û devokên wî zaravayî tê naskirin ku hema hema sînorên wan ji hev cuda ne.

Encamname

Konsulê Giştî yê Rûsyayê yê li Hewlêrê Oleg Vladîmîrovîç roja 24.09.2020an li pêşberî nexşeyeke cîhanê rawestiyabû; bi şivika li destê xwe şûnwara kurdan nîşan dida û ji medyaya kurd û cîhanê re wiha digot: “Kurdistan dilê dinyayê ye û ez gelekî kêfxweş im ku li Kurdistanê me.”1 Dibe ku vî dîplomatê biyanî qala “Herêma Kurdistana Iraqê” dikir ku yek ji sengerên xurt ên xaka Kurdistanê ya yekpare ye; lê di rastiyê da nexşeya Kurdistanê ya dîrokî û deverên kurdnişîn ji wê sengerê qat bi qat mezintir e. Ji ber ku di salên dawîn ên serdema Medan de sînorên welatê kurdan bi ser Romanya û başûrê Rûsyayê re digihişt Tirkmenistanê; ji wir jî dadikete Belûçistan û kûrahiyên Hindistanê, Şam û Bexda di bin desthilatdariya wan de bûn. Bi kurtî û kurmancî, serdemekê kurd ji Romanyayê heta Hindistanê, ji başûrê Rûsyayê heta bakurê Nîvgirava Erebî serwer û desthilatdar bûn û zimanê wan fermî û hevpar bû.

Dîsa rastiyeke dîrokî ye ku hebûna ereban a li Bexda û Şamê piştî belavbûna îslamê ye; wihareng e hebûna tirkan a li ser beşeke axa kurdan piştî êrişên moxoliyan e. Ji aliyê îstatîstîkên navneteweyî ve diyar e û kesek nikare înkar bike ku îro zimanê kurdî ji Aranê heta Bexdayê bi dirêjahî û ji xeta Stenbol-Îzmirê bigire heta Meşhedê bi berwarkî zimanekî zindî ye, tê axaftin û nivîsandin; li ser asta cîhanê zimanê kurdî mijareke rojevê ye, xebatên li ser wî her roj zêdetir û berfirehtir dibin. Li milê din hinek deverên xaka yekpare ya Kurdistanê bi tevahî ji pest û fişara zimanên biyanî rizgar bûne; lê dîsa jî divê bê pejirandin ku hebûna zarava û devokên kurdî zengîniyeke ziman û çanda kurdî be jî, di heman demê de qelsiyeke serwerî û civaka kurd e jî. Ji ber ku li hinek deveran serweriya zimanê kurdî yê zayendbar li hemberî zimanên aryayî yên pişaftî û zimanên biyanî yên dagirkeran têk çûye.

 

Çavkanî: Abraham Valentine Williams Jackson (1892), An Avestan Grammar In Comparison With Sanskrit (Part 1), W. Kohlhammer: Stutgart. Abdulhakim Gunaydin, İncil Kur'an-ı Kerim'den önce Kürtçe basıldı… Değirmenciyan: Ermeniler Kürdofil oluyorlardı, gotara înternetî (https://www.indyturk.com) Ahmet Turan, Yezidi Inanç ve Ibadetleri, gotara înternetî (https://dergipark.org.tr). Ansîklopediya Britannicayê (https://www.britannica.com). Axwend Mihemed Salih Zengene Belûç (2019), Kurdgalnamek (Kurdbêjname), wergera kurmancî: Ziya Avci, Azad Yayinlari: Mersin. Çakir Seyhan Suvarî, Tufan Mitosu ve Cudî Daginin Yezidi Kimligi Inşasindaki Rolu, gotara înternetî (http://isamveri.org). David Crystal (2008), A Dictionary of Language and Linguistics, Malden-Oxford: Blackwell. Diyar Evdilkerîm Seîd Halo (2011), Yasayên Dengî di Kurdiya Jorî da: Govara Behdînan, Spîrêz: Duhok. Dr. Elî Sallabî, Et-Te’bîru we’l-Beyanu fî De’weti Adem eleyhi’s-selam, gotara înternetî (https://www.aljazeera.net) Eldar Hasanoglu, Kurt Yahudiler, gotara înternetî (https://turkish.aawsat.com) Engin Opengin (2014), Kadim Kurtçenin Izinde, Kurt Tarihi Dergisi, hej. 11. Evdusselam Necmedîn Ebdullah, Şêrzad Sebrî Elî (2011), Zimanvaniya Tiyorî, Spîrêz: Duhok. Ferhenga Wikipediayê (https://en.wikipedia.org) Franklin Southworth (2004), Linguistic Archaeology of South Asia, Routledge, ISBN 978-1-134-31777-6. Fuad Heme Xurşîd (1989), Zimanê kurdî û belavbûna cografî ya zaravayên wî I-II-III, kovara Têkoşer a Yekîtiya Karker û Xwendekarên Kurd li Belçîkayê, hejmarên 32-33-34an. Habib Borjian (2009), Median Succumbs to Persian after Three Millennia of Coexistence: Language Shift in the Central Iranian Plateau, Journal of Persianate Studies 2 (2009), doi: 10.1163/187471609X454671. Hesen Xalib (2001), Nezeriyyet’ul-Ilmi fî’l-Quran we Medxelun Cedîdun li’t-Tefsîr, Dar’ul-Hadî: Beyrût. Ibn’ul-Werdî Es-Sadîqî (2014), Xerîdet’ul-Ecaibi we Ferîdet’ul-Xeraib, Dar’ul-Kutub’il-Ilmiyyeh: Beyrût. Incîlên înternetî (https://incil.info, https://mizginiyakurdi.com) Iyad Xalid Et-Tabbaah (2003), Menhecu Tehqîq-il-Mextûtat we me’ehû Kitabu Şewq’ul-Musteham Fî Mehrifeti Rumûz’il-Eqlam li Ibni Wehşiye En-Nebetî, Dar-ul-Fikr: Şam, ISBN: 1-59239-041-2. Joseph Hammer (1806), Ancient Alphabets And Hieroglyphic Characters of Ahmad Bin Abu Bakr Bin Wahshih, London. Klein Jared, Joseph Brian & Fritz Matthias (2017), Handbook of Comparative and Historical Indo-European Linguistics: An International Handbook, Walter De Gruyter, ISBN 978-3-11-026128-8. Malpera Iranicayê, (https://iranicaonline.org) Martin van Bruinessen: Onyedinci yüzyılda Kürtler ve dilleri: Kürt lehçeleri üzerine Evliya Çelebi’nin notları, gotara înternetî (https://www.academia.edu) Mihemed Emîn Zekî Beg (2012), Dîroka Kurd û Kurdistanê, Avesta: Stenbol. Murad Alî Ciwan, Amasya Bagimsiz Kurd Emirligi, gotara înternetî (https://muradciwan.com) Murad Alî Ciwan, Osmanlılardan önce batı Anadolu’da devlet kuran Menteşeogullarinin Kurdlugu, gotara înternetî (https://muradciwan.com) Mustafa Kugu (2017), 15. Yüzyıla Ait Şehname Tercümesi (giriş-metin-sözlük), teza doktorayê, Zanîngeha Çanakkaleyê. Noam Chomsky (2004), Language and Mind: Current thoughts on ancient problems, Part I & Part II. <Lyle Jenkins (ed.), Variation and Universals in Biolinguistics. Amsterdam: Elsevier -------------------- (2005), Three factors in language design, Linguistic Inquiry. 36 (1). Nurullah Alkaç (2019), Osmanlı kaynaklarında kadim Kürtler, gotara înternetî (https://www.indyturk.com) Pandurang Damodar Gune (1918), An Introduction to the Comparative Philology, The Oriental-Booksupplying Agency: Poona, r. 116-130. Selîm Temo, Afganistan’da bir Kürt devletiiI-II-III, gotara înternetî (https://www.gazeteduvar.com.tr). Şerefxanê Bedlîsî (2014), Şerefname-Dîroka Kurdistanê, wergera Ziya Avci, Azad: Mersin, ISBN: 9786056404184. The New Oxford American Dictionary (2005), 2nd edition, Oxford University Press, ISBN 978-0-19-517077-1. Umîd Demîrhan, Alfabeya kurdî ya hera kevnare û alfabeyeke alternatîf, gotara înternetî (https://www.academia.edu) Zekeriyya b. Mehmûd b. Muhemmed El-Qezwînî (2013), Asar’ul-Biladi we Exbar’ul-Ibad, Dar’ul-Kutub’il-Ilmiyyeh: Beyrût.

1 https://www.rudaw.net/kurmanci/kurdistan/2009202012; dema gihiştinê: 08.02.2022, 22:53.

1 Murad Alî Ciwan, Amasya Bagimsiz Kurd Emirligi, bnr: https://muradciwan.com/2018/02/18/amasya-bagimsiz-kurd-emirligi/; dema gihiştinê: 14.01.2022; 10:43.

2 Murad Alî Ciwan, Osmanlılardan önce batı Anadolu’da devlet kuran Menteşeogullarinin Kurdlugu, bnr: https://muradciwan.com/2018/02/18/amasya-bagimsiz-kurd-emirligi/; dema gihiştinê: 14.01.2022; 10:45.

3 Eldar Hasanoglu, Kurt Yahudiler, https://turkish.aawsat.com//home/article/1734201/eldar-hasano%c4%9flu/k%c3%bcrt-yahudiler; dema gihiştinê: 17.01.2022; 19:35.

4 Abdulhakim Gunaydin, İncil, Kur’an-ı Kerim’den önce Kürtçe basıldı… Değirmenciyan: Ermeniler Kürdofil oluyorlardı, bnr: https://www.indyturk.com/node/371186/haber/i̇ncil-kuran-ı-kerimden-önce-kürtçe-basıldı…-değirmenciyan-ermeniler-kürdofil; dema gihiştinê: 17.01.2022; 19:56.

5 Engin Opengin (2014), Kadim Kurtçenin Izinde, Kurt Tarihi Dergisi, hej. 11, r. 18-28

1 Habib Borjian (2009), Median Succumbs to Persian after Three Millennia of Coexistence: Language Shift in the Central Iranian Plateau, Journal of Persianate Studies 2 (2009), r. 62-87; doi: 10.1163/187471609X454671.

1 Fuad Heme Xurşîd (1989), Zimanê kurdî û belavbûna cografî ya zaravayên wî (beşa yekem), kovara Têkoşer a Yekîtiya Karker û Xwendekarên Kurd li Belçîkayê, hejmara 32an, r. 18-22.

1 Ahmet Turan, Yezidi Inanç ve Ibadetleri, https://dergipark.org.tr/tr/download/article-file/188778; dema gihiştinê: 14.12.2021; 05:39.

2 https://www.britannica.com/topic/Avestan-language; dema gihiştinê: 09.12.2021; 02:43.

3 https://iranicaonline.org/articles/avestan-language; dema gihiştinê: 09.12.2021; 04:13.

4 A. V. Williams Jackson (1892), An Avestan Grammar In Comparison With Sanskrit (Part 1), W. Kohlhammer: Stutgart, r. V-xxxiii; ji bo nusxeyeke înternetî bnr.: https://ia800909.us.archive.org/23/items/pt1avestagrammar00jackuoft/pt1avestagrammar00jackuoft_bw.pdf; dema gihiştinê: 17.12.2021; 23:12.

5 Pandurang Damodar Gune (1918), An Introduction to the Comparative Philology, The Oriental-Booksupplying Agency: Poona, r. 116-130.

6 Joseph Hammer, Ancient Alphabets And Hieroglyphic Characters of Ahmad Bin Abu Bakr BinWahshih, London, 1806 (Ashmolean Oxford Museum, 8 Jul 1962, barkoda wê: 302079777%, jimareya tomarkirinê: 381.2 Ham), r. 131-135; ji bo nusxeya înternetî binêre: https://archive.org/details/b22039910/page/186/mode/2up; dema gihiştinê: 10.11.2021; 21:36.

* Iyad Xalid Et-Tabbaah, Menhecu Tehqîq-il-Mextûtat we me’ehû Kitabu Şewq’ul-Musteham Fî Mehrifeti Rumûz’il-Eqlam li Ibni Wehşiye En-Nebetî, weşana Dar-ul-Fikr, Şam, Sûriye, 2003, ISBN: 1-59239-041-2

Ji bo zanyariyên berfirehtir bnr.: Umîd Demîrhan, Alfabeya kurdî ya hera kevnare û alfabeyeke alternatîf” https://www.academia.edu/43958192/ALFABEYA_KURDÎ_YA_HERA_KEVNARE_Û_ALFABEYEKE_ALTERNATÎF

7Ibn’ul-Werdî Es-Sadîqî (2014), Xerîdet’ul-Ecaibi we Ferîdet’ul-Xeraib, Dar’ul-Kutub’il-Ilmiyyeh: Beyrût, r. 169.

8Zekeriyya b. Mehmûd b. Muhemmed El-Qezwînî (2013), Asar’ul-Biladi we Exbar’ul-Ibad, Dar’ul-Kutub’il-Ilmiyyeh: Beyrût, r. 426-427.

9Çakir Seyhan Suvarî, Tufan Mitosu ve Cudî Daginin Yezidi Kimligi Inşasindaki Rolu, http://isamveri.org/pdfdrg/D196755/2010/2010_SUVARUCC.pdf; dema gihiştinê: 14.12.2021; 05:10.

10 Mustafa Kugu (2017), 15. Yüzyıla Ait Şehname Tercümesi (giriş-metin-sözlük), ji bo vê teza doktorayê bnr.: https://tez.yok.gov.tr/UlusalTezMerkezi/tezDetay.jsp?id=KYh7deUPHVHuuEeLcF1E5w&no=7p7Ncp_ZTVHTsFyYKnhChQ; dema gihiştinê: 08.02.2022; 01:26. Her wiha binêre:

Nurullah Alkaç (2019), Osmanlı kaynaklarında kadim Kürtler, https://www.indyturk.com/node/61086/türkiyeden-sesler/osmanlı-kaynaklarında-kadim-kürtler; dema gihiştinê: 08.02.2022; 01:33.

12 Franklin Southworth (2004), Linguistic Archaeology of South Asia, Routledge, ISBN 978-1-134-31777-6, r. 45.

13 Klein Jared, Joseph Brian & Fritz Matthias (2017), Handbook of Comparative and Historical Indo-European Linguistics: An International Handbook, Walter De Gruyter, ISBN 978-3-11-026128-8, r. 318-320.

14 Martin van Bruinessen, Onyedinci yüzyılda Kürtler ve dilleri: Kürt lehçeleri üzerine Evliya Çelebi’nin notları, https://www.academia.edu/6040476/Onyedinci_yüzyılda_Kürtler_ve_dilleri_Kürt_lehçeleri_üzerine_Evliya_Çelebi_nin_notları; dema gihiştinê: 14.12.2021; 00:32.

15 Selîm Temo, Afganistan’da bir Kürt devleti – III, https://www.gazeteduvar.com.tr/yazarlar/2017/02/22/afganistanda-bir-kurt-devleti-iii; dema gihiştinê: 14.12.2021; 01:26.

1 https://en.wikipedia.org/wiki/List_of_language_families; dema gihiştinê: 19.01.2022; 23:51.

2 Fuad Heme Xurşîd (1989), Zimanê kurdî û belavbûna cografî ya zaravayên wî (beşa yekem), kovara Têkoşer a Yekîtiya Karker û Xwendekarên Kurd li Belçîkayê, hejmara 32an, r. 18-22.

1 Diyar Evdilkerîm Seîd Halo (2011), Yasayên Dengî di Kurdiya Jorî da: Govara Behdînan, Spîrêz: Duhok, r. 63-71.

1 https://www.langust.ru/review/lang_h01.shtml; dema gihiştinê: 25.12.2021; 01:52.

2 https://en.wikipedia.org/wiki//Pāṇini; dema gihiştinê: 24.12.2021; 23:55.

3 Ji bo vê gotarê bnr: Noam Chomsky (2004), Language and Mind: Current thoughts on ancient problems, Part I & Part II. <Lyle Jenkins (ed.), Variation and Universals in Biolinguistics. Amsterdam: Elsevier, r. 379-405.>; her wiha ji bo vê gotarê jî bnr: Noam Chomsky (2005), Three factors in language design, Linguistic Inquiry. 36 (1): 1–22.

1 https://www.langust.ru/review/lang_h01.shtml; dema gihiştinê: 24.12.2021; 22:06.

1 https://incil.info/kitap/Yaratilis/11; dema gihiştinê: 08.12.2021; 23:10.

2 https://mizginiyakurdi.com/kiteba-piroz/yuhenna-1/; dema gihiştinê: 08.12.2021; 21:43.

3 https://mizginiyakurdi.com/kiteba-piroz/karen-sandiyan-2/; dema gihiştinê: 08.12.2021; 21:31.4 Hesen Xalib (2001), Nezeriyyet’ul-Ilmi fî’l-Quran we Medxelun Cedîdun li’t-Tefsîr, Dar’ul-Hadî: Beyrût, r. 185-186.

5 Dr. Elî Sallabî, Et-Te’bîru we’l-Beyanu fî De’weti Adem eleyhi’s-selam, https://www.aljazeera.net/blogs/2021/1/17/التعبير-والبيان-في-دعوة-آدم-عليه; dema gihiştinê: 09.12.2021; 05:09.

Published by Omitê Mistefê (ئۆمتێ مستەفێ)

OMITÊ MISTEFAYÊ Bekirê Brahîmê Evdilahê Qelenderê Nêçîrvanê Eşrefê Keleşê SAKÎ CELALÎ 197?, Bazîd, KURDISTAN ئۆمتێ مستەفێ ئۆمتێ مستەفایێ بەکرێ براھیمێ ئەڤدلاھێ قەلەندەرێ نێچیرڤانێ ئەشرەفێ کەلەشێ ساکی جەلالی ١٩٧؟، بازید، کوردستان

One thought on “Şûnwara zimanê kurdî li ser etlesa zimanên cîhanê

Leave a Reply

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out /  Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out /  Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out /  Change )

Connecting to %s

Create your website with WordPress.com
Get started
%d bloggers like this: